Tevî ku berê xwe daye gefxwarin û xapandinê ji bo kişandina çekdarên nû piştî şikestinên felcdar li Mûsilê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) serkeftineke kêm dibîne di piştgiriya rêzên xwe de, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re got.
Rêxistin bi rêya Makrofonên mizgeftan û bingehên xwe li deverên nêzîkî sînorê bi Sûriyê re bang li xortên Iraqî dike ku tevlî wê bibin, xelkê van deveran ragihandin.
Lê ev bang bi guhê xelkê nakevin, û hejmareke kêm ji xelkê bersivê didin.
Endamê encumena parêzgeha Enbarê Neyîm Kiûd ji Diyaruna re got ku ew ligel xelkê xwecihî yên ku ji aliyê DAIŞ ve li deverên sînorî bi Sûriyê re weke Qaim û Elbû Kemal dorpêçkirî ne di pêwendiyê de ye.
"Ev xelk ji me re dibêjin ku terorîst û lîderên wan di rewşeke xirab de ne ji ber ziyana canî û şikestinên serbazî li Mûsilê ku ji aliyê êrîşên asmanî yên tund ên hevpeymaniya navdewletî ve tên pêkanîn," wî got.
Ji ber ku hewl dide ku piştgiriya rêzên xwe bike, wî got, rêxistin "hewl dide bi handan û tirsandinê kesên nû tevlî xwe bike, bi taybetî genc û gencên nûhatî, daku tevlî şer bibin û hejmarên xwe li meydana şer zêde bike".
Pirsgirêkên çekdarkirinê
Li gorî xelkê dorpêçkirî, Kuûd got, rêxistin rastî astengiyên mezin tê dema ku mesele dibe tejnîdkirin.
Ev yek tevî civînên wê yên rasterast ligel xelkê û hewlên wê yên çekdarkirinê bi rêya mizgeft û navendên ragihandinê, ku di wan de bang li xelkê dike ku tevlî rêzên wê li Mûsilê bibin, wî got.
"Çekdar berê xwe didin tektîkên terorî û gefxwarinê ji bo neçarkirina xelkê ku tevlî şer bibin, lê tevî vê yekê jî, ti kes bersiva bangên wê nade ji bilî hejmareke kêm ji zilaman," Kiûd got.
"Xelk niha agahdarî tebîeta rastî ya DAIŞ û derewên ku belav dike ne, û ew naxwazin ku tevlî grûpê bibin û piştgiriya wê bikin, heta ku eger buhayê vê yekê jiyana wan jî be," wî got jî.
Rêxistin niha dest bi kampanyayeke xwe-promosyonê kiriye, ku vîdyoyên li ser înternetê ku çekdarkirin û rahênana endamên nû nîşan didin li xwe digre.
"Bi rêya van vîdyoyan, DAIŞ hewl dide ku morala endamên xwe yên mayî bilind bike daku wêneyeke sexte ji xwe re çêbike ku ew hîn bihêz e û dikare ku çekdarên bêtir bikşîne û êrîşan pêk bîne," Kiûd got.
Tu çavkaniya hêzê tune ye
Di demekê de ku DAIŞ hewl dide ku xwe weke hêzeke ku nayê şikandin bide xuyakirin, rastiya vê pirsê ew e ku ew "bêyî ti çavkaniya hêzê ye", şêwirmendê ewlehî Fadil Ebû Rexîf got.
"Pêwendiya navbera endamên DAIŞ û xelkê deverên ku li Iraq û Sûriyê di destê wê de ne mirî ye, û çekdar nikarin jiyanê vegerîne wan," wî ji Diyaruna re got.
"Xelk li beramberî terorîstan hest bi acizbûn û qehrê dikin, û xelkê xwecihî êdî nema dixwazin ku çekdar di nav wan de bin, ne girîng e ew çiqasî gefan li wan bixwin, guvaşê li wan bikin û wan terorîze bikin," wî got.
Asta kêm a tejnîdkirinê bûye sedema daketineke tund di rêzên grûpê de, wî got.
DAIŞ niha ne bêtirî çend hezar çekdaran li ba wê hene ku li bajar û bajarokên bin destê wê, weke Hewîce, rojhilatê Şerqat û Qaim, berbelav in, Ebû Rexîf got.
Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çavkaniyên dahatê yên rêxistinê dikin armanc, wî got, vê yekê jî karîgerî li karîna wê ji bo kişandina çekdaran, û bi taybetî yên biyanî, kiriye.
Pere handerekî mezin ji çekdarên biyanî re bûn, wî got, lê niha rêxistin "bê pere ye û êdî nikare mûçeyên zêde bike û alîkariya tevahiya malbatan bike".
Hevdem, sivîlên li deverên li rojavayê Enbarê yên ku hîn di bin destê DAIŞ de ne "buhayeke mezin didin" ji ber ku qebûl nakin ku tevlî rêxistinê bibin an jî alîkariya endamên wê bikin, endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal Fehdawî got.
"Rêxistin dê dudil nebe ji kuştin an jî zindankirina her kesekî ku yasayên wê bicih nakin," wî ji Diyaruna re got.
Xelkê reviyayî behsa çîrokên tundutûjiya ku nayê behskirin li ser destê grûpê dikin, wî got, anî ser ziman jî ku "divê em bilez tevbigerin ji bo rizgarkirina xelkê dorpêçkirî".