Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Nakokî li rêzên DAIŞ didin di demekê de ku hêzên Iraqî nêzîkî Telefer dibin

Xalid Taî

Yekîneyên polîsên federal di 16ê Tebaxê de li derdora gundewarên Telafer weke amadekarî ji bo operasyona rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Nînewa hatiye wergirtin]

Yekîneyên polîsên federal di 16ê Tebaxê de li derdora gundewarên Telafer weke amadekarî ji bo operasyona rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Nînewa hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Telefer rastî gelek nakokiyên navxweyî dibe di demekê de ku destpêka şerê rizgarkirina bajar, ku 70 kîlometran li bakurê rojavayê Mûsilê dikeve, nêzîk dibe, berpirsên Iraqî roja Çarşemê (16ê Tebaxê) gotin.

Ev demeke ku nakokî navbera çekdarên DAIŞ de li Telaferê derketine, endamê encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb Sebawî ji Diyaruna re got.

"Lê îro, em ji her demê xurtir in, bi taybetî ku hêzên Iraqî amadekariya êrîşkirina ser bajar dikin," wî got.

Ev lihevnekirinên, ku hin caran bûne pevçûnên bi çekan, piraniya caran navbera endamên DAIŞ ên Iraqî û çekdarên biyanî yên rêxistinê de derdikevin, wî got.

Daketina zêde di çavkaniyên rêxistinê de weke encam ji dorpêça çend-mehî li ser Telefer, şerê ji bo lîderiyê û bo nerînên cuda li ser rêvebirina şer bûne sedema derketina nakokiyên navxweyî, Sebawî got.

"Tometên xiyanet û dizekirina agahiyan zêdetir bûne bi sedema êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê," wî got.

Hêzên Iraqî ji êrîşa bejayî re amade ne

Êrîşên asmanî yên tund di herdu rojên borî de cihên DAIŞ li Telaferê dihejînin weke amadekarî ji bo êrîşeke bejayî, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Mihemed Brahîm, got.

"Ev êrîş avahîne girîng ku ji aliyê DAIŞ ve ji bo lidarxistina civînan, embarkirina çekan û teqemeniyan, û weke asêgeh tên bikaranîn, dikin armanc," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên serbazî pilana êrîşê temam kirine û dorpêçeke tund li ser bajar ji hemû aliyan ve danîne weke amadekarî ji destpêkirina şer re, wî got.

Tu amarine bi dîqet derbarê hejmara endamên DAIŞ li Telaferê tune ne, Brahîm got, "lê çavkaniyên xwecihî qala 2,000 endaman [ên DAIŞ] dikin" li bajar.

Wî got ku çekdar di rewşeke xirab de ne, anî ziman ku "ew ji aliyê derûnî ve şikestî ne ji ber ku rêxistin rastî bêserûberiya serbazî tê".

Brahîm got ku ew geşbîn e derbarê şerê dahatî, anî ziman jî ku "bidestxistina serkeftinê dibe ku ne bêtirî çend rojan dirêj bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500