Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şervanên elên Nînewayê xwebexş dibin daku DAIŞ ji Teleferê derbixin

Xalid Ta'î

Nişteciyên bêwar ên Teleferê gihane hêzên ewlekariyê yên Îraqî piştî ew ji devera xwe reviyan, ya ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ye. Pêşbînî heye ku operasyona rizgarkirina bajarokê li parêzgeha Nînewayê nêzîk dest pê bike . [Wêne ji rûpela facebook ya Tvgera Rigarkirina Teleferê hatiye wergirtin]

Nişteciyên bêwar ên Teleferê gihane hêzên ewlekariyê yên Îraqî piştî ew ji devera xwe reviyan, ya ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ye. Pêşbînî heye ku operasyona rizgarkirina bajarokê li parêzgeha Nînewayê nêzîk dest pê bike . [Wêne ji rûpela facebook ya Tvgera Rigarkirina Teleferê hatiye wergirtin]

Eşîrên Îraqî li parêzgeha Nînewayê roja Duşemê (31ê Tîrmehê) ragihandin ku ew dê di şerê bê de beşdar bibin daku Teleferê li parêzgeha Nînewayê ji jêr destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin.

Dora "heft hezar zilamên eşîran" ji Nînewayê xwebexşbûne daku bi hêzên ewlekariyê re di şer bi DAIŞ re beşdar bibin, Muzahim Hiwêt , berdevkê eşîrên Nînewayê got.

"Xwebeşan rahênaneke serbazî û bedenî ya baş wergirtine û têra wan çek jî li cem wan hene," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku herwiha eşîr dê ewlehiyê li Teleferê biparêzin piştî rizgarkirina wê.

"Hêzên êlan di rizgarkirina gelek deveran de li Nînewayê beşdar bûne weke Zumar, Rabiya û deştên Nînewayê," Hiwêt got, wî anî ziman jî ku ew aniha hevkariyê bi hêzên Îraqî û Pêşmerge re dikin daku ewlekariyê li wan deveran biparêzin.

"Telefer herêma Nînewayê ya dawî ye ya ku ji aliyê DAŞ ve tê kontrolkirin, bi vegerandina wê, em dê rizgarkirina hemû bajar û bajarokên parêzgeha xwe ragihînin," wî got.

Hejmara çekdarên DAIŞ li Teleferê biçûk e, wî got, ji ber çekdarên rêxistinê yên berz di şerên Mûsilê û êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de ji dest çûn.

"Em pêşbînî nakin ku tu alozî di şer de biqewimin," wî got."Terorîst lawaz in û dorpêçkirî ne, û kêm moral in, ew dê nikaribin li hember hêzên me yên rigarkirinê rawestin.

Operasyona rizgarkirina Teleferê nêzîk e, piştî amadekirinên serbazî û locistî hatine pêkanîn.

Di axaftinekê de di gera sêyem ya Perleman ya taybet bi Xotrtên Îraqî di 29ê Tîrmehê de, Serokwezîr Heyder Ebadî got ku plana rizgarkirinê hatiye qedandin.

Berî rojekê, Wezareta Berevaniyê ragihand ku hêzên Îraqî herêmê dorpêç dikin, ew ji bo operasyona rizgarkirinê amadekariyê dikin.

Telefer ya ku ji havîna 2014an ve ji aliyê DAIŞ ve tê kontrolkirin, 65 kîlomitran dikeve rojavayê Mûsilê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500