Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şanoyek di nav kavilan de qada hunerî li Mûsilê vedijîne

Ala Husên li Bexdayê

Xwendekarin ji Peymangeha Hunerên Xweşik a Nînewa vê dawiyê şanoyek di nava kavilên peymangehê de li Mûsilê lidar xistin. [Wêne ji Peymangeha Hunerên Xweşik a Nînewa hatiye wergirtin]

Xwendekarin ji Peymangeha Hunerên Xweşik a Nînewa vê dawiyê şanoyek di nava kavilên peymangehê de li Mûsilê lidar xistin. [Wêne ji Peymangeha Hunerên Xweşik a Nînewa hatiye wergirtin]

Li nav kavilên Peymangeha Hunerên Xweşik, ku dîwarên reş ên şewitî mişt qulên dewsên guleyan e û zemîn bi bermahiyan raxistî ye, vê dawiyê bû paşxaneya şanoyeke nû ya ji berhema xwendekaran.

Amadekirina şanoya, "Tîket û Rêwî", ligel sînaroyê hevrêbaz bûn, û qala dagirikirna Mûsilê bo zêdetir ji du salan ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve û zehmetiyên xelkê bajar heta bi çaxê rizgarkirinê dikir.

Nîvîser û derhêner Zafir Sebah bû, yê ku mamosta ye li peymangehê, tîma berhemkirina şanoyê ji xwendekarên beşên cuda pêk hat, di nav de: şano, akterî, mûzîk û xet.

Hejmareke sînordar a kursiyan hebû ji ber ku gelek qeyd li cihê ku şano lê hat lidarxisitn hatibûn danîn.

"Derhênan mîna proveyeke ji festîveleke hunerî ya mezintir re bû, ya ku dê gelek nêzîk li bajêr were lidarxistin," serokê peymangehê Felah Ebid Hemdûn ji Diyaruna re got.

Ew herwiha refleksa amadebûna xwendekaran û fakultiyê ji têkoşîna li hember zehmetiyan dike daku huner û jiyana asayî dubare li Mûsilê bicih bibe.

"Divê berhemê hunerî bi kirîz û şeran, li her derê neyê bandorkirin," wî got, û da zanîn "Divê xelk rûbirûyî çaxên tarî bibe bi xwedîderketin li hunerê, afrandinê û heza jiyanê, weke ku aniha li Mûsilê tê jiyankirin".

Vegera hunermendên Mûsilê

Mûzîksazê Iraqî Selîm Salim ji Diyaruna re got ku hunermendên Mûsilê hest bi xeteriya DAIŞ kirin her dema ku wê bajar kontrol kir, û ji warên xwe bar kirin ber bi deverên ewletir ve, û da zanîn ku ew bi çend hunermendên bajêr re elaqedar bû di heyama kirîzê de.

Wî got ku gelek hunermend, mûzîksaz û şanonivîs vegeriyane piştî salan ji bêwarî û şepirzebûnê, û wan soz daye ku tevgera hunerî vegerînin jiyanê, û texmîn jî kir ku dê tiştên mayî jî bên vegerandin.

"Ez bawer nakim ku dê tevgera hunerî rabiweste," wî got jî. "Berevajî vê yekê, dê rewş ji aniha baştir be, piştî ku terorîst hatin şikestin û jinavbirin."

Wî got ku ev nayê wateya ku vejandin hêsan e.

Wî got ku hunermendên Mûsilê rastî gelek zehmetiyan tên, di nav de morala nizim, ev yek jî dikare bandorê li ser berhemên hunerî bike. Lewra ew dibîne ku demeke dirêj lazim e daku hunermend karibin careke din berhemdar bin.

Piştgiriya hikûmeta Iraqî

Salim bang li hikûmeta Iraqî kir ku binasaziya têkçûyî ya Mûsilê dubare ava bike daku hunermend bi tevahiya karîna xwe bixebitin.

"Eger ew dikarin di nav paşmahiyan de û di van mercên zehmet de kar bikin, ev yek bi tenê divê weke afradinê lê were nihêrtin û divê ev afrandin bê padaştkirin," wî got.

Karbidestên xwecihî soz dan ku piştgiriya nîgara hunerî bikin û boneyên rewşenbîrî û wêjeyî destpê bikin li Mûsilê, endama encumena parêzgeha Nînewayê, Hiyam Ebdal, got.

Ebdal got ku wê bi tenê beriya çend rojan, daxwaznameyek ji komeke helbestavanan wergirt bo alîkarîkirina di organîzekirina festîvaleke helbestan li Mûsilê, û ku wê ligel karbidestan kar kir daku festîvalê bixemilîne.

Ew dê piştî çend rojan destpê bike, bi amadebûna berpirsiyarên hikûmetê.

"Tevî sadebûna wan, ev festîvala di rê de û hewlên hunerî yên kesane yên din refleksê li daxwaza xelkê Nînewa bo vejandina qada hunerî dikin," wê got.

Ebdal tekez kir ku ligel dubare destpêkirina şanogeriyê li Peymangeha Hunerên Xweşik, karbidestên xwecihî dixwazin ku bi zûtirîn dem dubare dergehên peymangehê vebikin.

Ew geşbîn bû ku dê gelek karên şanogerî werin pêşkêşkirin, û dê wiha adaya hunerî car din dîsa li Mûsilê çalak be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500