Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

HHK: Xortên kurd nema tevlî DAIŞ dibin

Xalid Ta'î

Nimêjker di merasimên olî de li mizgefta Îcazê li Hewlêrê nimêj dikin. Desthilatdarîyên herêma kurdistanê diyar kirin ku tu xort ji herêma wan tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nebûne di van herdu salên dawî de. [Wêne ji Encumena Bilind ya Ragihandina Olî hatiye wergirtin]

Nimêjker di merasimên olî de li mizgefta Îcazê li Hewlêrê nimêj dikin. Desthilatdarîyên herêma kurdistanê diyar kirin ku tu xort ji herêma wan tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nebûne di van herdu salên dawî de. [Wêne ji Encumena Bilind ya Ragihandina Olî hatiye wergirtin]

Hikûmeta herêma Kurdistanê îro Sêşemê (27ê Hezîranê) got ku wan tu haletên ku xortên kurd tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dibin di van herdu salên dawî de hema bibêje qeyd nekirine

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, Merwan Neqşebendî ji Diyaruna re got ku tecnîdkirina DAIŞ ji xortên herêma kurdistanê re di nav salên 2013an û 2014an de di asta herî bilind de bû.

"Di wê demê de, DAIŞ bi ser ket û hejmareke mezin ji xortan xapand û ew ji rê birin," wî got.

"Her 500 xortên ciwan ku temenên wan di nav 13 û 25 salî de tevlî terorîstan bûn --di nav wan de yên zewicî jî hebûn û hevjîn û zarokên xwe jî bi xwe re birin," wî got.

Dora 300î ji wan kesên hatin tecnîdkirin di şerên rizgarkirinê yên li dijî DAIŞ de hatine kuştin, wî got, ji alîyekî din ve 150 "yan xwe radest kirine yan ji alîyê hêzên kurdî [Pêşmerge] ve hatine girtin û aniha ew di zindanên herêma kurdistanê de binçavkirî ne".

"Ên mayî, em tiştekî li ser çarenivîsa wan nizanin, eger ew hîn zax in û bi DAIŞ re şer dikin, yan hatine kuştin"

"Ji nîvê sala 2015an ve, tu haletên ku xortên kurd ji herêmê tevlî DAIŞ yan rêxistinên tundrew ên din bûne me qeyd nekirine," Neqşebendî got.

Rûbirûbûna tecnîdkirinê

Ji destpêka sala 2015an, wezareta Ewqafê bi hevahingîya wezaretên Rewşenbîriyê, Karên Hundir û Pêşmerge li herêmê, komîteyeke hevbeş damezrandin, komîteya ku bi dijberîya çalakîyên terorî hat erkdarkirin.

Komîteyê bi taybet giranî da tekoşîna tecnîdkirina terorîstan, Neqşebendî got, wan korsên ji nû ve perwerdekirina xortên girtî organîz kirine.

"Armanc jê ku wan têgînî û têghiştinên ku terorîstan hewlda ku di mejîyên wan de biçînin rast bikin," wî got.

"Me encamên erînî bi dest xistin û em bi ser ketin û me karîbû em wan ber bi rêya rast ve vegerînin di rêya şîret û rêberîya olî," wî got.

Hikûmetê hemû şîretkarên mizgeftan li herêma kurdistanê han dan -- dora 3000 mizgeftan heye -- ku di xutba Înê de û di simînarên olî de giranîyê bidin biserxistina hawsanî û bênferehîyê.

"Bi awayekî tam me berzkirina îdîolojîya tundrew qedexe kir û me cizayên giran li ser belavkirina pirtûk û belavokan, yan ew kesên ku destên wan di çalakîyên ku xelkê gur dikin ku terorê û tundîyê bikin ferz kir," wî anî ziman.

"Em bawer in ku em bi ser ketine û em gihane armancên xwe, lê tekoşîna me dê berdewam be," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500