Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Serdana şanda Sûrî bo Iraqê tirsên derbarê "rêya herîr a Îranê" zêde dike

Xalid Taî

Şandek ji Wezareta Berevaniya Sûriyê ligel berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê li Bexdayê roja 13ê Hezîranê dicive. "Serdana" yekem navbera herdu aliyan de ji çend salên dawî de alarm li bal hin aliyan zêde kir. [Dîmen ji vîdyoyeke li ser malpera Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Şandek ji Wezareta Berevaniya Sûriyê ligel berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê li Bexdayê roja 13ê Hezîranê dicive. "Serdana" yekem navbera herdu aliyan de ji çend salên dawî de alarm li bal hin aliyan zêde kir. [Dîmen ji vîdyoyeke li ser malpera Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Şandeyek ji Wezareta Berevaniya Sûriyê vê dawiyê serdana Bexdayê kir daku "hevahengî û hevrêziya ewlekarî" ligel Iraqê gotûbêj bike di "yekem serdana bi eşkere" ya berpirsên serbazî yên Sûrî bo wî welatî di van salên dawî de.

Di demekê de ku hat gotin ku armanc ji serdanê gotûbêjkirina hevahengiya derbarê sînor û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bû, hinek aliyan tirsa xwe nîşan da derbarê armancên sereke yên piştevanên herêmî yên rejîma Sûrî.

Ew wê serdanê weke hewleke ji aliyê Îranê ve, ku piştevana sereke ya rejîma Sûriyê ya dorlêgirtî ye, bo xurtkirina karîgeriya xwe li Iraqê û avakirina rêyekê bo Sûriyê û Deryaya Sipî dibînin ku bi rêya wê riyê ew bikaribe çekdaran û çekan bişîne û bazirganiyê berfireh bike.

Di daxuyaniya 13ê Hezîranê de, Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku Serokerkanê Artêşê lîwa Osman Xanimî ligel şandeke ast-bilind ji Wezareta Berevaniya Sûriyê civiyaye.

Daxuyaniyê tu hûrgilî derbarê şanda Sûrî de zelal nekirin.

Serokê şandê, yê ku nehat binavkirin, tekezî li ser pêwendiya navbera herdu welatan de û hevahengiya berdewam di warê serbazî û warên din de kir", daxuyaniya Iraqî got.

Di civînê de, berpirsan behsa awayên jinavbirina DAIŞ kir, ku "pêwîstiya bi hevahengî û hevrêziyeke bêtir di warê pevguhertina agahiyên îstixbaratî û kontrolkirina sînor de heye" di navbera hêzên Iraqî û Sûrî de.

Herdu aliyan herwiha behsa "damezirandina navendeke operasyonên hevbeş ku bi rêya wê hevahengî navbera herdu aliyan dibe" kir, ligel "pêşhatinên serbazî yên dawî li Mûsilê û li aliyê Sûrî jî".

Parlementerê Iraqî Falih Xezalî, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê de kar dike, got ku ev serdan piştî "serdaneke bo Şamê ji aliyê şêwirmendê ewlekariya niştîmanî ya Iraqî [Falih Feyad] ve di destpêka vê mehê de tê".

Ew "bo hevahengiya dualî navbera herdu welatan di çarçoveya komîteya hevahengiyê de ya ku berî du salan hat pêkanîn tê", wî got.

"Ne bêyî rehendeke siyasî ye"

Serdana şanda Sûrî piştî serdan û civînên berê yên navbera aliyên Iraqî û Sûriyê de tê, profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Mustenseriya Îsam Feylî ji Diyaruna re got.

Lê tiştê cuda ew e "ku ev yekem serdana bi eşkere ye ku berpirsên serbazî yên Sûrî bo Iraqê di van salên dawîn de dikin", wî got.

Gotûbêjên nû "dilbijîna herdu welatan a bihêzkirina pêwendiyên serbazî bi rêya damezirandina odeya operasyonên dualî ji bo ewlekirina zincîra sînorî û ji bo lipeyçûna şanên (DAIŞ) li wir nîşan dide", Feylî got.

Lê anî ziman ku serdan ne bêyî rehendeke siyasî ye.

"Iraqê xwestiye ku bibe beşek ji mîhwerê Îranî-Sûrî-Rûsî," wî got û nîşan bi krîza niha ya Kendavê da.

"Hikûmet (ya Iraqî) bêtirî carekê qebûlnekirina xwe ku bibe beşek ji tu mîhwerî tekez kir, ji ber haydarbûna wê ku ew xwe ji hevalbendên nêzîk ên xwedî hêzên mezin re kêm neke," Feylî got.

Lê belê, "pêwendiyên navbera Bexda û Şamê qut nebûne, herî kêm ji 2011an ve", lêkolînerê Navenda Iraqî bo Lêkolînên Stratîjî Yehya Kubeysî got.

"Ji wê demê ve, Îran kar ji bo kişandina Iraqê bo nav hevbendiya xwe ya dîrokî ligel Sûriyê li dijî kampa dijber li herêmê dike, ew kampa ku ji aliyê Siûdiyê ve tê birêvebirin," wî ji Diyaruna re got.

Serdana şanda Sûrî "ne li derveyî vê çarçoveyê ye", wî got.

Nîşanên van niyetan ragihandina dawiya 2015an a pêkanîna "odeyeke hevahengiyê ya istixbaratî, yan jî tiştê ku bi hevbendiya çar-alî tê binavkirin li xwe digre" -- di nav de Îran, Sûriyê, Rûsya û Iraq, wî got.

Rêya Îranê di Iraqê re

Di dawiya Gulanê de,yekîneyên ji hêzên heşda şaebî ya Iraqî, ku piştgiriyê ji Îranê werdigrin, rûbereke nêzîkî 40 kîlometran bi dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re kontrol kirin.

Li aliyê din ê sînor, hefteya borî artêşa Sûriyê û milîsên ser bi wê ve li biyabana başûrê rojhilatê Sûriyê pêş ketin û gihiştin sînorê Iraqê.

Tevgerên vê dawiyê yên Heşda Şaebî, û pêşketina artêşa rejîma Sûriyê ber bi sînorê bi Iraqê ve, "fakterekî sereke yê bilezkirina serdana" şanda serbazî ya Sûriyê bû, Kubeysî got.

Herdu alî "behsa bihêzkirina hevahengiya hevbeş di bin siya van pêşketinên li ser erdê de dikirin", wî got.

Lê civînê karvedanên herêmî yên berfireh li pey xwe anîn, wî zelal kir, tekez jî kir ku Îran dixwaze "ku Iraqê bike rêyeke sereke ji bo şandina çekdaran û çekan" ji rejîma Sûriyê re.

"Tiştê ku ez bi Rêya Herîr a Îranî binav dikim di Iraqê re bi zelalî xuya ye, piştî ku devera karîgeriya Heşda Şaebî gihişte sînorê Sûriyê," wî got.

Vekirina rêyekê ji Îranê bo Deryaya Sipî di Iraqê re "projeyeke Îranî ya stratîjî ye ku armanca wê ne tenê serbazî ye, lê aborî ye jî", wî got.

"Piştî ku danûstandinên li ser girêdana hêleke şandina xazê navbera Tirkiyê û Îranê biserneket, aliyê dawî li pencereyeke ewle ji vê hêla ku digihe Deryaya Sipî re digere," wî got, anî ziman ku Îran li dûr dinere.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500