Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî li du çekdarên reviyayî yên DAIŞ li başûrê Mûsilê digerin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî nobedariyê li cadeyekê li rojavayê Mûsilê di 13ê Tîrmehê dikin, çend rojan piştî ragihandina hikûmetê ji rizgarkirina bajar ji "Dewleta Islamî" re. [Sefîn Hemîd/AFP]

Hêzên Iraqî nobedariyê li cadeyekê li rojavayê Mûsilê di 13ê Tîrmehê dikin, çend rojan piştî ragihandina hikûmetê ji rizgarkirina bajar ji "Dewleta Islamî" re. [Sefîn Hemîd/AFP]

Operasyonek roja Sêşemê (18ê Tîrmehê) destpê kir ji bo dûvçûna çekdarên DAIŞ ên reviyayî ku li deverên li ser çemê Dîclayê li başûrê Mûsilê bicih bûne , Fermandariya Operasyonên Nînewayê got.

Ev operasyon giraniyê berdide ser deverên Zaba Jorîn, Şemsiyat û gundê Qebir Ebid, li bakurê Hemam Elîl, piştî raporine li ser hebûna çekdarên DAIŞ ên ku bi dizî derbasî van deveran bûne piştî şikestina wan li Mûsilê.

"Operasyon beşek ji plana ku fermandariya me danî piştî serkeftina me ya gelek mezin li Mûsilê," berdevkê fermandariyê emîd Fîras Beşar Sebrî ji Diyaruna re got.

"Armanc parastina deverên rizgarbûyî ye û berqerarkirina ewlehiyê li wir bi tevlîbûn û piştgiriya niştecihên xwecihî," wî got.

"Em ligel yekîneyên artêşê yên din û niştecihên xwecihî hevahengiyê dikin daku terorîstan bigrin û rê nedin wan ku şaneyên razayî an jî veşargehên nehênî pêk bînin," wî got jî.

Operasyonê heta niha "bi dehên Iraqiyên daxwazkirî" girtine, Sebrî got, anî ziman jî ku çekên cuda û êlekên bombekirî yên corbicor hatine desterserkirin.

"Ev operasyonên ku bi haydarî hatine plankirin peyamên piştrastkirinê ji niştecihan re dişînin ku hêzên wan ji bo pêkanîna jîngeheke ewletir kar dikin û deverên wan ji metirsiyên terorî diparêzin," wî got.

Ji 12ê Tîrmehê ve, hêzên Iraqî di nav operasyoneke serbazî de ne ji bo paqijkirina gundê Îmam Xerbî nêzî Geyara, başûrê Mûsilê, ji çekdarên DAIŞ.

Hikûmeta Iraqî roja 10ê Tîrmehê temambûna rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500