Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ çekdarkirin û rahênana zarokan didomîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) zarokan rahênan dike daku bibin çekdar, ji ber ku ew rastî têkçûnan tê û çekdarên wê yên temenmezin direvin an di şer de dimirin. [Wêne ji Miheme Ebdulla]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) zarokan rahênan dike daku bibin çekdar, ji ber ku ew rastî têkçûnan tê û çekdarên wê yên temenmezin direvin an di şer de dimirin. [Wêne ji Miheme Ebdulla]

Zarokên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wan weke "eşbalên xîlafetê" destnîşan dike ji bajarê Reqayê yê Sûrî nepenî bûn di demekê de ku hêzên rizgarker nêzîkî asêgeha rêxistinê dibin, nişteciyan ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, rêxistinê hin "dibistanên eşbalan" li gundewarên Şamê ava kirine, cihê ku zarokan lê rahênan dike daku bibin çekdar.

Ev tevger bi berfirehî hate şîrovekirin ku ew hewldaneke daku xizneya mirovî ya derfetê bide DAIŞê ku berdewam bike û operasyonên terorî di pêşerojê de pêk bîne biparêze, heta gava ku bi rastî hebûna wê li ser erdê nemîne jî.

"Leşkerên DAIŞê yên zarok" ên ku bûbû adet tu wan her kêlî bibînî bi çekên xwe li kolanan digerin, êdî nema li Reqayê têne dîtin," nişteciyekî xwecihî bi navê Emced Mihemed, ê ku bernavek bikar tanî ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Zarok ji neteweyên cuda ne, ew di kampan de li derdora bajar bicih bûne, wî ji Diyaruna re got.

Hin ji wan sêwî ne, endamên DAIŞê ew ji gelek deverên Sûriyê dane hev, wî got, lê hine din dêûbavên wan ew di ber pereyan de dane dest DAIŞê daku bibin "çekdarên pêşerojê".

Mihemed got ku wî karîbû tekez bike ku gelek zarok bo aniyên şerli gundewarên Reqayê hatin şandin daku şer li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.

Ev tevger hatiye sazkirin "daku bikeve ber kêmbûna hejmara endaman a ku rêxistin derdê wê dikişîne" wî got, wî anî ziman ku gelek ji wan zarokan tenê çend hefteyan ketine kampên "eşbalên xîlafetê" bûne.

Diyar e ku rêxistin van zarokan û hin xortên din ên ku ji ber bihaneyên cuda girtine bikar tîne, daku wan bixe ber kêmbûna hejmara çekdarên xwe de.

"Xort ji ber gazinên cuda hatin girtin û ew guhestin deverin tirsnak dakuerkine lojistîk bicî bikin weke kolana xendekan, veguhestina alavan yan jî gihandina xwarinê bo çekdaran li eniyên şer ," wî anî ziman.

Xapandina dêûbav û zarokan

Ji ber ku şerê Reqayê hêzdar e û zor li kampên DAIŞê li wê herêmê hatiye ku werin girtin, rêxistinê dibistanek li Heceril Eswedê, li başûrê Şamê vekiriye daku çekdarên zarok rahênan bike, çalakvan Tariq Ebdo got.

Li gor Ebdo, yê ku damezrênerê hevkar e ji destpêşxeriya "Bila nema zarok têne çekdarkirin an di karên çekdar de li Sûriyê bêne bikaranîn" re, rêxistin gelek karan dike daku xelkê di rêya serdanên li malan ber bi vê dibistana nû ve han bide.

Li ser bingeha materyalên handanê û agahiyên ku ji aliyê dêûbavan hatin dabînkirin, DAIŞê hewl da ku wan qayil bike daku zarokên xwe bişînin. Dibistan zarokên 12 salî û yên xwendina xwe ya seretayî qedandine qebûl dike.

Xwendekar dor du salan li vê dibistanê dimînin êdî weke çekdaran jê derdiçin, piştî ew waneyên şerîetê, zanistinên serbazî û hin mijarên din dibin.

Di kampanyaya xwe ya handanê de, Ebdo got, rêxistin îdia dike ku armanca dibistanê ew e ku "nifşekî nû ji çekdaran amade bikin daku Misilmanan biparêzin".

Çekdarkirina zarokan û dagirtina serên wan bi îdîolojîya şaş "kêşeyeke pir tisnak e divê were çareserkirin û kontrolkirin", pisporekî derbarê rêxistinên terorî, lîwa Ebdullerîm Ehmed, ê ku ji artêşa Misrî xanenîş bûye, got.

"Ev zarok dê bibin bombeyên livbar ên ku dibe di kîjan kêlîkê de biteqin dema ku emir ji wan re were, heta eger bi rastî rêxistin li Sûriyê nemîne," wî ji Diyaruna re got.

Bidestxistina lîsteya tam a bi nav û neteweyên van zarokan an cihê ku ew lê jidayik bûne girîng e daku wan bibînin û wan ji nû ve ehlîyet bikin, wî got, wî anî ziman ku nayê gotin bê ew dikarin çiqas bobelatan encam bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500