Van rojan, navendên piştrastbûn ji nasnameyan li seranserî beşên rizgarkirî ji bajarê Mûsilê belav dibin ji bo pişkinîna belgeyên nasnameyê yên fermî yên xelkê û wan hevberî databêseke terorîstên daxwazkirî bikin.
Ev gav weke beşekê ji operasyoneke berfireh ku di 1ê Hezîranê de destpê kir tê ji bo destnîşankirina endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku xwe di nav xelkê xwecihî de vedişêrin.
Şêniyê taxa Erbeyca Mihemed Erfan, yê 57 salî, yek e ji sedên zilamên ku rastî pişkinîneke ewlekarî li Mizgefta Bedîh li rojhilatê Mûsilê hatine.
"Ew gaveke girîng bû," wî li ser tedbîra destnîşankirina nasnameya xwe got. "Weke sivîl, em ligel tedbîrên wisa ne û em piştgiriya wan dikin."
"Ti kes naxwaze ku terorîst bi serbestî li deverê bigerin," wî ji Diyaruna re got. "Me gelek ji wan dît."
"Hevahengiya me ligel hêzên ewlekarî take garantiya aramiyê ye, daku em dîsa nekevin xefika DAIŞ," Erfan got.
Proseya piştrastbûn ji nasnameyê
Navenda piştrastbûnê li Mizgefta Bedîh yek ji bi dehên navendên weke wê ne ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve li mizgeft û hewşên dibistanan li rohilatê Mûsilê hatine danîn weke beşekê ji operasyonê.
Destnîşankirina nasnameyê ji aliyê komîteyên ewlekarî yên pispor ji polîsên xwecihî û hêzên ewlekarî ve tê pêkanîn, ligel hêzên ewlekariya niştîmanî û ajansên istixbaratê, pisporê ewlekarî Seyîd Nimah Ceyaşî ji Diyaruna re got.
"Ev gav beşek e ji hewlên aramkirina bajarên rizgarkirî û rêgirtin li kar û zêdebûnayekîneyên veşartî yên DAIŞ, ku weke şaneyên raketî tên naskirî," wî got.
"Armanc dîtina çekdarên DAIŞ e yên ku xwe di nav sivîlan de veşartine û rênedan ji wan re ku civaka xwecihî têxin jêr metirsiyê, ji bo peydakirina jîngeheke ewle û vala ji terorîzmê," wî got jî.
Proseya pişkinînê, ku tenê çend xulekan dom dike, komkirina belgeyên nasnameyê yên fermî ji xelkê ku têne navendê û hevberkirina wan ligel databêsa elektironîk a terorîstên daxwazkirî lixwe digre.
Herwiha, nobedariyên ewlekarî serdana malan dikin û kartên nasnameyê yên xelkê pişkinîn dikin daku bibînin ka qeyda wan a ewlehî paqij e yan na, Ceyaşî got.
"Proseya pişkinînê bi giştî bi du awayên cuda ye," wî got. "A yekem pişkinîna istixbaratî ya gencên nûhatî ji bo dîtina ka pêwendiyên wan bi DAIŞ hene yan na."
A Duyem "pişkinîna agahiyan, weke pirsên derbarê dahata malbatê, hejmara niştecihan, karên wan û asta pêwendiya wan bi malbatê, ligel tiştinên din jî".
Tedbîrên pêşwaziyê
"Xelk pişgiriyeke mezin bo tedbîrên ewlekarî yên wisa nîşan didin ji ber ku naxwazin ku terorîst vegerin û dîsa ziyanê bigihînin wan," Ceyaşî got.
Pişkinînên ewlekarî yên niha piştgiriyeke xwecihî ya mezin li pey xwe anîn, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb, got.
"Ji me re girîng e ku pêwendiyeke xurt navbera xelkê xwecihî û ajansên ewlekarî çêbibe," wî ji Diyaruna re got.
Divê xelk hest bi wê yekê bike ku ew derbasî qonaxeke nû ji edalet, azadî û kerametê bûne, wî got, tekez jî kir ku wergirtina baweriya xelkê girîng e ji bo piştrastbûn ji berdewamiya agahiyên istixbaratî.
"Xelkê Mûsilê li kêleka hêzên ewlekarî de sekinîn di dema operasyonên rizgarkirina bajar de û agahiyên istixbaratî dan, tevî tadayî û gefên ji aliyê DAIŞ ve," endamê encumena parêzgeha Nînewa Binyan Cerba, got.
"Piştî rizgarkirinê, tu zêdebûnekê de di agahiyên istixbaratî û raporên ku ji aliyê xelkê ve hatine dayîn dibînî," wî ji Diyaruna re got. "Ev nîşaneke erênî ye, ku nîşan dide ku em bi hewceyî avakirina pêşerojeke din ji bajar re ne."
DAIŞ ne Îslam e û ne jî Dewlet e. Lewra, divê hûn ji wan re nebêjin Dewleta Îslamî; yan hûn xelkê ji rê dibin, ku ev sînaryoyê herî pêkan e, yan jî hûn ne pêşeyî ne.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT