Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Derfet bo xwendekarên Mûsilê hate dayîn ku bikevin ezmûnên dawîn de

Ala Husên li Bexdayê

Keçekên Iraqî waneyekî li dibistanekê li rojavayê Mûsilê roja 17ê Tîrmehê hazir dibe. Wezareta Perwerdahiyê biryar da ku bihêle xwendekarên dibistanên bilind ezmûnên xwe yên dawîn pêşkêş bikin tevî rewşên zehmet yên bajar jiyan dike. [Sefîn Hemîd/AFP]

Keçekên Iraqî waneyekî li dibistanekê li rojavayê Mûsilê roja 17ê Tîrmehê hazir dibe. Wezareta Perwerdahiyê biryar da ku bihêle xwendekarên dibistanên bilind ezmûnên xwe yên dawîn pêşkêş bikin tevî rewşên zehmet yên bajar jiyan dike. [Sefîn Hemîd/AFP]

Di hewlekê de bo vegerandina hestê jiyana asayî li Mûsilê piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Wezareta Perwerdahiyê ya Iraqî derfet da xwendevanên dibistanên bilind yên ku di qonaxa xwe ya dawî de ne ku ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Tevî ku bajar hîna ji neh mehên şerê giran ê ku bi derxistina DAIŞ bidawî bû sarêj nebûye, karbidestên warê perwerdahiyê alîkarî rijd bûn ku pêkhatina ezmûnan di demên asayî de be, heta ku rêjeyên deçûnê jî kêm bin.

Bi hezaran xwendekar tevlî ezmûnên xwe yên perwerdahiya Îslamî bûn roja 19ê Tîrmehê, û ezmûnên babetên din piştre hatin. Ezmûn li navendên ezmûnan li beşê rojavayî yê bajêr, yê ku kêmtir ziyana şer gihayê, pêk hatin.

Ezmûn birêveçûn tevî ku kurtahiya di xizmet guzariyan de hişt ku hinek xwendekar ezmûnên xwe di holên bê kehreba de biqedînin, û hineke din jî ava vexwarinê ya sar ji wan re nepeyda bû.

Piraniya xwendekaran ne baş amadebûn, û agahiyên tam li dor babetên ku di wan de hatin ezmûnkirin di sala akadîmî de wernegirtibûn.

"Biryara lidarxistina ezmûnan li Mûsilê di cihê derengxistina wan de bo sala bê bi xwe tehediyeke mezin bû," peyvdarê wezaretê Brahîm Sebtî ji Diyaruna re got.

Wî got ku wezaret zoriya wan bir, û ji cîhanê re selmand ku ew dikare li ber xwe bide, milbimilê ciwanên Mûsilê.

Tercîhkirin ne berdest e

Sebtî got ku wezaretê tu tercîhek neda xwendekarên Mûsilê li ser xwendekarên devrên din, û da zanîn ku hemû kesên tevlî ezmûnan dibin bi heman çavî li wan tên nihêrtin, heta ew ên ku hinek rewşên dijwar ên awarte jiyan kirine.

Wî got ku ev yek ji ber ezmûn li gorî standerekî niştîmanî ne û nikarin bê kêmkirin yan sazişkirin li hinek deveran.

Wî got jî ku wezaret bi saziyên din ên hikûmetê re kar dike ku jîngeha rast bo xwendekaran di sala akadîmî ya bê de berdest bike, û da zanîn ku rewş dê ber bi pêş ve biçe.

Ji aliyê din, parlemantara Iraqî Sacîda Muhemed, a ku nûnertiya parêzgeha Nînewa di komîta parlemanî ya perwerdahiyê de dike, ji Diyaruna re got ku ew bi bawer e ku lidarxisitina ezmûnên niştîmanî li parêzgehê hewcedarê guhlêdaneke taybet e.

"Divabû ku xwendekarên Mûsilê ezmûnên xwe bidin bêyî tu berçavgirtinekê ji zehmetiyên ku wan dîtin, nexasim di çend mehên dawî de piştî ku şer li bajêr dest pê kir," wî got.

Wê karbidestên din agahdar kirin ku divê ew li ber çav bigrin ku hinek xwendekaran dêbav û endamên malbatên xwe ji dest daye û rastî trawma hatine ji ber rewşa ku wan jiyan kiriye.

"Tevî hemû zehmetî û berhengariyan, birêveçûna ezmûnan li bajêr tê wateya ku jiyana asayî li Mûsilê pêkane," wê got jî.

Vejiyandina sektorê perwerdahiyê

Muhemed got ku hikûmeta fedral pilaneke giştgîr amade kiriye bo vejiyankirina sektorê perwerdahiyê li Nînewayê.

Gava yekemîn berhevkirina databêseke çirûpir e ku hûragahiyan himbêz bike li dor rewşa dibistanan li parêzgehê û destnîşankirina yên bikêr û yên ku bi hewce ne ku bên têkdan û dubare avakirin.

Gava duyem pêgehandin û çêkirina karê ku li dibistanan dest pê bûye, ew jî li jêr serperiştiya dîrekt a Wezreta Perwerdahiyê.

Wê got jî ku qonaxa sêyem û dawîn pêgehandina derûnî ya xwndekaran û mamostayan e, ji ber ku wan salên ji zordariyê jiyan kirine û bi îdyolojiya tundrew re rûbirû mane li jêr kontrola DAIŞ.

Muhemed got ku kêfxweş û matmayî ye ji ber ku "bandora DAIŞ pir sînordar e li ser mamostayan û xwendekaran, û herwiha ji redkirina şêniyên parêzgehê ji îdyolojiya çewt a rêxistinê re".

Wê bang li hikûmeta fedral kir ku rewşa aborî ya karmendên hînkirinê berçav bigire û misoger bike ku ew mûçeyên xwe careke din werbigrin, ji ber piraniya wan tevî zehmetiyan xwe pêbend hiştibûn.

Çavdêrê budceya perwerdahiya Nînewayê Raid Îsmaîl got ku fermangeha perwerdehiyê ya parêzgehê mûçe ji deh xetrên mamostayan (14,515 mamosta) terxan kirine, ew bi temamî 13.5 milyarê Îraqî (11.6$) dide.

"Fermangeh dê berdewam be di van rojên bê de di belavkirina mûceyên mamostayên mayî de, heta ew karibe mûçeyan bide 24,000 karmedan," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mîna naleteke ku jê re tê gotin gorîbûna devihan e. Tenê Ereb dermankiria vê nexweşîyê dizanin. Dermankirin bi vî awayî ye: hemû kesên nexweş divê dûrî kerî bimînin daku yên mayî parastî bimînin.Ji ber vê yekê, divê dermankirin xurû Erebî be, ne biyanî yan rojavayî be. Ez tekez dikim ku DAIŞ ji alîyê ajansên istixbaratên navdewletî hat çêkirin û ew weke çekekî tê bikaranîn mîna çekên kîmawî, hîdrojîn, çekên atomî û fosforî. Ev çek derkete holê, dema ew li Guantanamuyê hat çêkirin û piştre hat hinardekirin bo girtîgeha/kampa Bukayê, piştre kûçikên xwe yên har berdan me. Xweberdan û berhemêm wan nasnameya paşxaneya piştgirîya wan dike nîşan dike.

BERSIV BIDE