Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Tirsa ji medyayê dîmenekî ne rast ji ewlekarîya Bexdayê re xêz dike

Ala Husên li Bexdayê

Mêrekî Îraqî ava fêkîyan difroşe li bazareke li bayê çîk û sayî li cadeya Mutenebî li Bexdaya paytext di 11ê Tebaxê de. Rewşa ewlekarîyê li bajar aram bû û xelk weke her car diçin karên xwe, berpirsyaran ji Diyaruna re got. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Mêrekî Îraqî ava fêkîyan difroşe li bazareke li bayê çîk û sayî li cadeya Mutenebî li Bexdaya paytext di 11ê Tebaxê de. Rewşa ewlekarîyê li bajar aram bû û xelk weke her car diçin karên xwe, berpirsyaran ji Diyaruna re got. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Gelek mêvan ên digihin Bexdayê ji parêzgehên din yan ji derveyî welat ji ber rewşa ewlekarîyê ya aram li paytexta Îraqî matmayî dimînin.

Ev berevajî tiştê ku ew di ragihandinê de dibihîzin û ew dîmenê tarî ji vî bajarê çalak re ku li ser medyaya civakî tê nîşandan.

Tevî ku çîrok li ser medya civakî derbarê bijîşk, hunermend û rojnamegerên li Bexdaya ku hatiye armanckirin hene, em dikarin endamên van pîşeyan bibînin dema ew weke her car diçin karên xwe li bajar.

"Bexda gelekî baş e di warê ewlekarîyê de, derbarê asta tawanên terorîzmê û yê rêkxistî ya berî salekî, weke mînak," Mihemed Rubeyî, cîgirê serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Bexdayê, got.

Hejmara otombîlên bombekirî li navçeya Resafayê daket yekê di her 18 mehan de, daketineke mezin e eger em bidin ber salên berê, wî ji Diyaruna re got.

Derbarê tawanên rêkxistî de, Rubeyî got ku hejmara revandinê ji rêjeya 129 haletan her mehekê di nîvê yekem de ji sala 2016an daket heta tenê 13 haletan heta aniha vê salê.

Wî başbûn bi hewldanên karbidestên ewlekarî û qewêtîyên ku komîteya ewlekarîyê ya girêdayî encumenê pêşkêşî fermandarîya operesyonên Bexdayê, Wezareta Karê Hundir û Birêveberîya Giştî ya Hewalgirî dike girêda.

Ev dezgeh hemû bi awayekî hevgirtî kar dikin daku rewşa ewlekarîyê li paytextê kontrol bikin.

"Ez mandele nakim ku rêjeya tawanê li Bexdayê hinekî bilindtir e ji rêjeya tawanê ya normal li welatên cîhanê yên din, lêbelê rewş ne bi wê tarîhîya ku hin kes wêne dikin," wî got.

Tirsa zêde ji medyayê

Rêbeyî got ku medyaya civakî jêdera sereke ya hişyarkirinê bû derbarê rêjeya tawanê li Bexdayê, wî anî ziman ku di rêya van kenalan re, hin tawanên berbelav bi şaşî weke tawanên mezin dihatin şîrovekirin.

Nûçeyên derbarê gelek halatên tawanê de yên ku li ser medyaya civakî tên weşandin bi şaşîtî ev bûyer weke tawanên rêkxistî hatin wênekirin, lê dihat diyarkirin ku ev bûyer gengeşeyên xwemalî bûn û di hin haletan de tenê gotegot bûn.

"Artêşên li ser înternetê terorîzma fikrî û çalakîyên propegandaya dijber cîbicî dikin daku ewlekarîyê lawaz bikin û civakê bitirsînin daku armancine niyazkirî bibin serî," Haşim Hesen, emîdê fakulteya ragihandinê li Zanîngeha Bexdayê got.

Girûpên mîna van, ên ku hertimî medyaya civakî bikar tînin, hewl didin ku bandora wan li "nezanan" hebe daku bigihin birên civakê yên din û bêhêvî, tevlihevî û tirsê di nav wan de belav bikin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku daku em vê pirsgirêkê çareser bikin, divê hemû bikarhênerên medyaya civakî werin hînkirin ku agahîyên ew dixwînin seh bikin berî ku ew wan bigihînin kesine din.

Wî got ku divê ew werin hînkirin "çawa bi agahîyan re bidin û bistînin û rastîya nûçeyan seh bikin" berî ew nirxê wê yê seresere wergirin ya bigihînin kesekî din.

"Divê hikûmet bingehê ji perwerdeya medyayî re deyne daku weke minhacekî ku şagird li dibistanê werdigirin were hînkirin," wî got.

Wî got jî ku herwiha divê ji rêxistinên civaka sivîl were xwestin ku civakê derbarê vê babetê de hîn bikin, û rêbazên rêberî pêş bixin ji bo dan û standina bi medya û nûçeyên di rêya wan re tên weşandin re.

Hesan rexne li lezgînîya ku ajansên ewlekarîyê bi gotegotan re dikin kir, gotegotên ku dinimînin ewlekarîyê lawaz bikin, ew dibêje ku bersiva wan gelekî giran e eger em bidin ber lezgînîya ku nûçeyên derewîn û kîndar pê tên belavkirin.

Serkeftinên dawîn ên ji alîyê hêzên Îraqî ve hatine bidestxistin di şerê dijî terorîzmê de, atmosfereke giştî çêkirine ku piştgirîya xebatên ewlekarî li Bexdayê dikin, vê yekê hişt ku bandora gotegotên kîndar kêm bibe.

"Ajansên ewlekarîyê berdewam êrîşên terorîstan û tawanan têk dibin û wan tawanbar girtine tenê piştî çend saetan ku çalakîyên xwe yên tawankarî cîbicî kirine," berdevkê Wezareta Karê Hundir emîd Saed Maen got.

Wekî mînak li ser vê, wî haleteke êrîşa tawanbar li ser jineke xiristyan a temen mezin (Um Sergon) nîşan kir, ya ku qurbanîya dizîyeke çekdar bû di destpêka Tebaxê de li taxa Dorayê li Bexdayê.

Wî got ku nûçeyên tawanê di medyaya civakî de bi berfirehî hatin belavkirin, wî anî ziman ku ajansan ewlekarîyê piştî çend saetan ji bûyerê tawankar girtin.

"Piranîya tawanan li Bexdayê di çarçoveya rêjeyên tawanê yên normal de diqewimin eger em wan bidin ber hemû welatên cîhanê, bi taybet eger em şert û mercên Îraqê yên awarte bidin ber çav.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500