Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Endamên Eniya Nusra festîvala zarokan li parêzgeha Idlibê qedexe dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Zarokên Sûrî li yek ji kampên Atma ya awareyan ji çalakiyên canxwestinê di dema eventeke borî de ku ji aliyê yek ji rêxistinên xêrdar li kampê hatibû lidarixistin xweşiyê dibînin. EndamênEniya Nusra vê hefteyê avêtin ser kampa Colan ji bo qedexekirina festîvaleke zarokan ku bi boneya Cejna Remezanê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Somer Axa hatiye wergirtin]

Zarokên Sûrî li yek ji kampên Atma ya awareyan ji çalakiyên canxwestinê di dema eventeke borî de ku ji aliyê yek ji rêxistinên xêrdar li kampê hatibû lidarixistin xweşiyê dibînin. EndamênEniya Nusra vê hefteyê avêtin ser kampa Colan ji bo qedexekirina festîvaleke zarokan ku bi boneya Cejna Remezanê hatibû lidarxistin. [Wêne ji Somer Axa hatiye wergirtin]

Çekdaran avêt ser kampeke awareyên Sûrî li parêzgeha Idlib roja Pêncşemê (29ê Hezîranê) di dema pîrozbahiyên ku ji aliyê rêxistineke hawarçûnê ya zarokan ve ji bo Cejna Remezanê hatibû lidarixstin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Endamên Eniya Nusra, ku niha bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin û beşek ji hevbendiya Tehrîr el-Şam e, fîşek bi hewayê de berdan li kampa Colan û li zarok û organîzerên eventê yên ku li pêş wan sekinîn dan, çalakvanê medyayî Somer Axa, ji komîteya hevrêziya xwecihî ya Selemiyê, got.

Kamp, ku yek ji kampên Atmayê û ji awareyên Sûrî re ye, dikeve nêzîkî Qah, ku gundekî li gundewarên bakurî yên parêzgeha Idlibê ye.

"Terorîstan fîşek bi hewayê de berdan daku zarokên ku beşdarî festîvaleke ku ji aliyê rêxistineke hawarçûnê ya zarokan ve hatibûn organîzekirin bitirsînin," Axa ji Diyaruna re got.

Wan xwe da nasîn weke "endamên komîteya handana qenciyê û rêgirtin li xirabiyê", wî got, gotinên şahidhal û çalakvanên medyayî û hawarçûnê ji kampê jî anîn ziman.

Tundrewan ji hemû beşdaran re got ku "divê festîval bisekine ji ber ku programa wê stran û dîlanên zarokan li xwe digre", wî got jî.

"Bîstikên tirsê"

"Niştecihên kampê û zarokan wan di bîstikên tirsê re derbas bûn piştî ku tundrewan li herkesê ku li pêşiya wan bû dan," Axa got, anî ziman ku li gelek zarok, dêbav û organîzerên eventê dan û şop li ser laşên wan hiştin.

Tundrewan herwiha komputer, sîstemên deng û hemû alavên ku di dema festîvalê de dihatin bikaranîn wêran kirin.

"Organîzeran guhdaneke zêde dabûn hemû aspektên [festîvalê] ji bo dûrxistina acizkirinê, bi taybetî ku eventên din li kampê hatibûn qedexekirin bi bihaneya ku ew li dijî şerîetê ne," wî got.

Zarok bi tenê di festîvalê de beşdar bûn hevdem malbatên wan li meydaneke li hember wan diman, Axa got.

Herwiha, "stranên ku hatin pêxistin tenê stranên zarokan bûn, ne stranên adetî bûn", wî got.

Endamên Eniya Nusra hemû mobayl pişkinîn kirin û hejmarek ji memorîkartan birin daku wêne û vîdyoyên êrîşî neyên belavkirin.

"Wan herwiha gefa cezakirinê li malbatên ku bi bilez hatin daku zarokên xwe rizgar bikin kirin eger tu wêne yan jî vîdyoya bûyerê werin belavkirin," wî got.

Tundrewan kêfa Cejnê qedexe kir

Çalakvanê medyayî yê li Idlibê Mehmûd Hec Kamil bûyera li kampê piştrast kir.

"Endamên Tehrîr el-Şam bi awayekî giştî, û yên Eniya Nusra bi awayekî taybetî, her awayê kêfê û pîrozbahiyê li devera ku çendîn kampên awarebûnê ku bi dehezarên awareyan dihewînin li xwe digre qedexe dike," wî ji Diyaruna re got.

"Ew vê yekê bi hinceta bicihkirina şerîetê dikin," Hec Kamil got.

Lê sedema sereke ew e ku piraniya xelkê kiryarên van girûpan qebûl nakin û biya fermanên wan nakin, wî got jî.

"Ev girûpên terorîst biserneketin di çekdarkirina xort û zarokan, û ji ber vê yekê, hewl didin ku tolê hildin dema ku derfetek ji wan re çêbibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500