Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî malbatên DAIŞ li kampa nêzî Mûsilê pişkinîn dikin

Xalid Taî

Jinên bêwar di kampeke Bertella de alîkariyên xwarinê ji hikûmeta Îraqî werdigirin di wêneyeke li ser Înternetê di 15ê Tîrmehê de hat weşandin. Hêzên Îraqî malbatên çekdarên"Dewleta Islamî" (DAIŞ) di kampeke li herêmê digire û pirsan ji wan dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan]

Jinên bêwar di kampeke Bertella de alîkariyên xwarinê ji hikûmeta Îraqî werdigirin di wêneyeke li ser Înternetê di 15ê Tîrmehê de hat weşandin. Hêzên Îraqî malbatên çekdarên"Dewleta Islamî" (DAIŞ) di kampeke li herêmê digire û pirsan ji wan dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan]

Di kampeke nêzêkî Mûsilê de ya ku li jêr pasvaniyeke asê ye, hêzên Îraqî pişkinîna endamên malbatên çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dikirin.

Kamp dora 15 kîlomitran rojhilatê Mûsilê ye li bajarokê Bertellayê, tenê malbatên çehdarên DAIŞê yên reviyan yan ên di şerê Mûsilê de hatin kuştin têde ne.

Di hundirê kompleksê de, ya ku 9ê Tîrmehê hat vekirin, hêzên Îraqî nasnameyên endamên malbatên DAIŞê seh dikin û pirsan ji wan dikin da misoger bikin ku destên wan di tawanan de nîne yan wan piştgirî ji çekdaran re dabîn nedikir, berpirsyaran got.

Ku ji aliyê desthilatdariya xwecihî ve tê serperiştîkirin, kamp 1,000 kesî dihewîne, yên ku guhdana bijîşkî û rihetiyê ya ew pê hewcedar in werdigirin", şêwirmendê parêzgarê parêzgeha Nînewayê Durêd Hikmet ji Diyaruna re got.

Kamp dişibihe kampên din ên bêwarên di welatê xwe de li bajarokên Xezir û Qeyarayê, ew kamp navendeke bijîşkî dihewîne da hemû rewşan çareser bike, malbat bi pêdeviyên rihetiyê, xwarin û avê hatin dabînkirin," wî got.

"Endamên van malbatan bi piraniya xwe jin in ên ku hevjînên wan di nav refên DAIŞê de şer dikirin, di nav wan de hineke ducanî hene û hineke din dêyên zarokên biçûk in," wî got. "Herwiha di nav wan de nûciwan û zilam jî hene."

Komîteyeke ewlekariyê ya pispor qeydên kesane yên van kesan seh dikirin li hemberî databêzeke ku agahiyên istixbaratî û şahidiya nişteciyên xwecihî di hundirê xwe de dihewîne, wî got.

Hewcedarî bi nûahliyetkirinê heye

Hikmet tekez kir ku hewcedarî bi "navendên nûperwerdekirina malbatên ku di bûyerên terorî de yan piştgiriya DAIŞê de ne sûcdar in, bi taybet ew jinên ku zor li wan hat kirin ku bizewicin çekdarên DAIŞê û ji wan ducanî bûn".

Ev xelk bi terorîstan re "demeke dirêj jiyane û êş ji destên wan dîtine, dibe gelek ji wan heta astekê bandora ramanên tundrewan li ser wan bûbin", wî got. "Divê ew bê çareseriya nûperwerdekirinê yan çarekirina derûnî nemînin da alîkariyê bi wan re bê kirin ku vegerin civakê."

Di 20ê Hezîranê de, Encumena Parêzgeha Mûsilê deng da "qedexekirin li malbatên DAIŞê ku vegerin deverên îqama xwe yên asilî li Mûsilê û malbatên ku aniha li bajar in derxin".

Lê belê, ev biryar rastî karvedanine cuda hat.

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şebêb Sebaawî got ku doza van malbatan tehedayeke rast ji perlemanê Îraqî re nîşan dide, ya ku divê li ser bixebite.

Bingehek ji bo aramiyê

"Divê em bingehê deynin, ji aniha ve destpê bikin, ji bo aramî û dadperweriyê li [Mûsilê] bi rêya ku mafên qurbaniyên terorîzmê bidin wan, û zarokên bêgunih yên malbatên DAIŞê hemêz bikin daku di jîngeheke îzole de neyên xwedîkirin û nebin tundrew yan dijminên civaka xwe," Sebaawî got.

Ji aliyê din ve, piştevanên qedexekirinê dibînin ku ew alaveke daku tolhildanê li dijî wan malbatan qedexe bikin tenê ji ber ku têkiliya wan bi çekdaran re heye.

"Tirsa vegera jingehên hu terorîzmê hembêz dikin bes e ji bo sererastkitina qedexekirina vegera malbatên çekdaran di vê demê de," emdamê encumena parêzgeha Nînewayê Mihremed Nûrî Ebid Rebû got.

"Veger mumkin e, lê tenê piştî proseya sehkirina [ewlekariyê] were qedandin û kesên bêguneh ji yên destên wan bixwîn in yan wan xizmên DAIŞê han didan ku tawanên xwe bikin werin cudakirin," wî ji Diyaruna re got.

Di hundirê kampê de, malbatên DAIŞê "tên parastin û ew ji aliyê desthilatdariyên xwecihî û ewlekariyê ve tên çavdêrîkirin".

Ew rastî pirs û proseya vepirsînê tên daku misoger bikin ew ji hêla ewlekariyê ve hatine sehkirin, wî anî ziman, wî not kir "eger bêgunihî û dilsoziya wan hat rastnîşankirin bê neçarî ew dê vegerin di civakê de bijîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji kerema xwe agahiyan bidin me li ser malbatên endamên DAIŞ ên ji welatên Erebî. Ew dê kengê vegerin welatên xwe? Em li benda vegera wanên xanpandî ne. Ez hêvî ji xwedê dikin ku li hana wan be.

BERSIV BIDE