Nûçeyên Iraqê
Remezan

Lîstika Remezanê pêwendiyên navbera Iraqiyan de bihêztir dike

Xalid Taî

Lîstikvan û temaşevan ji lîstika gelêrî ya Muheybis li stadiyuma Şaeb li Bexdayê di dema Remezana 2016an de dilxweşiyê werdigrin. [Wêne ji Casim Eswed hatiye wergirtin]

Lîstikvan û temaşevan ji lîstika gelêrî ya Muheybis li stadiyuma Şaeb li Bexdayê di dema Remezana 2016an de dilxweşiyê werdigrin. [Wêne ji Casim Eswed hatiye wergirtin]

Piştî iftarê, gelek Iraqî êvarên Remezanê bi lîstina lîstika gelêrî ya Muheybis heta saetên destpêka sibehê derbas dikin.

"Lîstika gustîlkê" -- pêşbirkeke navbera du tîman de ye ji bo dîtina gustîlekê ku endamekî tîmekê vedişêre -- yek ji lîstikên herî navdar li Iraqê ye, bi taybetî di Remezanê de.

Dema ku herdu tîm rûbirûyî hev dibin, lîderê tîmê gustîlekê di destê yek ji endamên tîma xwe vedişêre. Divê tîma din jî gustîlê bibîne.

Îsal, bi hezarên ciwanan li stadiyuma Şaab li navenda Bexdayê kom bûne daku beşdarî lîstikê bibin an jî daku lê temaşe bikin.

Lîstik beşek ji pêşbirkeke salane ye ku tê de 32 tîm dikevin pêşbirkê de, ku ji aliyê Komîteya Olompîk a Iraqî tê rêxistinkirin û ji aliyê lîderê tîma Kazimiya Casim Eswed tê serperiştîkirin, ku yek ji lîstikvanên herî naskirî yê Muheybis e.

Di nav pêşbirkvanan de 24 tîm ji taxên Bexdayê û deverên weke Kazimiya, Edhemiya û Kerrada hene, û heşt tîm ji parêzgehên Kerbela, Diyala û Selahedîn jî.

"Ev gera pêşbirkeyê bi destpêka Remezanê destpê kir û dê di 25 an 26ê Hezîranê de bidawî were," Eswed ji Diyaruna re got.

Her êvar, du lîstik navbera çar tîman tên lidarxistin. Tîmên biserketî bi hev re temam dikin heta ku di dawiyê de tîmek ji wan bibe qehreman.

Lîstika şans û hostatiyê

Tîma Kazimiya herdu salên borî pileya yekem bidest xist, bi awayekî sereke ji ber hostatiya Eswed di xwendina rûyên rikeberên xwe de û destnîşankirina destê ku gustîl tê de veşartî ye.

"Tîma me xwedî dîrokeke dirêj a bi serkeftinên mezin e ku 20 salan derbas dike," wî got. "Di heman demê de, tîmin hene ku salane encamên baş bidest dixin, weke tîma Kerbela."

Di her lîstikeke tîma Kazimiya de, hol bi temaşevanan tije dibe, ew bi koman tên daku temaşayî Eswed bikin dema ku gustîlê derdixe ji yek ji bi sedên kulmên şidandî.

Eswed, 66 salî, ji Diyaruna re got ku ew ji zarokatiya xwe ve ji lîstikê hez dike.

Ew wê ji bavê xwe fêr bû, yê ku "di nav xelkê de lîstikvanekî naskirî bû".

Lîstik vedigere "bi sedên salan, û eslê wê ji taxên kevin ên Bexdayê ye," Eswed anî ser ziman. Navûdengiya wê li beşên din ji welat belav bû, û niha lîstik li ser asta cîhanî naskirî ye.

Ji bilî ku lîstikeke kelemperî ye ku lîstina wê bi kelecan û kêf e, Muheybis "atmosfêreke biratî û hezkirinê" çêdike û rihê yekgirtinê navbera Iraqiyan nîşan dide, wî got.

"Ew piştrast dike ku em yek gel in û cudahî navbera tayife û yeka din, an jî navbera ol û yeka din tune ye," wî got. "Em hemû bi hev re dilîzin û kêfxweş dibin, û em hev di dawiya her lîstikê de hembêz dikin."

Di her gereke rikeberiyê de, dengên lêdanên daholan û tilîliyan tên bihîstin, ligel sirûdên niştîmanî yên gelêrî.

Atmosfêreke dostanî û kêfê

Serokê tîma bajarê Sedir Ehmed Xencer ji Diyaruna re got ku jê re ne xem e eger di lîstikê de biserket an jî biserneket, ji ber ku "atmosfêra biratiyê ya navbera lîstikvanan" girîngtirîn tişt e.

"Lîstik tîman ji çendîn dever û bajarên Iraqî, ji tayife, ol û etnîkên cuda digihîne hev, yên ku têne Bexdayê ji bo nîşandana hezkirina xwe ji welatê xwe re û beşdarbûn di van kêlîkên kêfê de," wî got.

Xencer got ku ew ji 10 salan ve Muheybis dilîze û niha serkêşiya tîmeke ji 60 lîstikvanan dike.

Li gorî rêsayên lîstikê divê tîma serkeftî 21 xalan bidest bixe daku weke qehreman bê ragihandin -- heta eger ger bo çendîn saetan jî dom kir.

Weke adeteke dawiya lîstikê, herdu tîm û cemawerê ku ew han didan şîraniyên weke Zelebiya û Beqlawa dixwin, ku tîma biserneketî pereyên wan dide.

Tiştî herî xweş di vê lîstikê de ew e ku derfetekê dide tîmên rikeber ku hev nas bikin û bibin dost, Heyder Kureydî, lîstikvanekî Muheybis di tîma taxa Kerada de, got.

"Em ji lîstikê hez dikin ji ber ku ne tenê dihêle ku em kêfxweş bibin, lê me bi heval û xelkine nû dide naskirin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500