Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Nişteciyên Idlibê kêmbûna xizmetguzariyan protesto dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nişteciyên bajarê Seraqibê xwepêşandanek di 13ê Tîrmehê de lidar xistin daku nerazîbûna xwe ji kêmbûna xizmetên elektîk û avê nîşan bidin. [Dîmen ji ofîsa regihandinê ya Seraqibê]

Nişteciyên bajarê Seraqibê xwepêşandanek di 13ê Tîrmehê de lidar xistin daku nerazîbûna xwe ji kêmbûna xizmetên elektîk û avê nîşan bidin. [Dîmen ji ofîsa regihandinê ya Seraqibê]

Nişteciyên bajarê Seraqibê yê Sûrî li gundewarên parêzgeha Idlibê roja Pêncşemê (13ê Tîemehê) derketin kolanan daku nerazîbûna xwe ji tinebûna xizmetên sereke nîşan bidin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Bajarê ku li jêr kontrola Tehrîr Şam e, hevbendiyeke ji komên tundrew ên ku di nav wan de Eniya Nusrayê ya berê, herwiha derdê belavbûna bêqanûnî, revandin û diziyê dikşînin.

Mihemed Xalid ji komîteya hevahengiya Seraqibê, ya ku ji Komîteyên Hevahengiyê yên Xwecihî li Sûrîyê ne, got ku şertûmercên jiyanê li parêzgeha Idlibê, bi taybet li bajarê Searqibê û gundewarên wê, pir xirab in.

"Niştecî derdikevin kolanan daku qehra xwe ji rewşa xirab nîşan bidin," wî ji Diyaruna re got.

Nişteciyên Seraqibê di 13ê Tîrmehê de rê bi tayrên şewitî girtin daku bixwazin ku xizmetên sereke bi awayekî baştir bigihin wan. [Dîmen ji ofîsa ragihandinê ya Seraqibê]

Nişteciyên Seraqibê di 13ê Tîrmehê de rê bi tayrên şewitî girtin daku bixwazin ku xizmetên sereke bi awayekî baştir bigihin wan. [Dîmen ji ofîsa ragihandinê ya Seraqibê]

Roja Pêncşemê, wan rê bi tayrên şewitî girtin daku nerazîbûna ji belavkirina bêdad ji elektrîk û avê re di navbera navçeyên cuda li bajar nîşan bidin, wî got.

"Hin navçe, yên ku emîr û berpirsyarên rêxistinên çekdar li wan bicih in, dabînkirineke berdewam ji elektrîk û avê ji wan re heye," Xalid got, dema ku hin navçeyên din hema bêje ti xizmetan wernagrin.

Çekdarên Tehrîr Şam dibêjin ku ev yek bi sedema "daxwaziyên ewlekarî" ye, wî anî ziman.

Nebûna hukumdariyê

Nişteciyên xwecihî di xwepêşandanên jixweber bi hejmarin mezin beşdar bûn, hiştin ku berpirsyarên encumena xwecihî destwerdanê bikin û nişteciyan bi sozan ku doza wan çareser bikin aram bikin.

"Lê belê niştecî edî nema sozên wan bawer dikin, ji ber berê heman soz ji wan re dabûn" Xalid gor.

Cidiyet li cem grûpên çekdar ku herêmê kontrol dikin kêm e di pêkanîna gazind û pêdiviyên nişteciyan ên rojane, wî got.

"Dema nişteciyan xwest ku kolanan werin çêkirin û qîrkirin, encam bobelatî bû," wî got, qîrê dest bi heliyanê kir û hin kolan zû kortik di wan de xuya kirin.

Tinebûna hukumraniyê babetên ewlekarî jî nav xwe digire, wî got, wî anî ziman ku herêm "neheqî têde belavbûyî ye".

Bûyerên diziyê, revandinê, kuştinê peyda dibin, wî got, lê cîbicîkirina qanûnê kêm e ji ber ku piraniya kesên ku wan tawanan dikin endamên rêxistinên çekdar in, ên ku herêmê kontrol dikin.

"Piştî wan hemû qurbaniyan, nişteciyên herêmê hizir kirin ku ew dê pîvanên herî kêm ji jiyan û ewlekariyê bidest bixin," Xalid got. "Tevî vê yekê, her tişt aniha li jêr destê rêxistinên çekdar e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500