Komeke ku navê xwe dike "Qeqaa" xwe kire berpirsyara êrîşa (8ê Tebaxê) li ser xala pişkinînê ya "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ya nêzîkî bajarê Sûrî Bûkemal li Dêrezorê, çalakvanan ji Diyaruna re got.
Êrîşa serê sibehê xaleke pişkinînê nêzîkî dergehê bajarokê Celaa li devera pîşesaziyê, Eyham Elî got, ku çalakvanekî bi rûpela Facebookê ya Quncika Nişteciyên Bûkemalê re kar dike.
Çekdaran deh çekdarên DAIŞê yên ku xala pişkinînê kontrol dikirin kuştin an birîndar kirin, wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku ji çaxê êrîşê ve, DAIŞ êdî çekdaran digre.
"Herî kêm du endamên DAIŞê hatin kuştin, di nav de zilamek bi navê Xetab Dêr," wî got.
Li gorî nişteciyên xwecihî, Elî got, dengê gelek fîşekan dor saet 2:30 sibehê hat û dora nîv saetê berdewam kir.
Piştî bihnekî, ambulansên DAIŞê ber bi cihê bûyerê ve çûn.
"Piştî êrîşê, rêxistinê endamên xwe li deverê xistin rewşa amadebaşiyê û çend xalên pişkinînê yên ku belgeyên nasnameyan seh bikin çêkirin," wî got.
Herwiha endamên DAIŞê hejmarek ji cihên xwe vala kirin, di nav de yên dibistana amadeyî ya Celaa û devera Nezil Beranî, Elî got.
Piştî êrîşê, hejmarek ji malperên opozîsyona Sûrî û çalakvanên ragihandinê daxuyaniyeke ji aliyê komeke ku navê xwe dike Qeqaa hat weşandin wergirtin, ew têde êrîşê digre stûyê xwe.
Li gor daxuyaniyê, êrîşê xaleke pişkinînê ya birêveberiya serokê Dîwana Siha (ofîsa tendirustiyê) ya DAIŞê, Ebû Mutasim Henefî Îbrahîm kire armanc, û fîşek avêtin çar otombîlên rêxistinê.
Di daxuyaniya xwe de, komê got ku ew dê eynî êrîşan bi awayekî rojane pêk bîne daku DAIŞ zextê li ser nişteciyên Bûkemalê kêm bike.
Herwiha wê xwest ku fermana çekdarkirinê rawestîneû fermana wê ya dibêje ku divê pevguhertin bi bikaranîna pereyên wê yên taybet werin kirin.