Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Tebqa hemû şûnên DAIŞ pak dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Du jin li bajarê Tebqa yê li bakurê Sûriyê piştî rizgarkirina wî di 10ê Gulanê de dimeşin. Çiwalên remlê û paşmahiyên ji şer hîn li kolanên bajar tên dîtin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Du jin li bajarê Tebqa yê li bakurê Sûriyê piştî rizgarkirina wî di 10ê Gulanê de dimeşin. Çiwalên remlê û paşmahiyên ji şer hîn li kolanên bajar tên dîtin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Tenê piştî çend rojan ji rizgarkirina Tebqa li parêzgeha Reqa ya li bakurê Sûriyê di 10ê Gulanê de, xelkê ku ji bajar reviyabûn dest bi vegerê kirin.

Dukandar Salih Ehmed got ku rê jê re hat dayîn ku piştî du rojan ji rizgarkirina bajar vegere, dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xebatên maliştina ji bo rakirina mayînan û bombeyên bidestçêkirî temam kirin.

Rê ji xelkê re hat dayîn ku vegerin mezintirîn navçeya bajar berî ku operasyona derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji navçeyên Tebqa Cedîda were temamkirin, wî ji Diyaruna re got.

Kêfxweşiya vegerê gelekî zêde bû, wî got.

"Rewşa li bajarê Tebqa gelekî cihê dilniyayiyê ye, bi taybetî piştî dengoyên ku hinekan hewl da ku belav bikin derbarê egera qedexekirin li xelkê ku vegerin malên xwe û awareyî deverên din bibin," wî got.

Lê belê berevajî vê yekê, wî anî ser ziman, malên ku "bi zorê ji aliyê endamên DAIŞ ve hatibûn vekirin bi qufle û zincîran hatin girtin û klît ji xwediyên wan re hatin radestkirin dema ku ew vegeriyan".

Peydakirina nan

Gelek pêwîstiyên sereke li bajar kêmpeyda ne ji ber dorpêça berê, Ehmed got, lê komîteyên girêdayî QSD, bi hevahengiyê ligel encumena sivîl a xwecihî ya Reqa, bilez ard peyda kirin û firnên bajar dîsan vekirin.

QSD embarên tije genim ku DAIŞ veşartibûn dîtin, û ligel xwediyê aşekî li hev kirin ku ard çêbike û li ser firnan belav bike.

"Xwediyê aş qebûl kir ku vê yekê bêpere bike," Ehmed got, "firnan jî wisa kir, ku heft ji wan niha kar dikin daku hewcedariya bajar peyda bikin."

Madeyên din ên ku bajar bi hewceyî wan in hevîrtirş bo firnan û madeyên xwarinê yên din, weke zeyt û goşt, li xwe digrin, wî got, anî ser ziman jî ku ew çaverê dike ku jiyan vegere rewşa asayî "di nêzîkî mehekê de li gorî şertûmercên niha".

Çakirina bendava Tebqayê

Tîmên çakirinê ji bo nirxandin û çakirina her ziyaneke ku gihaye bendava Tebqa yekser piştî ku hat rizgarkirin hatin şandin, teknîsyenê çakirinê Mistefa Fewaz ji Diyaruna re got.

"Hemû alavên li cem wan hene daku yekser dest bi kar bikin," wî got, anî ser ziman ku QSD alîkarî kir di peydakirina her alaveke ku ji wan re pêwîst e ji bo çakirina ziyana ku gihaye hinek beşên bendavê.

"Karê sereke ku ji aliyê tîman ve tê pêkanîn tenê vegerandina boriyên ava vexwarinê ye, yên ku avê digihînin torên gihandina avê," wî got.

Tê texmînkirin ku ev kar herî kêm hefteyekê bidome.

Hevdem, wî got, kêmbûna avê xelk neçar kirine ku metodên destpêkî bikar bînin ji bo kişandina avê ji deverên kombûnê wê nêzîkî bendavê li derdora bajar.

Ziyan gihaye tora elektirîkê jî, û hinek deverên bajar bê elektirîk in, Fewaz got, anî ser ziman ku kar berdewam e ji bo vegerandina elektirîkê bo hemû deveran.

Rakirina paşmahiyên şer

"Niha bajar rizgarkirî ye, xelkê Tebqa bi-israr in ku ji hertişta ku dema dagirkirina bajar ji aliyê DAIŞ ve bîne bîra wan xilas bibin," efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna got.

Girûpên xwebexş dest bi rakirina paşmahiyên şer û çiwalên remlê yên komkirîbûn li kolanên sereke ji bo parastinê ji topbarankirin û fîşekan kirine, wî got.

Hevahengiyeke tam navbera xelkê û QSD de heye, wî got jî.

"Xelkê bajar û gundên wî ji Kurd û Ereban pêk tên," Xoca got. "Dengoyên ku dixwestin kînê navbera wan biçînin biserneketin, ji ber ku armanca sereke xilasbûn ji DAIŞ bû, û ev yek çêbû."

"Niha armanceke hevbeş a nû heye, ew jî rakirina paşmayiyên şer û vegerandina bajar bo rewşa berê, û ev yek dê nêzîk pêk were, ji ber rihê biratiyê yê xuya di navbera hemû kesan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500