Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Propagandîstekî DAIŞ di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de hat kuştin

Stafa Diyaruna û AFP

Xelkê Bexdayê di 16ê Sibatê de li paşmayiyan dinerin li cihê teqîneke mezin a otombîleke bombekirî li bazareke otombîlên bikarhatî ku bi dehên kesan kuştin. Ajansa Amaq, ku dora hemû êrîşên wisa digre stûyê grûpê, teqîn ragihand. Di 29ê Gulanê de, damezrênerê Amaq Reyan Meşaal di êrîşeke asmanî li Sûriyê de hat kuştin. [Ehmed Mûsa/AFP]

Xelkê Bexdayê di 16ê Sibatê de li paşmayiyan dinerin li cihê teqîneke mezin a otombîleke bombekirî li bazareke otombîlên bikarhatî ku bi dehên kesan kuştin. Ajansa Amaq, ku dora hemû êrîşên wisa digre stûyê grûpê, teqîn ragihand. Di 29ê Gulanê de, damezrênerê Amaq Reyan Meşaal di êrîşeke asmanî li Sûriyê de hat kuştin. [Ehmed Mûsa/AFP]

Yek ji damezrênerê ajansa propagendeyê ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Amaq, Reyan Meşaal, di êrîşeke asmanî de li bajarokê Meyadîn ê Sûriyê li Dêrezorê hat kuştin, raporên medyaya civakî roja Çarşemê (31ê Gulanê) got.

Birayê wî mirina wî ragihand, ku hat ragihandin roja Duşemê çê bû, di posteke medyaya civakî de ku bi awayekî berfireh hat belavkirin.

Meşaal, yê 31 salî, ku herwiha bi navê Beraa Kadik dihat naskirin, Tora Nûçeyan a Helebê ya opozîsyonê damezirand, ew di 2013an de torê hişt û tevlî DAIŞ bû. Ew piştre hat tometbarkirin ku çalakvanên Sûrî radestî DAIŞ dikirin, li gorî raporên medyaya Erebî.

Ajansa nûçeyan ku heta asteke mezin a sereke ya grûpê ye, ajansa Amaq daxuyaniyan bi rêya Telegram, appeke nameyên şîfrekirî, belav dike.

Meşaal çalakvanekî medyayî yê naskirî bû berî ku tevlî DAIŞ bibe, rêveberê bicîkar ê ajansa nûçeyan a opozîsyonî Aleppo24 Mihemed Xalid ji AFP re got.

Li gorî Xalid, yê ku got ku di 2012an de pêre civiyabû, Meşaal heta dawiya 2013an li Helebê weke çalakvanekî medyayî kar kir, dema ku ragihand ku ew diçe "erdê xîlafetê" li Baba di destê DAIŞ de.

Ji wir, ew çû Reqa, asêgeha Sûrî ya DAIŞ, lê piştî çar mehan reviya Meyadîn dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nêzîkî bajar bûn, Xalid got.

"Me dizanîbû ku ajansa xwe ya [Amaq] di 2014an de dadimezrîne ji ber ku wî hemû çalakvanên Helebê vexwendin daku pêre kar bikin," Xalid got.

Şerê medyayî berdewam e

"Kuştina Reyan Meşaal karîgeriya wê ya erênî heye ji aliyê şerê medyayî yê niha ve," rojnamevanê Sûrî Ekrem Salih, ku niha ji gundewarên Reqayê raporan çêdike, got.

DAIŞ hewl dide ku îdolojiya xwe ya şaş bi rêya makîneya xwe ya medyayî bisepîne, wî ji Diyaruna re got.

"Şerê medyayî bi kuştina Meşaal bidawî nabe, ji ber ku gelek kenalên medyayî yên din hene ku DAIŞ bikar tîne, ku gereke werin sekinandin," wî got.

Ev rojnameyên Muyesira û Beyan, ku tên çapkirin an jî belavkirin bi rêya CDyan, ligel Radyoya Beyan ku li gelek bajarên bin destê DAIŞ weşanê dikin, di nav de Mûsil û Reqa, lixwe digrin.

Radyoya Beyan di 25ê Sibatê de bi rêya êrîşeke asmanî ya Iraqî li ser Mûsilê hat jihevkarxistin.

DAIŞ baş dizane ku ew rastî "berxwedaneke mezin li hemberî medyaya xwe" tê, Salih got, "û ji ber vê yekê hewl dide ku tevî qedexekirina li ser wê xwe rizgar bike, bi rêya hejmareke mezin ji hesabên torên civakî".

Girîngîdana grûpê bi alavên xwe yên medyayî girîngiya ku dide kontrolkirina wêne û nameya xwe nîşan dide, wî got.

"Hejmareke mezin ji endamên DAIŞ di mekîneya wê ya medyayî de kar dikin, li gorî tişta ku min bi çavê xwe dîtî di dema rûmalkirina şerê li bakurê Sûriyê de," wî got.

"Min gelek endamên DAIŞ ên mirî dîtin ku kamîre û kartên bîrgehê ligel gelek zanyarî, wêne û madeyên promosyonê bi ba wan bûn, ev yek jî piştrast dike ku ew beşek ji sîstema medyayî bûn," wî got jî.

Di demekê de ku deverên kontrolkirina grûpê kêm dibin, ew şerekî medyayî dike daku berevaniyê li asêgeha xwe ya sereke bike.

Bidawîanîna Meşaal gelek karîgeriyên wê yên erênî hene, rêveberê beşa medyaya nû di Navenda Ibn Welîd bo Lêkolîn û Vekolîna Meydanî Mazin Zekî, got.

DAIŞ "di tevlîheviyê de ye piştî şikestinên ku li Sûriye û Iraqê rastî wan hatî", Zekî ji Diyaruna re got, anî ziman ku kuştina Meşaal karîna wê ji bo pêkanîna şerê derûnî û medyayî jinav bir.

Çalakvanên medyayî yên DAIŞ weke "devzirneyên grûpê" kar dikin, wî got, "û bi gurzeke weke vê, dê karîgeriyeke nerênî li ser morala endamên mayî yên grûpê hebe".

Rola Welîd Ebû Xêr li Qahîra di amadekirina vê raporê de heye

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500