Nûçeyên Iraqê
Aborî

Baykot li hember diravên ku dirajin wêneya Esed

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Diraveke kaxez a ku nû hatiye derxistin û wêneya serokê Sûriyê Beşar Esed li ser e rastî baykotê li deverên li jêr kontrola opozîsyonê hatin. [Wêne di medya civakî de belav e]

Diraveke kaxez a ku nû hatiye derxistin û wêneya serokê Sûriyê Beşar Esed li ser e rastî baykotê li deverên li jêr kontrola opozîsyonê hatin. [Wêne di medya civakî de belav e]

Sûriyan li deverên li jêr kontrola opozîsyonê ji Diyaruna re got ku ew dê diravên nû yên ji xaneya 2,000 perên Sûrî yên ku banka navendî saz kirine baykot bikin ji ber ku ew wêneya serokê welat Beşar Esed hildigrin.

Wan got ku ew dirav bi asteke bilind provoksyoner in, ji ber ku gelek Sûrî Esed berpirsê rasterast ê şer dibînin, şerê ku bû sedema kuştina zêdetirî 320,000 kesan û bêwarbûna bêhtirî nîv milyonî ji nifûsa Sûriyê ji dema ku di Adara 2011an de destpê kir.

Ligel wendahiyên mirovî yên giran, AFP raport kir, şer jêrxaneya Sûriyê wêran kir û xesarên bi qasî $226 milyaran gihande aboriya wî welatî, li gorî texmînên ku Banka Cîhanî roja Duşemê (10ê Tîrmehê) belav kirin.

Roja 2ê Tîrmehê, Banka Navendî ya Sûriyê diraveke nû ji xaneya 2,000 perên Sûrî derbasî bazarê kir ku wêneya serokê Sûriyê Beşar Esed li ser rûyê wê yê pêşîn e û dîmenê avahiya parlemanê Sûrî li Şamê li ser rûyê wê yê din e.

Sûrî li parêzgeha Idlibê serdana veguhêrekî peran dikin. Veguhêrên peran rûbirûyî zehmetiyê di baykotkirina diravên nû de yên ku dirajin wêneyê serok Beşar Esed tên. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Sûrî li parêzgeha Idlibê serdana veguhêrekî peran dikin. Veguhêrên peran rûbirûyî zehmetiyê di baykotkirina diravên nû de yên ku dirajin wêneyê serok Beşar Esed tên. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Derxistina dirava nû bi baykotê ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûrî ya ku Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Opozîsyonê û Şoreşê wê pêk tîne û ji aliyê hejmarek ji encumenên xwecihî li deverên li jêr kontrola opozîsyonê hate pêşwazîkirin.

Li bajarokê Exterîn, encumena xwecihî ragihand ku herkesê ku dirava nû bikar bîne dê rastî cezayê selak zindan bê, Husên Sefer, ku xwedanê ofîsa Idlib a veguhestin û pevguhertina diravan e, got.

"Dirav rastî redkirineke cemawerî hat ji ber hebûna wêneya Beşar Esed, tiştê ku weke provaksyonê tê dîtin di roniya şerê lidar de," wî ji Diyaruna re got.

Diyar e ku baykot bisernakeve

Sefer got ku ew derbarê serkeftina baykotê de reşbîn e, lê belê, da zanîn ku bi hezaran ji fermanber û xanenişînên ku li deverên li jêr kontrola opozîsyonê dijîn mûçeyan ji rejîmê werdigrin.

Wî got ku ev mûçe bi perên Sûrî tên dayîn.

Wî anî ziman jî ku çalakiyên bazirganî di navbera deverên li jêr kontrola rejîmê û yên li jêr kontrola opozîsyonê de ranewestiyane, lê di rastî de ew dipişkivin ji ber tifaqên ku li gelek navçeyan pêk tên.

"Ev jî tê wateya ku derbasbûyîna diravên nû dê berfireh be û nayê kontrolkirin," wî got, "ji ber ku bazar hewcedara pevguhertina diravekê ne, û diravên fermî tek diravên pevguhertî di vê demê de ne."

Sefer got jî ku diravên biyanî di danûstandinên diravî de tên bikaranîn, lê bi rêjeyek biçûk, bi rêya veguhestinên ji derve tên, lê ev pere divê bo perên Sûrî bên veguhertin daku li bazaran bên bikaranîn.

"Eger em vê diravê îroj baykot bikin, ji xwe em dê sibe neçar bin wê bikar bînin. Ev rastiyeke jênerev e," Muhsin Cado, mamostayê ji Seraqibê, got.

Sazkirina diravên nû "kiryarekî provaksyoner e ji aliyê rejîmê ve daku îsbat bike ku ew hîna heye û hîna rewa ye", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku dibe ku baykot li gundan û bajarokên biçûk li derveyî navendên bazirganî yên mezin, ku xelkê wan deveran pişta xwe bi çandiniyê girê didin, biser bikeve, lê ne deverên bazirganî û pirnişîn, ên ku bêguman dê zehmet be ku pêbendî baykotê bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500