Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq daxwaza alîkariya navdewletî dike bo pêkanîna projeyên nûavakirinê yên piştî DAIŞ

Xalid Taî

Karkeran cadeyek li Mûsilê çêkir. Hikûmeta Îraqî projeyên binesaziyê weke berîtîyekê nîşan kirin ji bo projeyên nûavakirinê yên piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela facebookê ya Şaredariya Mûsilê]

Karkeran cadeyek li Mûsilê çêkir. Hikûmeta Îraqî projeyên binesaziyê weke berîtîyekê nîşan kirin ji bo projeyên nûavakirinê yên piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela facebookê ya Şaredariya Mûsilê]

Hikûmeta Îraqî cedî ye di karê misogerkirina hevkariyên navdewletî de daku bajarên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rizgarbûyî ne ji nû ve bê avabikin.

Pêşniyar heye ku konferansekî mezin, ji bo fendkirina nûavakirina Îraqê, di destpêka sala 2018an li Kiwêtê were lidarxistin, tevî ku hîn tu dîrok nehatiye nîşankirin. Berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re gotin, ew hêvî dikin jî ku dê hemû welatên beşdar di hevpeymaniya dijî DAIŞê de beşdar bibin.

Berpirsyarên Îraqî têkiliyê bi welatên hevpeymaniyê, Benka Cîhanî, NY û hin aliyên din re dikin daku beşdarbûna wan misoger bikin, Mistefa Hîtî got, yê ku serokatiya Gencîneya nûavakirina Herêmên Ziyandîtî ji ber Operesyonên Terorîstî (REFAATO).

"Em dixwazin hema bêje ku her 60 welatên hevpeymaniyê yên di şerê DAIŞê de alîkariyê bi me re dikin di konferensê de amade bin, Herwiha rêxistinên navdewletî, benk û sazemenî jî," wî ji Diyaruna re got.

"Em ji wan sazemeniyan dixwazin ku alîkariyê dabîn bikin di lêçûna nûavakirinê de ji bo bajarên me yên ji aliyê terorîzmê ve hatine wêrankirin" wî got, wî anî ziman jî ku projeyên nûavakirinê dê giraniyê bidin xizmetên sereke mîna hînkirin, tendrustî û enerjiyê.

Sektorên taybet û yên giştî û kampanyayên weberanînê yên cîhanî hatine vexwendin daku di tekoşînên nûavakirinê de beşdar bibin, Hîtî got, wî not kir ku derfetên weberanînê yên baş li bajarên rizgarbûyî hene.

Wî got jî ku ikûmeta Îraqî li xwe digire ku konferensê bike bûyereke cîhanî ya sereke û armancên wê bi daneheva pereyan cîbicî bike.

Nûnerên REFAATO di civîna 10ê Tîrmehê de li Waşintonê amade bûn, li rex nûnerên 35 welatan û Benka Cîhanî, civîna ku tê de zêdekirina temwîla nûavakirinê hat nîqaşkirin.

Beşdaran li hev kir ku mêjera deynê Benka Cîhanî yê ku ji Îraqê re di sala 2015an de hatibû nîşankirin zêde bikin, deynê ku hema bibêje qediyaye, ji 350$ heta 500$ mîlyon, ev pere dê di nûavakirina bajarên rizgarkirî de werin bikaranîn.

Derketina ji serdema DAIŞ

"Aniha hikûmeta Îraqî giraniyê dide ku xizmetên sereke ji bajarên rizgarkirî re dabîn bike," Hît got, wî anî ziman jî ku plan hene daku kesên ji şerê terorîzmê ziyan gihaye wan di pêngaveke pişt de pereyan bidin wan.

Dibe di nav vê sîgortiyê de avakirina yekîneyên malên kêm lêçûn hebe ji wan kesên ku malên wan ji dest wan çûn, wî got.

"Welatên hevpeymaniyê piştgiriya serbazî ya bêsînor ji Îraqê re di şerê dijî DAIŞ de dabîn kirin," wî got. "Lêbelê, piraniya pilanên me [ yên nûavakirinê] temwîlê dixwazin, temwîla em hêvî dikin ku em di konfernsa werê de misoger bikin."

"Em hêvî dikin ku ev welat û civaka navdewletî dê lixwegirtineke nû çêbikin daku bajarên me yên wêrankirî ji nû ve ava bikin piştî cîbicîkirina serkeftinê," aborînas Macid Suwarî ji Diyaruna re got.

Wî lêçûna nûavakirinê bi nêzîkî 100 mîlyar$ texmîn kir, lêçûna ku "ji Îraqê bihayeke pir giran e, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya cîhanê heye".

Ev temwîlkirina sînordar berhengariyeke herî mezin e ya ku hikûmeta Îraqî rastî wê tê, parlamentoyê Îraqî Nesîm Saedî got, yê ku serokatiya komîteya berlemanî ya xizmetan dike

"Perên berdest dikarin tenê hejmareke biçûk ji projeyên nûavakirinê bidin ber xwe, mîna projeyên binesazêyê yên lezgîn," wî ji Diyaruna re got.

Divê hewldaneke niştimanî ya komî hebe bo cîhanê han bide ku piştgiriyê, deynên alîkar û pisporiya girîng dabîn bikin daku alîkariyê bi Îraqê re bikin û projeyên nûavakirin û pêgehandinê cîbicî bikin, wî got û dest pê bikin ji serdema DAIŞ derkevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500