Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Penaberên Kiristiyan dest pê dikin vedigerin warê xwe

Ala Hisên li Bexdayê

Endamekî milîtaneke Kiristiyanî ya berpirsyar e ku bajarokê Qereqoşê (Hamdaniya) yê Îraqî yê bi piranîya xwe Kirisiyane, li jêr qurbangehekê li dêreke vala di 5ê Gulanê de nimêj dike. "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2016an de, ji Qereqoşê hate derxistin. [Fadel Sena/AFP]

Endamekî milîtaneke Kiristiyanî ya berpirsyar e ku bajarokê Qereqoşê (Hamdaniya) yê Îraqî yê bi piranîya xwe Kirisiyane, li jêr qurbangehekê li dêreke vala di 5ê Gulanê de nimêj dike. "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2016an de, ji Qereqoşê hate derxistin. [Fadel Sena/AFP]

Malbatên Kiristiyan ên Îraqî yên ku ji ber çewsandina olî ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji welatê xwe derketibûn, aniha hêdî hêdî dest pê dikin ji welatên cîran vedigerin welatê xwe, berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re gotin.

Biryara ku vegerin welat bi piranîya xwe ji ber ewlehiya baştirbûyî li herêmên ku ji rêxistinê hatine rizgarkirin ye, bi taybetî li parêzgeha Nînewayê, wan got.

Sekerterê giştî yê Lîwayên Babilê, Reyan Kildanî ji Diyaruna re got ku ew bi birêveberên Kiristiyan ên xwecihî re kar dike daku bi sedan malbatên Kiristiyan ên Îraqî vegerînin welat, ên ku daxwazên wanên penaberiyê li welatên cîran hatinbûn redkirin.

Lîwayên Babilê milîtaneke Kiristiyanan e,û şerê DAIŞ dikir.

"Redkirina daxwaza penaberiyê ew di rewşeke nearamîyê de hiştin, ne dikarîbûn vegerin ne jî li wan welatên mêvandar bimînin", Kildanî got.

Di serdaneke nû de li Bêrûtê, Kildanî got ku ew yekser serperiştîya vegerandina 63 malbatên Kiristiyan ên bêwar dike, ji 1800 kesên ku hêdî hêdî dê vegerin Îraqê.

Wî got ku Balyozxaneya Îraqî li Bêrûtê biserneket di tedbîrên pêwîst da vegera wan hêsan bike, weke mînak rakirina bihayê ku ji malbatan tê xwestin ku bidin.

Dibe ku biha di navbera 350$ û 400$ be ji her mirovekî re, wî got.

"Bi alikarîya gelek welatîyên Kiristiyan bi yaybet ên dewlemend li Îraqê, piranîya van babetan hatin careserkirin" wê got, wî anî ziman ku wî Komîteyeke taybet damezrand, û wê alîkariyan peran dan hejmareke mezin ji van malbatan.

Di nav alîkarîyê de çareserkirina kêşeyên qanûnî yên ku vegera Kiristiyanên Îraqî bi dereng xistin û misogerkirina bilêtên balefirê ji Bêrûtê heta Bexdayê.

"Piranîya kesên vegerayî li herêma deşta Nînewayê ne li parêzgeha Nînewayê û ew vegeriyane bajar û gundên xwe yên rizgarkirî bi alîkarîya hêzên ewlekarîyê yên Îraqî," wî got.

Hewldana vegerandina penaberan hevahingîya hikûmetê dixwaze, wî piştrast kir, ji ber ew bêtir ji civaka sivîl û destpêşxerîya takekesan dikare dest bide rewşa wan.

Bang ji bo alîkarîya hikûmetê

Civaka Kiristiyan rehên wê yên kûr li Îaqê hene, parlementoyekî Îraqî Cozêf Salwa got, wî bang li hikûmetê kir ku bêtir samanan terxan bike daku derdê wan çareser bike.

Salyo, yê ku di parlemanê de nûnerê civaka Kiristiyanî ye, ji Diyaruna re got ku wî bang li desthilatdarîyên hikûmetê kir ku kontrola vegerandina penaberan bikin, dayîna mûçeyan misoger bike û veguhestina wan dabîn bike.

Wezareta Veguhestinê hîn daxwaza qutkirina bilêtan li ser rêhewaya Îraqî daku Kiristiyanên Îraqî ji Bêrûtê vegerînin bersiv nedaye, wî ji Diyaruna re got.

"Wezareta derve ya Îraqî herwiha alîkarîya gerek ji vegerandina Kiristiyanan re dabîn nekiriye, ne tenê ji Bêrûtê lê belê ji welatên cîran jî weke Urdin û Tirkîyê," wî got.

Birêveberê navçeya Başîqayê Sanûn Yûnis Yûsif ji Diyaruna re got ku bajarokê wî yê ku welat bû ji hejmareke mezin ji niştecîyên Kiristiyan re, aniha ew pêşwazîya vegera wan dike.

Niştecîyên Başîqayê û yên deverin din li Nînewayê bi hev re kar dikin "yekîtî dikare careke din bi ser bikeve, weke ku wê berî derketina DAIŞê dikir", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ew ne milîs in; lê belê, ew şaxên Heşdê Şaebî ne.

BERSIV BIDE