Nûçeyên Iraqê
Penaber

Malbatên Enbarê jiyana xwe dixin jêr metirsiyê daku ji DAIŞê birevin

Xalid Ta'î

Nişteciyên parêzgeha Enbarê pakêtên alîkariyê yên hikûmetê werdigirin piştî ku ew ji herêmên li jêr kontrola "Dewleta Islamî" (DAIŞ) reviyan di weneyekê de ku li ser Înternetê di 8ê Tîrmehê de hatibû weşandin. [Wêne ji Wezerata Koç û Koçberiyê ya Îraqî]

Nişteciyên parêzgeha Enbarê pakêtên alîkariyê yên hikûmetê werdigirin piştî ku ew ji herêmên li jêr kontrola "Dewleta Islamî" (DAIŞ) reviyan di weneyekê de ku li ser Înternetê di 8ê Tîrmehê de hatibû weşandin. [Wêne ji Wezerata Koç û Koçberiyê ya Îraqî]

Tevî ku ew rastî gelek metirsiyan tên li beşên jêrevînê li Enbarê yên li jêr kontrola "Dewleta Islamî" (DAIŞ), gelek malbat dihesin ku ev yek hêjayî metirsiyê ye.

Di nav wan kesên ku hilbijartin birevin, nişteciyekî bajarê Qaimê Ebû Mihemed -- yê ku bernavekî bikar tîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe -- yê ku bi hevjîn û birayê xwe re ji bajarokê xwe reviya.

Di dawiya Tîrmehê de, Ebû Mihemed got, wî karibû malbata xwe bigihîne xala pişkinînê ya artêşa Îraqî ya herî nêzîk ji bajarokê Rutbayê, piştî du rojan ji meşa li kendûkozên dijwar.

Wî ji Diyaruna re got ku wî qaçaxçî bikar anîn daku alîkariya wî bikin ku ew bide ser rêyê di biyabanê re "her kesek bi 300$".

"Ev yek ji me re biha bû ji ber me ti kar nedikir, lê belê me karîbû em pereyan peyda bikin daku em xwe ji xeterê biparêzin," wî got.

"Dema em jiyana xwe dixin jêr metirsiyê, ev delîlekî diyar e li ser dojeha ku em têde ne bi terorîstan re," wî anî ziman."DAIŞ xelkê li [Qaimê] diçewisîne, eger ew li ser destên endamên rêxistinê nemirin, ew ji ber kêmbûna xwarin û derman dimirin."

Bi hezaran ji bajarokên li ser sînor direvin

Bi hezaran nişteciyên bajarokên Qaim, Anah û Rewa yên li ser sînorê Enbarê yê rojavayî zor li wan hatibû ku ji malên xwe birevin ji ber zordestiya DAIŞê, ya ku herêmê kontrol dike û nişteciyên wê dorpêç dike.

"Di van hersê mehên dawî de, dora 20,000 niştecî karîbûn bi alîkariya qaçaxçiyan ji terorîstan birevin, tevî xetera têkildar û lêçûna giran," parêzgarê Rutbayê Îmad Mişel Dilêmî got.

"Devereke taybet heye daku em pêşwaziya malbatên reviyayî bikin, cihê ku alîkariya seretayî û xwarin lê tê dabînkirin," wî ji Diyaruna re got. "Piştre, ew tên guhestin bo kampekê li rojavayê Remadiyê, ew li wir tên hewandin guhdana wan tê kirin.

Dema ev kesên di welatê xwe de bêwar bûne digihin hêzên ewlekariyê, ew di rewşeke xirab de ne ji ber ew derdê westîn û tirsê dikişînin, Dilêmî got.

Gelek ji wan çîrokên trajîkî li cem wan hene daku behsa jiyanê li jêr hukmê DAIŞê bikin.

Hinekan ragihand ku ew hatibûn girtin, celdkirin û xwedanbûn û malên wan hatibûn dizîn, wî got. Hin din dibêjin ew di herêmên xwe de hatibûn dorpêçkirin û qedexe bû ku derkevin, heta eger wan derdê birçîbûn û êşê kişandiba jî.

"Ev rewşa xirab zorê li malbatan dike ku bidin ser rêya geştiyeke tirsnak û zehmet ber bi azadiyê ve, ji ber metirsî ji wan re tê tehmûlkirin bêtir ji ku di wê dojehê de bimînin," Dilêmî got.

"Dema malbatên reviyayî digihin devereke ewle, ew dibêjin ew nikarin bawer bikin ku wan karîbû birevin," endamê encumena parêzgeha Enbarê, Ezal Fehdawî got, wî anî ziman ku "weke ku nû Xwedê ew ji dêya wan re dan".

"Rehm di dilên wan de nîne"

Berî ev kes karibin birevin, "ew li jêr kontrola kesin ku rehm di dilên wan de nebû bûn", Fehdawî ji Diyaruna re got.

"Xelk tenê av, xurme û nanê hişk li cem wan hebû daku bixwin û ew hedî hêdî dimirin," wî got, wî anî ziman hin ji wan kesên ku hewl dan birevin nikaribûn birevin," û DAIŞê ew bi awayên herî hovane şeniqandin.

Dema şer nêzîk dibe daku DAIŞê ji rojavayê Enbarê derxin, Fehdawî got ew pêşbînî dike ku gelek xelk ji herêmê birevin.

Berpirsyarên xwecihî texmîn dikin ku DAIŞê dora 60,000 sivîl li van herêman dorpêç kirine, ya ku bûye mîna penagehekê û ev rawestgeha dawî ye ji rêxistinê re piştî têkçûna wê li Mûsilê.

Ji bo hejmara çekdarên DAIŞê, pisporê ewlekarî Casim Henûn ji Diyaruna re got "zehmet e ku em hejmareke vebirî wergirin, ji ber herêmên ew kontrola wan dikin yekser li ser biyaban û bajarên Sûrî vekirî ne".

Lê texmînkirin nîşan dide ku dibe hejmar dora 6,000an be, wî got, hin ji wan pena kirin biyabana Enbarê piştî şerên rizgarkirina Selahedîn û Nînewayê.

"Derdê ku sivîlên dorpêçkiriî dikişandin gelekî jandar bû, ji ber rêxistinê bi zordarî û tundiyeke dijwar bi wan re dida û distand," wî got "ew kesên hatibûn xapandin aniha xwezaya rast ya terorîstan û daxwazên wan têdigihin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500