Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ewlehîyeke xurt li Bexdadê di Cejna Remezanê de

Xalid Ta'î

Xelkên Îraqî cilan ji moleke nû hatiye vekirin li Bexdayê dikirin, cihê ku ewlehî lê qayim e ji Cejna Remezanê [Wêne ji rûpela Bexdad1 ya facebookê hatiye wergirtin]

Xelkên Îraqî cilan ji moleke nû hatiye vekirin li Bexdayê dikirin, cihê ku ewlehî lê qayim e ji Cejna Remezanê [Wêne ji rûpela Bexdad1 ya facebookê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî tedbîrên ewlekarî yên xurt li Bexdayê di betlaneya Cejna Remezanê de ferz kirine daku niştecîyên bajarji buyerên terorî biparêzin, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re îro Duşemê (26ê Hezîranê) gotin.

Siwên kar û parkên gelemperî bi gemaroya polîsî hatine dorpêçkirin, wekî din xalê pêşkinînê yên sabit û livbar ên bi yekîneyên kûçikan hatine damezrandin li kolanên sereke û serê taxên niştecihî hatine danîn, wî got.

"Hêzên Îraqî hişyarbûna ewlehî bilind kirine daku derfetê nedin terorîstan ku kêfa welatiyan li wan bişikînin yan gefê li ewlehîya wan di cejnê de bikin," parlemantarê Îraqî Iskender Witwit got, yê ku di komîteya parleman a berevanîyê û ewlehîyê de kar dike.

Tedbîran giranî dane cihên peristin, navendên olî, parkên gelemperî, deverên lîstikê, bazar û molên kirînê, yên ku bi piranî di cejnê de mijûl in, wî ji Diyaruna re got.

"Xalên pişkinînê yên hevbeş ji îstixbaratên polîs û artêşê di serê kolanan de hatine danîn daku otombîlan kifiş bikin û belge û nasnameyên xwedîyên wan destnîşan bikin," wî got.

Hinek rê, di nav de ew rêyên digihînin parkên kêfê yên Zewra û Sindibadê û kolanên bazirganîyê yên sereke weke Kerada û Mensûr bi awayekî demkî hatibûne girtin.

Di heman demê de, Wezareta Veguhestinê, bi hevahengî bi Şaredarîya Bexdayê re, basên belaş dabîn dikirin daku xelkê biguhêzin parkên gelemperî.

Di rêya alavên ragihandinê yên cûrecûr re, rêveberîya trafîkê rê da ber xwedîyên otombîlan, di rêyin alternatîv re daku bi aramî herin û kombûn çênebe .

"Xebatên îstixbaratan hatine xurtkirin daku şanên terorîst kifş bikin û berî êrîş biqewimin wan red bikin," Witwit got, wî anî ziman "welatî, hevkarine sereke ne, di ewlehîyê de, ev hevkarî divê were qayimkirin".

Ajansên ewlehîyê xetên lezgîn danîne (130, 400, 131 û 153) daku xelk karibin agahîyan li ser tevger, kes, otombîlên gumanbar ji desthilatdarîyan re rabighînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500