Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hevbendiyeke siyasî ya nû li Iraqê armanc dike ku îdyolojiyên tundrew ji holê rabike

Ala Husên li Bexdayê

Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî ya nû pêkhatina xwe di dema konferanseke rojnamevanî ya roja Înê de li Bexdayê ragihand. Serokê Parlemanê Selîm Cibûrî serokatiya hevbendiya nû dike. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî]

Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî ya nû pêkhatina xwe di dema konferanseke rojnamevanî ya roja Înê de li Bexdayê ragihand. Serokê Parlemanê Selîm Cibûrî serokatiya hevbendiya nû dike. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî]

Hevbendiyeke siyasî ya nû li Bexdayê heftiya borî pêk hat ji çend hêzên siyasî yên bandorvan li parêzgehên Iraqî yên ku piraniya şêniyên wan Sunnî ne.

Pêkhatina Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî roja Înê (14 Tîrmehê) di konferanseke rojnamevanî de li paytexta Iraqî hat ragihandin.

Serokê Perlemanê û hevbendiya nû Selîm Cibûrî hazir bû, ligel Cîgerê Serokwezîr Osama Nucêfî û çend parlemantarên Iraqî.

Li gorî manifestoya wê, hevbendiya nû dixwaze li hember terorê û îdyolojiyên tundrew rabiweste û piştgiriya hikûmeta Iraqî bike di xebatên wê yên nûavakirinê de li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin.

Li gor Cibûrî, hevbendiya nû bang "li herkesî dike ku pirensîpên zelal û wan gavan bicih bînin ên ku dê welat ji kirîzên heyî rizgar bikin û pirinsîpên niştîmanî biçesipînin".

Ev dê "çend faktoran" liber çav bigrin, wî got, "mîna xebatên gihiştina bi tifaqên cidî û karkirina ber bi peydakirina aramiyê de bo beşên welat ên ku teror li wanxurt bû, û jinavbirina îdyolojiyên tundrew".

Cibûrî got ku dê hevbendiya nû giraniyê bide alîkariya vegera bêwaran bo malên wan û peydakirina ewlehiyê di qonaxa veguhêz de.

Wî bang li berpirsan kir ku berpirsiyariyên xwe bi cidî werbigrin û piştgiriya xebatên gihiştina bi tifaqê, ewlehiyê. û vegerandina malbatên bêwar û rizgarkirina bajarên ku hîna li jêr kontrola DAIŞ in bikin, mîna Hewîca, rojavayê Enbarê û Telafer.

"Hevbendiya nû tayifgeriyê red dike, û dixwaze ku hevgirtineke gelemper û projeyeke niştîmanî pêk bîne daku alikariya pilan bo qonaxa paş DAIŞ bike," wî got, ku dê têde dewlet weke desthilatdariyeke rewa rêz lê bê girtin.

Hevbendiyeke dijî terorê

Parlemantara Iraqî Şeza Ebûsî, ku endameke hevbendiya nû ye, ji Diyaruna re got ku berîtiya bilind a Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî rûbirûbûna îdyolojiyên tundrew e.

"Ev awayên kevin ên bîrkirinê civak ji hev xistine û bûne sedema şeran û zehmetiyên dijwar di salên borî de," wê got.

Wî got ku hevbendiya siyasî ya nû bi xurtî piştgiriya xebatên hikûmeta Iraqî û hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî rêxistinên tundrew de yên mîna DAIŞ dike, û da zanîn ku çend endamên vê hevbendiya nû hêzên êlan in.

Van hêzan li jêr sîwana fermandariya federal şer kir daku DAIŞ têk bibin, wê got.

Hevbendî pilan dike ku piştgiriya destketinên serbazî yên herî dawî bike "bi rêya xweşkirina zemînê bo rûbirûbûna îdyolojiyên terorî, îzolekirina wê li ser asta civakî û dorpêçkirina wê ji aliyê aborî de", Ebûsî got.

Wê got jî ku terorîzm bêyî hevkariya di navbera hêzên siyasî de li her deverê têk naçe, û da zanîn ku "xelk nikare ewle be eger ku bajarên wan neyên avakirin, xizmetguzarî neyên vegerandin û derfetên kar neyên peydakirin".

"Dê terkîzeke bi lez li ser hevbendiya siyasî ya nû hebe," wê got.

Wê got jî ku di qonaxa dahatû de, "gelek xelkên deverên rizgarbûyî yên ku hatin neçarkirin ku tevlî DAIŞ bibin ji ber sedemên aborî" divê herwiha rewşa wan jî li ber çav bê girtin.

Jinavbirina terorîzmê hewcedariyeke navdewletî ye, wê got, tekez jî kir ku Yekîtiya Hêzên Niştîmanî yên Iraqî hate dinyayê daku piştevaniyê bike, nexasim ji bo parêzgehên ku hatine rizgarkirin, daku xelkên wan bajarên xwe yên kavilbûyî nûava bikin.

Endamê hevbendiya nû, parlemantarê Iraqî Ehmed Mesrî ji Diyaruna re got ku divê herêm û cîhan piştgiriya van parêzgehan bikin bi peydakirina mîkanîzmekê bo komkirina alîkariyan, û peydakirina dayînan bo dabînkirina jêderên aborî yên pêwîst.

Wî tekezî li ser karkirina bi hevparî ligel hikûmeta Iraqî kir, û ji hikûmtê daxwaz kir ku xelkên li deverê rizgarbûyî biparêze.

Çend aliyên ku tevlî hevbendiya nû bûn navên partiyên xwe hiştin, di nav de partiya Hevgirtin a Iraqî ya bi serokatiya Osama Nucêfî, Tevgeha Niştîmanî ya pêşxistin û çaksaziyê ya bi serokatiya Cemal Karbûlî (el-Hel anku çareserî) û Hevpeymaniya Erabiya bi rêbertiya Salih Mutleq, û çend partiyên Sûnî yên din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500