Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Iraqê dibêje ku wê mizgefta navdar a Mûsilê kontrol kir

AFP

Ev fayla ku çend wêneyan li xwe digre wêneyeke ku di 20ê Hezîrana 2017an de hatiye girtin ji minareya xûz a Mûsilê, Hedba, nîşan dide ligel (li xwarê) wêneyeke ku piştî du rojan ji jidestdana asoyê Mûsilê ji minareya xwe ya navdar re piştî rojekê ji teqandina wê ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve. Artêşa Iraqî di 29ê Hezîranê de kontrolkirina mizgefta navdar a Mûsilê ragihand. [Mihemed Şahid/AFP]

Ev fayla ku çend wêneyan li xwe digre wêneyeke ku di 20ê Hezîrana 2017an de hatiye girtin ji minareya xûz a Mûsilê, Hedba, nîşan dide ligel (li xwarê) wêneyeke ku piştî du rojan ji jidestdana asoyê Mûsilê ji minareya xwe ya navdar re piştî rojekê ji teqandina wê ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve. Artêşa Iraqî di 29ê Hezîranê de kontrolkirina mizgefta navdar a Mûsilê ragihand. [Mihemed Şahid/AFP]

Artêşa Iraqî roja Pêncşemê (29ê Hezîranê) kontrolkirina mizgefta eykonîk a Mûsilê ragihand ku li wir serokê "Dewleta Îslamî" Ebû Bekir Bexdadî bo cara yekem derket, û bang li Misilmanan kir ku biya wî bikin.

Ragihandina kontrolkirina mizgeftê -- kuDAIŞ hefteya borî teqand di demekê de ku hêzên Iraqî pêş dikevin -- piştî sê salan ji wê rojê tê ku tundrewan "xîlafetek" li Iraq û Sûriyê ragihandin.

"Hêzên Ajansa Dijî-Terorê mizgefta Nûrî û minareya Hedba kontrol kirin," Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de got.

Piştî ku fermandarekî bilind ê hêzên taybet got ku di rastiyê de mizgeft nehatiye kontrolkirin, fermandariya operasyonan zelal kir ku mebesta wê ew bû ku hêzên Iraqî dever îzole kiribûn û "ber bi temamkirina armancan ve diçin".

Mizgeft û minareya wê ya xûz Hedba (piştxûz) nîşanên navdar ên Mûsilê bûn û xwedî girîngiyeke mezin di dîroka desthilata DAIŞ de ya li Iraqê bûn.

Bexdadî di nimêja Înê de li mizgefta Nûrî di 2014an de derket, her dema ku DAIŞ dest danî ser duyem mezintirîn bajarê Iraqê, bang jî li Misilmanan kir ku biya wî bikin.

Cîhadiyan mizgeft û minareya wê di 21ê Hezîranê de teqandin ji ber ku berxwedaneke gelekî bêhêvî li hember pêşketina hêzên Iraqî nîşan dan.

Berpirsine Iraqî û hevpeymaniya navdewletî gotin ku wêrankirina wî cihî nîşaneke jidestdana jênerev a rêxistinê ji Mûsilê re bû, û Serokwezîr Heyder Ebadî ew weke "ragihandineke fermî ya şikestinê" wesif kir.

Jidestdana minareya sembolîk a sedsala 12an -- ku yek ji navdartirîn monumentên welat bû ku carinan weke Birca Pîsa ya Iraqî dihat wesifkirin -- welat şok kir.

Mîrat hat wêrankirin

Lê wêrankirin bi berfirehî çaverêkirî bû, ku fermandar dibêjin ku DAIŞ nedihişt ku hêzên Iraqî serkeftineke sembolîk a mezin bidest bixin bi rêya kontrolkirina wî cihî.

Mizgefta Bajarê Kevin yê Mûsilê ya dawîn bûji lîsteyeke dirêj a monumentên keleporî û dîrokî ku ji aliyê DAIŞ ve hatin wêrankirin di dema desthilata wê ya sê-salî de li ser rûberên berfireh ji Iraq û Sûriyê.

Minareya, ku sala 1172an hat temamkirin û bi sedsalan hat behskirin, li ser kaxeza 10,000 dînarên Iraqî hatiye nexşandin û sembola sereke ya duyem mezintirîn bajarê Iraqî bû -- navê xwe dabû gelek xwaringeh, kompanî û heta yaneyên sporê li Mûsilê.

Wêrankirina mizgeftê piştî sê rojan ji wê yekê tê ku hêzên hikûmetê dest bi êrîşekê li ser Bajarê Kevin kiribûn, ku dawîn navçeya Mûsilê ya di destê DAIŞ de ye.

Tê texmînkirin ku nêzîkî 100,000 kes li navçeyê ji aliyê DAIŞ ve dorpêçkirî bin, ku sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne.

Devera di destê tundrewan de biçûk e lê kolanên wê yên teng û hebûna gelek sivîlan hiştiye ku operasyon gelekî bi xeterî be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500