Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Milîsên ser bi rejîmê ve malan li Dêrezorê talan dikin

Welîd Ebu Xêr li Qahîrayê

Lorîyeke mişt tiştên ku ji diziyê hatine komkirin di kolaneke bi giravî wêranbûyî de li bakurê rojhilatê Dêrezorê roja 4ê Kanûna Yekem, 2014an tê dîtin. Herî dawî, şêniyên bajêr milîsên ser bi rejîmê bi talankirina malên xelkê tohmetbar dikin. [Ehmed Ebûd Ehmed/AFP]

Lorîyeke mişt tiştên ku ji diziyê hatine komkirin di kolaneke bi giravî wêranbûyî de li bakurê rojhilatê Dêrezorê roja 4ê Kanûna Yekem, 2014an tê dîtin. Herî dawî, şêniyên bajêr milîsên ser bi rejîmê bi talankirina malên xelkê tohmetbar dikin. [Ehmed Ebûd Ehmed/AFP]

Markêtên firoştina tiştên diziyê peyda bûne li deverên li jêr kontrola rejîmê li bajarê Dêrezorê li Sûriyê, şêniyan ji Diyaruna re got, û destnîşan kir ku Cadeya Wadî navenda serekî ya van çalakiyan e.

Herwiha, wan got ku milîsên ku li tenîşt rejîmê şer dikin vekirî malên kesên ku koç kirine û ji cenga lidar reviyane talan dikin û bi awayekî eşkere wan tiştên dizî didin ber firoştinê.

Yek ji wan malên nenişînkirî ji destê wan dizan nefilitiye, wan got jî.

Cemîl Ebid, çalakvanekî ji Dêrezorê ye ligel kampanyaya medyayî Dêrezor Li Jêr Agir e tevdigere ji Diyaruna re got ku têkiliyên wî ligel şêniyên Dêrezorê yên ku li deverên di destê rejîmê de dijîn hene.

Endamên milîsa Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya ser bi rejîmê ve, di wêneyê de tên xuyakirin, ew tevlî dizî û talanên sîstematîk li bajarê Helebî dibin li ber roniya rojê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah]

Endamên milîsa Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya ser bi rejîmê ve, di wêneyê de tên xuyakirin, ew tevlî dizî û talanên sîstematîk li bajarê Helebî dibin li ber roniya rojê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah]

"Min karî piştrast bikim ku bi dehên malan li beşê li jêr kontrola rejîmê hatine dizîn, û gelek ji wan dîwarên rût mane," Ebid got, ew mal ên kesên ku karên xwe bi awayekî demkî hiştine ji ber fişarên rejîmê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ku ew herdû li deverê serdest in.

Mal ji hemû tiştên di wan de hatin maliştin ji aliyê milîsên ser bi rejîmê ve mîna Hêzên Berevaniya Niştîmanê û sivîlên ser bi karbidestên li deverê ve, wî got.

Ebid got ku xwedanên malan cihê vehewana xwe hiştin ji ber dorpêça ku DAIŞ li ser bajêr sepand û reviyan an Turkiyê yan beşên din ên Sûriyê.

"Ev dizî bi agahdariya serokatiya artêşa Sûrî tê kirin, di rastiyê de, bi parastina leşkerên rejîmê bi xwe, yên ku sîwanekê ji van kiryaran re dabîn dikin beramerî komîsyonekê," wî got.

Bi berfirehî tê zanîn ku hêzên rejîmê çavên xwe ji van diziyan digrin, wî got, da zanîn jî ku endamên milîsan mûçeyên kêm werdigrin, eger werbigrin.

"Ev tiştên dizî, perên ku ji wan diziyan bidest dixin, bêdengiya wan bo demeke dirêj misoger dike, û herwiha hilgirtina wan ji çek re li tenîşt rejîmê misoger dike," Ebid got.

Markêta kelûpelên diziyê

Karmendê hikûmetê Heysem Hedad, 40, li Rêveberiya Ewqafan li Şamê, ji Diyaruna re got ku mala malbata wî li beşê Dêrezorê yê li jêr kontrola rejîmê ye.

Wî got ku wî texmîn dikir ku ew dê ewle be ji ber ku li nêzî fermangeheke serbazî ye.

"Lê mixabin, li gorî xizmên min ên li bajar mane, xanî roj bi awayekî eşkere hate talankirin," wî got.

Piraniya tiştên ku tên dizîn li yek cihî tên dîtin ew jî cadeya Wadî li taxa Cûra ye, wî got, "ew cihê ku ji sûkeke xwarin, fêkî û şînkahiyê bû sûka dizan û tiştên ku ji malên welatiyan tên talankirin li wir tên firoştin".

Kiryar çavkaniya van tiştên diziyê nas dikin, wî got, lê ew wan dikirin, ji ber ku ew bi buhayên kêm tên firoştin.

"Diz bi xwe tiştên diziyê difroşin, û ew bi giranî çekdar in daku prosesên firoştinê biparêzin û piştrast bikin ku dê tu welatî li dijî kiryarên wan dernekevin," wî got.

Gelek pevçûn derketin dema ku şêniyan hewl da ku tiştên hatin dizî ji malên kesên ku wan nas dikin vegerînin, Hedad zelal kir.

Vê pirsê hêrseke mezin di nav xelkê bajêr de durist kiriye û dibe ku mezintir bibe û bibe pirsgirêkeke sereke ji rejîmê re, wî got jî.

Diziya li ber roniya rojê berbelav e

"Reftarên ku ji aliyê artêşa rejîmê ve û milîsên bi ser vê tên kirin bûne modêleke şopdarkirî li hemû deveran," rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah, yê ku aniha li Qahîrayê dijî, got.

"Lê li Dêrezorê, dizî vekirî tên kirin, di roniya rojê de," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku tevhiya deveran ji tiştên ku tên firoştin tên maliştin.

Wî got ku ew reftar weke talankirineke berfireh tê naskirin.

"Sûkên berdewam li gelek deveran hene bi navendên tiştên diziyê tên naskirin," Ebdulah got. "Xuyayî ye ku ew bûye reftarekî stander, daku mûçên van milîsan peyda bikin û dahateke zêdetir ji leşkerên artêşê re peyda bikin, ên ku hema bêje tu mûçeyan wernagirin."

Weke şêwazên diziyên li bajarê Helebê hatin têbînîkirin, ku hineke girûpan bi awayekî sîstematîk çendîn kargeh û xanî dizîn û talan kirin, û di nav de baregeh û avahiyên hikûmetê jî, wî got.

"Çalakiyên talankirina berfireh piraniya caran piştî ku ceng bidawî dibin û çekdar vedikişin destpê dikin," wî got, dema ku qedexekirina çûnûhatinê li devera armanckirî tê sepandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500