Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Enbarê kampanyayek ji bo ewlekirina rêya sereke ya stratejî pêk tînin

Xalid Ta'î

Çekdarên heşda êlî ya Enbarê dijî êrîşên "Dewleta Islamî" li Hedîsa parastinê dikirin. [Wêne ji rûpela Facebook a Heşda Êlî ya Enbarê hatiye wergirtin]

Çekdarên heşda êlî ya Enbarê dijî êrîşên "Dewleta Islamî" li Hedîsa parastinê dikirin. [Wêne ji rûpela Facebook a Heşda Êlî ya Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên heşda êlî ya Enbarê roja Sêşemê (29ê Hezîranê) kampanyayeke ji bo ewlekirina rêyeke gelek sereke ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) pêk anîn, berpirsên Iraqî ji Diyaruana re got.

Kampanya dê rêya Kîlo 160, ku ji rojavayê ji paytexta parêzgeha Enbarê Remadî heta bi Nexîb li Başûr dirêj dibe, ewle bike, eqîd Samî Muşaya Fehdawî, fermandarê fewca Cezîra ya heşda êlî ya Enbarê, got.

"Bi hevahengî ligel Firqeya 1ê ya artêşa Iraqî, em dixwazin ku rêya sereke ewle bikin û xwe ji gefên çekdarên DAIŞ biparêzin," wî ji Diyaruna re got.

Kapmpanya dê zîrevanên cihgir û yên gerok belav bike, xalên şev pêk bîne, û misyonên lêgerînê kûr li biyabanê ji herdû aliyên rêya sereke li dar bixe, wî got.

"Rêya girîng rêyeke sereke ye ku parêzgehê bi başûr û navenda Iraqî ve girê dide," Fehdawî got.

Ew carê ji bo karwanên hecê û karwanên kargo jî dihat bikaranîn, wî anî ziman jî.

DAIŞ dixwaze rêya sereke kontrol bike

Çekdarên DAIŞ bi berdewamî dixwazin ku êrîşî rêya sereke bikin ji bo girîngiya wê ya stratejî weke xaleke gihiştina piraniya bajarên parêzgehê, Remadî, Hît û Hedîsa di nav de.

"DAIŞ herwiha wê weke rêyeke piştgiriyê ji bo endamên xwe yên ku li Qaim, li rojavayê Enbarê, asê mane bikar tînin," Fehdawî got.

Çend rojan berî, çekdarên DAIŞ pênc moşekên Katuşa û hawin berdan hêzên Iraqî yên ku li ser rêyê bicihkirî ne, wî got.

"Hêzên artêşa me di cih de bersiv dan jêderê agir û gef sekinandin," wî got, bal jî kişand ku tu qurbanî nebûn.

Fehdawî, yê ku rêveberiya hêzeke êlî ku ji 200 kesî pêk tê dike, bang li hukmetê dike ku çek û wesayitan ji hêzên êlî re yên ku niha zêrevaniya rêya sereke dikin peyda bike.

"Em bang li hukmetê dikin ku pêdviyên serbazî yên girîng ji me re peyda bike," wî got.

"Me çekdar hene, lê belê kêmasî li çek û ger, pêdawîstên çavdêrî û lêgerînê heye," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500