Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Netebayî peyda dibe piştî derketina pavçûnan li Şamê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Feyleqê Rehman li endamên Ehrar el-Şam û Tehrîr el-Şam li Xûtaya rojhilatî li Şamê digerin. [Wêne ji Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Endamên Feyleqê Rehman li endamên Ehrar el-Şam û Tehrîr el-Şam li Xûtaya rojhilatî li Şamê digerin. [Wêne ji Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Tevlîhevî li herêma Xûtayê li Şamê payda dibe bi sedema derketina pevçûnan di navbera hêzên çekdar de, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku destpêkirina dijwariyê hêviyên xelkê deverê yên bi berdewambûna rawestandina şer a lawaz li beşekî ji devera gundewarî li hawîrdora Şamê di navbera hinek komên opozîsyonê û rejîmê de dipelixîne.

Hevbendiya Îslamî ya dijber Ceyş el-Îslam roja Duşemê (7ê Tebaxê) êrîşeke surpirîs bire ser çeperên Tehrîr el-Şam ên li Aşaerî û zeviyên wê çandiniyê, çalakvan Muhemed Bêk ji hevahengiya Xûtaya Rojhilatî, got.

Tehrîr el-Şam hevbendiyeke tundrew e ku Eniya Nusra ya berê piraniya wê pêk tîne.

Ev wêneya ku divegere sala 2016an dewriyeke Feyleqê Rehman li bajarokê Seqbayê dide xuyakirin çaxê ku pêwediyên wê û Ehrar el-Şam nesazkar bûn. Vê dawiyê tensyon di navbera herdu aliyan de li heman deverê derketin. [Wêne ji Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Ev wêneya ku divegere sala 2016an dewriyeke Feyleqê Rehman li bajarokê Seqbayê dide xuyakirin çaxê ku pêwediyên wê û Ehrar el-Şam nesazkar bûn. Vê dawiyê tensyon di navbera herdu aliyan de li heman deverê derketin. [Wêne ji Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Piştî cengên dijwar di navebera herdu aliyan de, êrîşa "bihêz û surpirîz" bi kontrolkirina Ceyş el-Îslam ji bajarok û deverên derdorê re bidawî bû, wî ji Diyaruna re got.

"Pevçûnên neberdewam ji şeva Duşemê heta bi Sêşemê dewam kirin piştî ku endamên Ceyş el-Îslam li endamên Tehrîr el-Şamê yên ku ji deverên direviyan digeran," wî got.

Di daxuyaniyekê de roja Duşemê, Ceyş el-Îslam eşkere kir ku kiryarên wê li gorî biryara wê ya bidawîkirina hebûna Tehrîr el-Şam li deverê û xelaskirina Xûtaya rojhilatî ji "şer û xapandina" wan bûn.

Tevlîbûna nav rêzên Feyleqê Rehman

Tevlîhevî gihiştin devera di bin kontrola hêzên opozîsyonê yên bi navê Feyleqê Rehman, û vê yekê fişar li ser Ehrar el-Şam çêkir, Bêk got.

Wî got jî ku her aliyek ê din bi hewla bidawîanîna bandora xwe tohmetbar dike.

Roja Duşemê, Feyleqê Rehman êrîşî çeperên Ehrar el-Şam û Tehrîr el-Şam li Erbîn û Medyera kir û karî ku Ehrar el-Şam ji herdu bajarokan derbixe û çeperên Tehrîr el-Şam jî kontrol bike, Bêk got.

"Lê tevlîhevî bi parçebûna 15 endamên Ehrar el-Şam û tevlîbûna wan nav rêzên Feyleqê Rehman gurtir bû, vê yekê jî cih û hêza Ehrar el-Şam li herêmê lawaz kir," wî got.

Wî got ku ev duyemîn parçebûna bi vî awayî ye di heyama mehekê de, û da zanîn ku beriya niha 75 endamên Ehrar el-Şam tevlî Feyleqê Rehman bûbûn.

"Ligel parçebûnan, depoyên çek û mûşekan ên di dest endamên parçebûyî de bo Feyleqê Rehman hatin radestkirin," Bêk got.

Feyleqê Rehman êrîş li ser bajarokên Erbîn, Heresta, Seqba and Kefir Betna pêkanîn di çarçoveya lêgerîna li endamên Ehrar el-Şam, wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500