Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq programan amade dike daku zarokên Êzîdî ji şopên DAIŞ rehet bibin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî ev zarokên Êzîdî, Dalya û Semer, li Mûsilê roja 6ê Tîrmehê dîtin. Ew ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve hatibûn revandin dema ku rêxistinê destê xwe danî ser Mûsilê sala 2014an. Herdu zarok vegriyane bo dêbavên xwe. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî ev zarokên Êzîdî, Dalya û Semer, li Mûsilê roja 6ê Tîrmehê dîtin. Ew ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve hatibûn revandin dema ku rêxistinê destê xwe danî ser Mûsilê sala 2014an. Herdu zarok vegriyane bo dêbavên xwe. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Ji dema ku hêzên Iraqî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê derxistin ve, belgehên gelektir li ser bednêzîkatiya rêxistinê ji zarokên Êzîdî re hatine eşkerekirin.

DAIŞ bi hezarên jin û zarokn Êzîdiyan revandin dema ku wê êrîşî Şengalê kir di Tebaxa 2014an de, di nav wan de du zarokên bi navên , Dalya and Semer..

Ew hatin revandin û piştre kesekî ew difroştin ê din berî ku hêzên ewlekariyê wan li Mûsilê roja 6ê Tîrmehê bibînin û wan radestî dêbavên wan bikin.

Lê zarok bi hewcedariyeke mezin a amadekirina derûnî bûn, û wan bi temamî zimanê dayikê jibîr kiribû û tiştek ji bîrhatinên wan ên beriya revandinê nedihat bîra wan.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî dixebite bo peydakirina "jîngeheke ewle û tenduristî" bo tevahiya zarokên ku hêzên ewlekariyê ew dîtine, Ebîr Çelebî, seroka Komîteya Guhdayîna Jin û Zarokan a wezaretê, got.

"Di çaxê revandina wan de, wan jiyaneke tehl jiyan kir û divê guhdayîna wan bê kirin," wê ji Diyaruna re got.

"Em li ser damezrandina programên amadekirinê yên stander bo piştgirya derûnî-civakî kar dikin daku jiyana asayî ya zarokan vegerînin," wê got, û tekez kir hemû zarokên revandî bi rêzgirtineke mirovî nêzîkatî li wan tê kirin.

Hikûmeta Iraqî roja 24ê Tîrmehê programeke awarte ragihandbo guhdayîna zarokên ku dêbavên wan nenas in li Mûsilê.

Çelebî tekez kir ku ev program dê hemû zarokan bihewîne, di nav de yên Êzîdî, û da zanîn ku wezaretê sêwîgeh amade kirine bo wergirtina wan ji hêzên ewlekariyê û guhdayîna wan heta ku malbatên wan bi wan ve bigihin û wan werbigrin.

"Herwiha zarokên ku nasnameya wan nenaskirî ye, dê di sêwîgehan de cih bigrin û hemû xizmetguzariyên perwerdahiyê û cihê vehewanê werbigrin wekî hemû sêwiyên din," wî got.

Êzîdî bi hewceyî piştgiriya hikûmî ne

Li gorî datayên ku Rêveberiya Karûbarên Êzîdiyan li Wezareta Ewqafan li herêma Kurdî roja 2ê Tebaxê belav kiriye, hejmara zarokên Êzîdî yên ku hatine xelaskirin ji dema dagirkirina DAIŞ ji Şengalê re, heta aniha gihiştiye 1655 zarokan.

Lê çarenivîsa 3,325 revandiyan, ku piraniya wan zarok û jin in, hîna nediyar e.

Êrîşa li ser bajêr 2,745 sêwiyên Êzîdî li pey xwe hişt, datayan eşkere kir.

Parlementerê Iraqî Hecî Kendûr, yê ku nûnertiya civaka Êzîdî dike, ji Diyaruna re got ku naciyên Êzîdî, nexasim zarok, bi hewceyî piştgiriya hikûmetê ne.

"Felaketa terorê ya ku wan dîtiye gelekî mezin e û aniha ew bi hewceyî kedên mezin e bo reşkirina bandora wê," wî got.

"Divê navendên taybet û kilînîk bên vekirin daku zarok û jinên Êzîdî çareserî bikin û guhdayîna wan bikin," wî got, anî ser ziman jî ku gorî bi hewceyî alîkariya derûnî ne daku serpêhatinên xwe jibîr bikin û baweriyê bi xwe vegerînin.

"Mîratekî me yê giran ji tawanên terorîstî heye, yên ku bi tenê bi rêya pilaneke dem-dirêj û giştgîr dê were çareserkirin," wî got.

"Me heta niha vegera tu jineke Êzîdî ji dîlbûna tev zarokekî yan zarokan tomarnekiriye," wî got jî.

"Me ji gelek jinên Êzîdî yên nacî bihîst ku wan hebên nehiştina ducanî dixwar bi fermana terorîstên ku ew tecawiz dikirin daku zarok ji wan re çênebin," Xudêda Xelef, yê ku nûnertiya Êzîdiyan di encumena parêzgeha Nînewa de dike, got.

"Civaka Êzîdî ligel jinên Êzîdî yên tecawizbûyî rawestiya, û Mezinê ola Êzîdî Baba Şêx daxwaz kir ku ew jin bi rêzdarî bên mamelekirin," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku gelek ji wan bi mêrên Êzîdî re hevjînî kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500