Xelîl Hisên berî 18 mehan ji Reqaya asêgeha Sûrî ya rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviya, lê niha vegeriyaye û şer dike daku alîkariyê bike di derxistina tundrewan ji bajarê xwe.
Xelîlê 25 salî yek ji gelek endamên hevpeymaniya Kurdî-Erebî ku şerê DAIŞ dike ye ku bi eslê xwe ji bajarê li bakurê welat e.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) par dest bi operasyonekê ji bo kontrolkirina Reqa kirin, û di dawiyê de vê mehê derbasî bajar bûn.
Ev yekem car e ku Hisên di nav bajarê xwe de ye ji dema revê ve, piştî çend salan li jêr desthilata bizdêner a DAIŞ.
"Ez ji Reqayê reviyam ji ber ku tawanên DAIŞ nema dihatin tehmûlkirin: cezakirin, serjêkirin, zindankirin, îhanetkirin," wî ji AFP re got.
"Ez dixwazim careke din mala xwe bibînim bi çi buhayî be -- heta eger ez bimrim jî," Hisên, ê ku li taxa Rumêla ya li rojhilatê bajar dijî, got.
Dema ku QSD bo yekem car di 6ê Hezîranê de derbasî bajarê Reqa bû, Hisên di nav rêzên wê de bû.
"Ez dixwazim bajarê xwe ji DAIŞ rizgar bikim," wî bi kelecan got, ku li gundewarê bajar sekinî bû, û cemedaniyeke kesk bi serê xwe pêçabû.
"Ez ne tenê ji ber mala xwe li vir im, ez li vir im daku bajarê xelkê xwe rizgar bikim."
"Bîranînên xweş"
Ku li herêmeke biyabanî ya dûr e û ji aliyê başûr ve li ser çemê Firatê ye, Reqa li ser asta navdewletî kêm naskirî bû berî derketina krîza welat di Adara 2011an de.
Ew yekem paytexta parêzgehekê bû ku kete destê opozîsyonê, lê cîhadiyên DAIŞ di 2014an de ew ji çekdarên opozîsyonê standin, û ew kirin paytexta xwe ya de facto li Sûriyê.
Ji wê demê ve, ew bû ye hevwateya ligel kiryarên herî hovî ên rêxistinê, cihekî bidarvekirinên giştî û zindankirinê ji ber "tawanên" weke çigarekêşan an jî lixwekirina jeans e.
Lê hîn cihekî taybet ê bajar di dilê xelkê wê de heye, di nav wan de Hisên, ê ku digirnije dema ku behsa bajar dike.
"Tiştek ji Reqayê xweşiktir tune ye," wî got, ku çavê wî diberiqînin.
"Bîranînên min ên xweş li kolanên ciwan, derbarê xelkê comerd û pêkvejiyana navbera civakan hene."
Berî şer xelkê Reqa nêzîkî 300,000 bûn, ku piraniya wan Erebên Sunnî bûn.
Lê nêzîkî 20% ji xelkê wê Kurd bûn û bi hezarên Kiristiyanên Siryanî û Ermenî lê hebûn.
Hisên piştî reva xwe ji Reqa bi QSD kete pêwendiyê, û tevlî rêzên wê ji şervanên Kurd û Ereb bû, ku piraniya wan weke wî ji bajarê Reqa ne.
"Em dê Reqayê rizgar bikin"
Li kêleka wî, li gundewarên bajar, şervanên hevalên wî behsa şerê berdewam dikin, ku têde QSD heta niha çar tax, du li rojhilat û du li rojava, kontrol kirine.
Lê belê, taxa Rumêla ya Hisên hîn di destê DAIŞ de ye.
Hinek şervan çixareyan dikşînin, hinekên din wêneyan ji bajar re digrin.
Grûpekê destê hev girtine, ku hinek ji wan çekên wan li milên wan in, û bi "debke" ya naskirî li Rojhilata Navîn ketine dîlanê daku kêfa xwe bi pêşketinên xwe nîşan bidin.
"Em gelekî kêfxweş in," Ebû Salih Hindawî, şervanekî ku fermandariya endamên Ereb di rêzên QSD de dike, got.
Ew ji Reqayê ye, û di serhildana li dijî hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed dema ku di 2011an de destpê kir beşdar bû, berî ku piştre tevlî QSD bibe.
Welîd Xelef, ku li pişta pîkabekê ye û çekekî automatîk hildigre, ew jî bi eslê xwe ji taxa Rumêla ye, û par jê derket.
"Ev heşt meh in ku min mala xwe nedîtiye. Ez nikarim hestê xwe derbirînim," ê 28 salî got.
"Ez tenê bi betanî û doşekekê ji mala xwe derketim."
Niha, tenê armancek di serê wî de heye.
"Em dê Reqayê rizgar bikin, û Înşalla şer gelekî dirêj nake," wî got.
"Herwiha, cîhadî biçin kur, em dê wan bigrin."