Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bi êrîşekê li ser dikaneke dondirmeyê li Bexdayê bêrêziyê li Remezanê dike

Alaa Husên li Bexdayê

Vîdyoya komkujiya bi rêya otombîleke bombekirî ya DAIŞ ku li taxa Kerrada ya Bexdayê di 30ê Gulanê de teqiya. [MUHEMED XENDÛR, SEBAH ERAR / AFPTV / AFP]

Di binpêkirineke mezin de ji hurmeta meha Remezanê ya pîroz, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) du êrîş girtin stûyê xwe ku herî kêm 27 kes li Bexdayê kuştin, berpirsan roja Sêşemê (30ê Gulanê) got.

Di êrîşa herî xwînrêj ji herdu êrîşan de, êrîşkarekî xwekuj otombîleke barkirî bi teqemeniyan li dikandeke dondirmeyê ya naskirî dora nîva şevê teqand, herî kêm 16 kes kuştin û 75 kes birîndar kirin, AFP ragihand.

Teqîn tenê piştî çend rojan ji destpêka Remezanê çêbû. Wêne û vîdyoya ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin karîgeriya wêrankar a teqînê, ku li devera qerebalix li derdora dikana dondirmeyê ya Feqma li navçeya Kerrada ya navenda Bexdayê çêbû, ku xelk ji ber sarmeniyên piştî îftarê kom bûbûn.

Wêneyek kûpên dondirmeyê yên berbelav li ser erda boyaxkirî bi xwînê nîşan da.

Iraqî li cihê teqîna otombîleke bombekirî nêzîkî Pira Şuheda li Bexdayê di 30 Gulanê de kom bûne, ku herî kêm 11 kes kuştin û 40 birîndar kirin. "Dewleta Îslamî" êrîş girte stûyê xwe, piştî êrîşeke xwekuj bi dirêjahiya şevê li dikaneke dondirmeyê ya naskirî li Bexdayê ku ji encamê herî kêm 21 kes hatin kuştin. [Sebah Erar/AFP]

Iraqî li cihê teqîna otombîleke bombekirî nêzîkî Pira Şuheda li Bexdayê di 30 Gulanê de kom bûne, ku herî kêm 11 kes kuştin û 40 birîndar kirin. "Dewleta Îslamî" êrîş girte stûyê xwe, piştî êrîşeke xwekuj bi dirêjahiya şevê li dikaneke dondirmeyê ya naskirî li Bexdayê ku ji encamê herî kêm 21 kes hatin kuştin. [Sebah Erar/AFP]

Otombîleke bombekirî li dikaneke dondirmeyê ya naskirî li Bexdayê dora nîva şeva Duşemê teqiya, herî kêm 21 kes kuştin. [Serac Ebdulcebar/Diyaruna]

Otombîleke bombekirî li dikaneke dondirmeyê ya naskirî li Bexdayê dora nîva şeva Duşemê teqiya, herî kêm 21 kes kuştin. [Serac Ebdulcebar/Diyaruna]

Otombîleke bombekirî êrîşî devera qerebalix li derdora dikana dondirmeyê ya Feqma li taxa Kerrada ya navenda Bexdayê di şeva Duşemê de, ku xelk li wir kom bûbûn ji bo sarmeniyê piştî îftarê. [Serac Ebdulcebar/Diyaruna]

Otombîleke bombekirî êrîşî devera qerebalix li derdora dikana dondirmeyê ya Feqma li taxa Kerrada ya navenda Bexdayê di şeva Duşemê de, ku xelk li wir kom bûbûn ji bo sarmeniyê piştî îftarê. [Serac Ebdulcebar/Diyaruna]

Vîdyoyek yek ji rizgarbûyiyan nîşan dide ku nêzîkî laşê hevalê xwe digrî. "Ew dê di hefteya bê de zewicî baya," wî got.

Wêneyên din zarokekî nîşan didin ku nêzîkî laşê jineke mirî digrî di nav tirs û tevlîheviyeke mezin de.

"Hejmarek ji otombîlan jî hat şewitandin, û ziyan gihişte dikanên derdorê jî," Saad Metlebî, ji komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Bexdayê, got.

"Gelek jin û zarok di nav qurbaniyan de bûn," wî ji Diyaruna re got. "Ambulansan bilez birîndar vediguhestin Nexweşxaneya Fêrkarî ya Neştergeriya Demaran, hevdem hinekên din bo Nexweşxaneya Zayid a nêzîk hatin birin."

Di êrîşeke duyem de, di sibeha Sêşemê de, otombîleke barkirî bi teqemeniyan nêzîkî ofîsa xanenişînan a sereke li welat, ku nêzîkî Pira Şuheda ye, ku yek ji pirsên sereke li ser Çemê Dîcle ye, teqiya.

Êrîşê herî kêm 11 kes kuştin û 40 kesan jî birîndar kirin, berpirsan got.

Du polîs di nav kuştiyan de bûn, Metlebî got.

Operasyonên xweparastinê berdewam in

"DAIŞ hewl dide ku valahiyên ewlehî îstixlal bike ji bo armancgirtina sivîlan bi rêznegirtineke tam ji nirxên Îslamî û hurmeta meha Remezanê ya pîroz re," şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

"Lê belê, ev êrîş nayên wateya ku hêzên ewlekariya Iraqê nikarin grûpê bisekinînin, ji ber ku ew beşekî biçûk ji hemû hewlên [terrorî] ne yên ku hêzên ewlekarî pûç kirine," wî got.

Ajansên istixbaratê bi berdewamî operasyonên pêşwext ên mezin lidar dixin, Ebû Rexîf got.

Hefteya borî, hêzên Iraqî dest danîn ser pênc otombîlên barkirî bi teqemeniyan, wî got.

Di 19ê Gulanê de, wan rê li çar otombîlên bomberêjkirî girt ku derbasî Besra û Bexdayê bibin, û çend hefteyan berî vê yekê, wan dest danî ser çar kamyonên barkirî bi bombeyên bidestçêkirî û êlekên bombekirî, wî got jî.

Qaim: çavkaniya otombîlên bombekirî ye

Otombîlên bombekirî yên ku Bexdayê dikin armanc li biyabana Qaim û Rutba li rojavayê parêzgeha Enbarê tên çêkirin, ku yek ji asêgehên dawî yên DAIŞ li Iraqê ye piştî şikestinên mezin ên grûpê li Mûsilê, Parlementer Hakim Zamilî, serokê komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlementoyê got.

Biyabana Qaim û Rutba bûye penayeke ewle ji endamên DAIŞ re, wî di daxuyaniyekê de got.

"Piştî ku ji Mûsilê reviyan, biyabana Enbar bûye xaleke kombûnê, baregehek ji kampên wan û bingehek ku jê dikarin êrîşên xwe li ser Bexda, Samerra û Diyala di dema Remezanê de pêk bînin," wî got.

"Otombîla bombekirî ya Kerrada ji Qaim bi rêya xala kontrolê ya Sukur hat," wî got.

Gerek tedbîrên ewlekarî tundtir bin derheqê kesên ku otombîlên bê nimre diajon, Zamilî got, û li derdora bingehên serbazî û xalên kontrolê li Kerrada.

"Em pêşbîniya êrîşên bêtir li ser Bexda, Diyala û Selahedîn dikin," wî got, banga xurtkirina hewlên istixbaratî û çavdêriya zêde ya deverên qerebalix ên ku dibe bo terorê were armanc werin girtin kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500