Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Despêşxeriya Kuwêtî alîkariya jinên Iraqî dike daku ezmûnên kar werbigrin

Alaa Husên li Bexdayê

Komeleya Bijîşkî ya Iraqî ya Yekgirtî makîneyên dirûtinê û amûrine din li jinebiyên aware belav kirin ku programekî rahênanê yê pîşeyî ku ji aliyê Komeleya Kuwêtî ya Hawarçûnê ve hatibû fînansekirin temam kirine. [Wêne ji Komeleya Bijîşkî ya Iraqî ya Yekgirtî]

Komeleya Bijîşkî ya Iraqî ya Yekgirtî makîneyên dirûtinê û amûrine din li jinebiyên aware belav kirin ku programekî rahênanê yê pîşeyî ku ji aliyê Komeleya Kuwêtî ya Hawarçûnê ve hatibû fînansekirin temam kirine. [Wêne ji Komeleya Bijîşkî ya Iraqî ya Yekgirtî]

Jinebiyên Iraqî ji pênc parêzgehan hatin rahênan û amûr ji wan re hatin pêşkêşkirin daku dest bi karên xwe yên biçûk bikin û jiyana xwe berdewam bikin.

Ev destpêşxeriya pêşxistinê ya sê-mehî beşek ji kampanyaya Kuwêt li Rex Te ye, ku ji aliyê Komeleya Kuwêtî bo Hawarçûnê tê sponserkirin û ji aliyê Komeleya Bijîşkî ya Iraqî ya Yekgirtî tê bicîkirin.

Destpêşxerî hat pêkanîn daku alîkariya jinên Îraqî yên aware ku hevserên wan ji ber tundutûjiya ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve mirine bike ku ezmûnê di programê de werbigrin daku çavkaniyeke xwe ya dahatê ya taybet çêbikin.

Rahênan û alîkarî ji "2500 jinên aware yên ji Bexda, Enbar, Selahedîn û Diyala û Nînewayê re hatibû dabînkirin, û 500 kes ji her parêzgehê sûd wergirtin," serokê Komeleya Bijîşkî Ehmed Muşrif ji Diyaruna re got.

Hînbûna karînên nû

Jin hînî karînên wekî dirûtin, xwedîkirina mirîşkan, çêkirina porê û çêkirina kulîçe û sewikan, wî got.

Alavên ku ji wan re gerek bûn di merasîmekê de ku li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî li Bexdayê hatibû lidarxistin ji wan re hatin pêşkêşkirin daku ew dest bi karê xwe bikin, ku Balyozê Kuwêtî li Iraqê Salim Zemanan di wê merasîmê de amade bû.

Li parêzgeha Enbarê, 500 jinebiyên rahênan li Navenda Rahênanê ya Pîşeyî li Remadî wergirtin, ku beşek ji Wezareta Karûbarên Civakî ye, cîgirê serokê navendê Ehmed Mihemed got.

"Ev jin ji deverin cuda ji parêzgehê weke Remadî, Felûce, Bexdadî, Hît û hin bajarokin din in," wî ji Diyaruna re got.

Destpêşxeriya Kuwêtî soz da ku ji roja yekem ji rahênanê ve pişgiriya van jinebiyan bike heta ew dest bi kar bikin, wî got, wî anî ziman jî ku pereyên veguhestina alavan bo mal an cihê karê wan hatine pêşkêşkirin.

Çareserkirina kêşeyeke civakî

Hejmara jinebiyên ku ji ber şerê dijî DAIŞ û tundutûjiya ku ji aliyê rêxistinê ve hat pêkanîn bilind dibe, seroka komîteya hînkirinê di encumena parêzgeha Enbarê de Ibtisam Mihemed ji Diyaruna re got.

Programên ku jinan bihêz dikin, sûdên civakî yên rasteqîn di rêya jinûvehînkirina wan re dabîn dike û alîkariya wan dikin daku derdê wan sivik bike, wê got.

"Tiştê ku dihêle ev program cuda bin ew e ku ew jinên aware di rêya korsên ku çend hefteyan didomin re rahênan dikin, piştre ew alavên gerek didin wan da alîkariya wan bikin ku karê xwe bidin destpêkirin," wê got.

Weke mînak, jinek ku hatibû rahênan ku dirûtinê bike dê makîneyeke dirûtinê bidin wê û yên hatibûn rahênan ku nan bipêjin dê firneyan bidin wan, wê got.

Destpêşxeriyên weke vê dihêlin ku jinên aware bibin endamin berhemdar di civakê de ku bikarin piştgirîya xwe û zarokên xwe bikin, wê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500