Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Banka Navendî ya Iraqê kompaniya veguhestina pereyan ji ber têkiliyên terorîstî xiste lîsta reş

Xalid Taî

Berpirsin ji Banka Navîn a Iraqî û Wezareta Darayî ya Amerîkî li Bexdayê bi hev re civiyan daku fînansekirina dijî terorê gotûbêj bikin. Bankê di 18ê Hezîranê de kompaniyeke Enbarê ya veguhestina pereyan kire nav lîsta reş ji ber têkilbûna wê ligel grûpên terorî. [Wêne ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê]

Berpirsin ji Banka Navîn a Iraqî û Wezareta Darayî ya Amerîkî li Bexdayê bi hev re civiyan daku fînansekirina dijî terorê gotûbêj bikin. Bankê di 18ê Hezîranê de kompaniyeke Enbarê ya veguhestina pereyan kire nav lîsta reş ji ber têkilbûna wê ligel grûpên terorî. [Wêne ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê]

Banka Navendî ya Iraqî roja Duşemê (19ê Hezîranê) piştrast kir ku wê kompaniya Enbarê bo veguhestina pereyan ji ber veguhestina pereyan ji bo "Dewleta Islamî" (DAIŞ) û Qaîda xiste lîsta reş.

"Bankê [roja Yekşemê] Kewser a Veguhestina Pereyan, ku baregeha wê li Qaim a parêzgeha Enbarê ye, xiste lîsta reş," berdevkê Banka Navendî Yusir Cebar ji Diyaruna re got.

Kompanya, ku Omer Mihmed Rehîm Kubeysî xwediyê wê ye, destê wê di fînansekirin û piştgiriya grûpên terorî de heye," wî got.

Bankê tedbîrên tund ji bo nehiştina tu veguhestinên fînansî an jî bankî ku metirisiyê li ser ewlehiya niştîmanî pêk tînin standin, wî anî ziman.

"Dema ku em ji aliyê dezgehên xwe yên kontrolê û fînansê ve derbarê veguhestinên bi vî awayî tên şîretkirin, em yekser kompaniya têkildar qedexe dikin, hemû mameleyên dîrekt û nedîrekt ligel kompaniyê disekinînin û hemû milkên wê dicemidînin," wî zelal kir.

Astengkirina fînansekirina terorê

"Ofîseke taybet li bankê ji bo berengarbûna şûştina pereyan heye," Cebar got. "Ew ji aliyê rêveberî ve serbixwe ye, li gorî Qanûna Iraqî ji bo Berengarîbûna Şûştina Pere û Fînansekirina Terorîst a jimare 39 a sala 2015."

Yek ji tiştên herî girîng ên wê berengarbûna hemû çalakiyên bi fînansekirina terorîzmê ve girêdayî ye, wî got, anî ziman jî ku wê alîkarî kir di "sekinandina mameleyên fînansî yên DAIŞ li sîstema fînansî a dewletê li hember îstixlala ji aliyê grûpên terorîstî ve".

"Ji destpêka par ve heta niha, me nêzîkî 100 kompaniyên veguhestina pere û bankvan xistine lîsta reş," wî got.

Baregehên van kompaniyan li Mûsil, Kerkûk û Bexdayê bûn, wî got.

"Iraq guhdariya hemû standard û biryarên Ofîsa Kontrola Milkên Biyanî ya Wezareta Darayiya Amerîkî ji bo berengarbûna fînanskirina terorîstî dike," Cebar got.

"Hewlên me di çavdêrî û bicihkirina van erkan de ji aliyê sîstema fînansî ya navdewletî ve hatiye pesinandin û niha Iraq di wê sîstemê de bûye endam," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500