Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tîmên Iraqî mijûlî paqijkirina Mûsila tije-mayîn dikin

Xalid Taî

Pisporên mayînan teqemeniyên çandî ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li Nexweşxaneya Giştî ya Mûsilê pûç dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Iraqî]

Pisporên mayînan teqemeniyên çandî ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li Nexweşxaneya Giştî ya Mûsilê pûç dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Iraqî]

Paşmayiyên teqîner ên şer ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştine rûberên berfireh ji Mûsilê pîs dikin, bi taybetî li aliyê rojavayî ji bajar, û metirsiyeke nêzîk li ser xelkê çêdikin.

Ji bo kêmkirina vê metirsiyê û xweşkirina rê ji bo vegera xelkê bo taxên rizgarkirî, hikûmeta Iraqî ligel hevparên xwecihî kar dike ji bo paqijkirina deverê daku karê nûavakirinê bikaribe bi awayekî ciddî destpê bike.

Madeyên teqîner, ku piraniya wan bi awayê cebilxaneya bi mêjerên cuda ne, li seranserî kolanên Mûsilê belavbûyî ne.

"Zehmet e ku deverek li bajar hebe bêyî paşmayiyên wisa," rêveberê Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Iraqî Xalid Reşad ji Diyaruna re got.

Pîsbûna ji paşmayiyên wisa gelekî zêde ye, wî got jî, bal j' kişand ku "zehmet e ku niha bi hûrî hejmar û cihê cebilxaneyê were destnîşankirin".

Piştî ku rojhilatê Mûsilê hat rizgarkirin, "me dest bi karê endazyarî ligel Wezareta Berevaniyê û hevparên me kir ji bo rakirina cebilxaneyê", wî got, ku operasyonên paqijkirinê li deverên niştecihbûnê û jeneratorên kehrebê û bingehên xizmetguzarî destpê kirin.

Deverên ku destpêkê kar li wan tê kirin wan deverên ku hejmareke mezin ji awareyên vegeriyayî li wan in, wî got, û deverên ku niştecihên wan gelek in weke Hemam Elîl û Qeyara.

Tîm niha deverên rojavayî paqij dikin

"Niha, em li aliyê rojavayî kar dikin, tîmên me yên pispor lêkolînên teknîkî yên destpêkî pêk tînin ji bo destnîşankirina asta pisbûna ji cebilxaneyê û cihê ku herî zêde li wir e," Reşad got.

Ev erk girêdayî "standardên karkirinê ye ku nahêlin tîmên endazyarî bêserûberî yan jî bilez kar bikin bêyî pêkanîna hemû hesaban", wî got. "Em hewl didin ku haydar bin, ji ber ku mamelekirin bi teqemeniyan re û pûçkirina wan ne hêsan e."

Reşad anî ziman ku bombeyên bidestçêkirî yên bi mêjerên cuda -- ku ji aliyê DAIŞ ve bi rêya bikaranîna alav û madeyên destpêkî hatine çêkirin -- cebilxaneyên ku mamleya bi wan re herî zehmet û metirsîdar e.

"Dibe ku ev bi mêjer û madeyên teqîner ên têde yan çawaniya teqîna wan ji hev cuda bin, li gorî çêkerê wan", wî got. "Her yek ji wan bi hewceyî hişyarî û zanebûneke zêde ye daku were pûçkirin, ji bo ku qurbanî çênebin."

Tîman bi hezarên bomeyên bidestçêkirî li seranserî deverên temam wêran kirine, wî got, ku bi awayeke taybet li korîdorên ku ji aliyê malbatên reviyayî û li xetên berevaniyê yên dijmin hatibûn danîn.

"Em bêyî rawestîn kar dikin û em dê di dema herî nêzîk de erkê xwe pêk bînin," wî got.

Karkirin bi hev re ji bo paqijkirina bajar

Hevparên xwecihî bi serperiştiya Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Iraqî kar dikin, di nav wan de kompanya Fehd, ku di rakirina cebilxaneyê û bêbandorkirina bombeyên neteqeiyayî de pispor e.

Ev kompanî di paqijkirina çendîn erdên mayînkirî li rojhilat û başûrê Mûsilê de biserket, di nav de Nexweşxaneya Hemam Elîl, bingeha qazê li gundê Ezba, û xala kontrolê ya Eqreb li ser rêya navdewletî bo Bexdayê.

Rêveberê giştî yê kompaniya Fehd Mihemed Etiya ji Diyaruna re got ku kompaniya wî asta pîsbûnê ji cebilxaneyên li 16 deverên niştecihbûnê nirxand.

"Em hîn kar dikin li ser paqijkirina Zanîngeha Mûsilê û gelek dibistanan, bingehên tenduristî û yên kenalîzasyonê û bingehên elektirîkê li aliyê rojhilat ji bajar, ligel kargeha çemento li Hemam Elîl," wî got.

"Em dest bi xwendinên cografî ji bo destnîşankirina deverên pîsbûyî dikin, û piştre em paşmayiyan wêran dikin, bi karkirin ligel Wezareta Berevaniyê," wî got jî.

Rojavayê Mûsilê "zeviyeke mayînkirî ya mezin e"

Etiya got ku tîm vê dawiyê çûn taxên rojavayê Mûsilê, ku li wir dest bi karê xwendin û lêkolînan kirine.

"Me lêkolîneke destpêkî pêk anî ji bo destnîşankirina mêjerê madeyên teqîner ên pîs li heşt deverên niştecihbûnê," wî got, encaman derxistin holê ku 75% ji van deveran pîs bûn.

"Em dê hemû hewldanan bikin ji bo peydakirina jîngeheke ewle ji xelkê Mûsilê re û rûbirûbûna vê metirsiyê," Etiya got.

DAIŞ aliyê rojava ji Mûsilê kiribû"zeviyeke mezin a mayînan", endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

"Endamên DAIŞ mayînên xwe li rêyan, sikakan û di nav malên xelkê de çandin, bi taybetî li beşên kevin ji bajar," wî got, bi armanca hêdîkirina pêşketina hêzên rizgarker û gihandina ziyanên mezin bi sivîlan.

"Paşmayiyên teqîner û mayîn çavkaniyeke sereke ya tirsê ne, ji ber ku ewlehî û nûavakirin nikare bêyî ku paqijkirina wan hebin," wî got. "Lê belê, baweriya me bi karîna hikûmetê heye ku dê vê astengiyê derbas bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500