Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ agir berdide zeviyên genim li Diyala

Xalid Taî

Çinîna berhemên genim niha li navçeya Ezim berdewam e. Çekdarên "Dewleta Îslamî" di 17ê Gulanê de agir berdan zeviyên genim li parêzgeha Diyala ji bo wêrankirina çavkaniyên dahatê yên xelkê xwecihî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ragihandina Çandiniya Diyala hatiye wergirtin].

Çinîna berhemên genim niha li navçeya Ezim berdewam e. Çekdarên "Dewleta Îslamî" di 17ê Gulanê de agir berdan zeviyên genim li parêzgeha Diyala ji bo wêrankirina çavkaniyên dahatê yên xelkê xwecihî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ragihandina Çandiniya Diyala hatiye wergirtin].

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hefteya borî çendîn rokêt avêtin navçeya Ezim li bakurê rojavayê parêzgeha Diyala, agir jî berdane zeviyên çandiniyê.

Êrîşa di 17ê Gulanê de, ku bû sedema şewitîna deverên berfireh ên bi genim çandî, hişt ku berpirsên xwecihî tedbîrên awarte bistînin ji bo parastina çinîna vê berhema stratejîk.

"Terorîstan dever bi şeş topên hawinê kirin armanc berî ku hêza asmanî bikaribe bersiva çavkaniyên agir bide û du otombîlên ku di êrîşê de hatibûn bikaranîn wêran bikin," rêveberê navçeya Ezim Ebdulcebar Obeydî got.

Topbarankirin, li gorî Obeydî, bû sedema şewitîna 350 doniman ji zeviyên genim li navçeyê û li gundê Elbû Îsa yê derdora li parêzgeha Selahedîn. Tû qurbanî ji encama êrîşê de çênebûn.

Armancgirtina debara jiyana xelkê

"DAIŞ bi rêya vê kiryarê hewl da ku çavkaniya sereke ya debara jiyana xelkê bike armanc," wî got, bi rêya astengkirina çinîna genim, ku hersal di meha Gulanê de destpê dike.

"Navçeya me salane navbera 40,000 û 50,000 tonên genim ji devereke ku tevahiya rûberê wê 60,000 donim e berhem tîne," Obeydî got.

"Van tawanbaran dest ji rûbirûbûna hêzên me berdane û niha, piştî şikestinên wan ên mezin, berê xwe didin wêrankirina milkên xelkê û gihandina ziyanê bi sektora aborî û hewlên niştîmanî ji bo peydakirina pêwsîtiya welat ji genim," wî got.

Ev êrîş ne ya yekem bû ji vê cureyî. Di dema çinînên berê de, rêxistinê biarmanc erdên çandiniyê li Diyala topbaran kirin an jî agir berdane wan.

Ya herî mezin di 8ê Gulana 2014an de bû dema ku zeviyên genim li bajarokê Qeretepe ku rûbera wan bêtirî 500 doniman e, ji aliyê endamên DAIŞ ve hatin şewitandin.

Çandiniya dexlûdanan, ku zeviyên wan nêzîkî 40% ji rûbera tevahiya welat pêk tînin, yek ji stûnên aboriya Iraqî ye.

Hikûmet dixwaze ku bigihe asta ku pêwîstiya xwe ji genim peyda bike. Sala borî, Iraqê 3.5 milyon tonên genim berhem anîn, ku ji wan 300,000 ton ji aliyê parêzgeha Diyala ve hatibû berhemanîn. Hejmara herî kêm ji bo gihiştin bo besbûnê pênc milyonên ton e.

Zêdekirina tedbîrên ewlekarî

Hêzên Iraqî operasyonên xwe li deverên çandinî li Ezim zêde kirin ji bo "pûçkirina her êrîşeke nû ji aliyê DAIŞ ve", Mihemed Deyfan, serokê encumea şaredariya navçeya Ezim got.

Wî bang li hêzên ewlekarî kir ku rê li çekdaran li deverên ji Ezim ber bi parêzgeha Selahedîn ve û li aliyê bakur ber bi bajarê Hewîca li parêzgeha Kerkûkê ve bigrin, ku yek ji asêgehên mayî yên herî girîng ên DAIŞ li Iraqê ye.

Ev dever li ser rûbereke nêzîkî 250 kîlometrên duca ne, Deyfan ji Diyaruna re got. "Ew weke pêwîst nehatine ewlekirin, û çekdar gelek caran xwedizekirinê bo wan dikin û êrîşên bi rokêtan li ser gundên Ezim pêk tînin û jiyana xelkê û berhemên wan dixin jêr metirsiyê."

Rewşa ewlekarî hîn sist e, wî got.

"Rast e ku terorîst nikarin operasyonên mezin li wir pêk bînin, lê ew hewl didin ku deverên vekirî bikar bînin daku bi serbestî tevbigerin," wî got jî.

Tedbîrên din ên xweparastinê

Desthilatên xwecihî li Diyala dest bi zêdekirina tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê nêzîkî zeviyan kirine daku bilez agiran vemrînin berî ku deverên mezintir bên şewitandin.

Qusey Duleymî, rêveberê beşa çandinî li Ezim, got ku odeya operasyonan a ku serperiştiya kampanyaya çinînê dike tedbîrên awarte qebûl kirine ji bo parastina tişta mayî ji çinînê.

Girîngtirîn tedbîr ji wan "bicihkirina hejmarên mezin ji paleyan li zeviyên genim li deverên ser sînorên îdarî ligel Selahedîn, ku devera çandiniyê ya texmînkirî navbera 5,000 û 6,000 doniman e", wî ji Diyaruna re got.

"Em dê destpêkê dest bi çinîna van zeviyan bikin, berî ku em çinînê li deverên ewle bikin," wî got, anî ser ziman jî ku ew dê herwiha girîngiyê bidin markitîngkirina berhemên xwe bo embarên Wezareta Bazirganiyê.

Rêveberiya çandiniyê dê dest bi wergirtina daxwazên qerebûkirinê ji cotkaran bike û dê rapirsiyan û raporên destpêkî yên ziyanan pêk bîne, wî got jî.

"Tiştê ku çêbû êrîşeke terorîst e û kiryareke wêrankirinê ye ku nabe were dubarekirin," Duleymî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500