Nûçeyên Iraqê
Penaber

Sûrî tehedaya mîn û îdamkirinan dikin daku ji DAIŞ li Reqa birevin

AFP

Awareyên Sûrî, yên ku ji gundewarên derdora Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî" reviyane, gihiştine kampeke demkî li Eyn Îsa di 1ê Gulanê de. Beşê mezin ji kampê tije ye, lê gihiştina sivîlên ku ji DAIŞ direvin berdewam e. [Delîl Suleyman/AFP]

Awareyên Sûrî, yên ku ji gundewarên derdora Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî" reviyane, gihiştine kampeke demkî li Eyn Îsa di 1ê Gulanê de. Beşê mezin ji kampê tije ye, lê gihiştina sivîlên ku ji DAIŞ direvin berdewam e. [Delîl Suleyman/AFP]

Beşê sereke ji kampeke awareyan li bajarokê Eyn Îsa yê li bakurê Sûriyê tije ye, lê sivîlên ji "Dewleta Îslamî" reviyayî berdewam in li ser gihiştinê.

Kamp rewşeke sext e, ku çadirên wê yên bitoz û li ber bayê dihejin li ser zuxurên spî yên ku niştecihan bi tozeke spî ya hûr dinuximîne.

Ev bi mehan e ku xelkê digihin kampê, lê leza gihiştina wan zêde bûye ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi operasyona xwe li dijî DAIŞ givaşê lê dikin.

Hevpeymaniya Erebî-Kurdî ber bi bajarê Reqa ve pêş dikeve, ku asêgeha dawî ya hera girîng a DAIŞ li Sûriyê ye.

Kesên ku nû digihin kampa sereke neçar in ku li derveyî sînorên devera biçadir a damezirandî bicih bibin, heta ku çadirên xwe bi dirêjahiya kevîka rêya nêzîk deynin.

"Niha bêtirî 20,000 kes li kampê hene, û hejmar her saet zêdetir dibin," birêveberê kampê Celal Eyaf ji AFP re got.

"Ji dema destpêka şerê Reqa berî şeş mehan ve, bêtirî 10,000 kes gihitşin kampê, ku hinek ji wan niha vegeriyane gundên xwe û hinekên din çûne ba kesûkarên xwe li deverên din," wî got jî.

Wî bang li grûpên alîkariyê yên navdewletî kir ku "alîkariya ji awareyan re, ku hejmarên wan karîna encumena xwecihî ya bajar derbas kiriye, zêdetir bikin".

Bi sedên zilam û jinan li dora kamyoneke ku sebetên alîkariyê belav dike kom bûn, ku jinekê sindoqeke ji madeyên Programa Xwarinê ya Cîhanî li ser serê xwe hilgirtibû.

Dûrî tirsê

Li cihekî din, jin li dora taneke avê ya sor kom bûne daku cilan bişon, û du kurên nûhatî zehmetiyê dibînin di hilgirtina botleke avê bi hev re.

Zarok li kampê kom bûne, di nav wan de zarokekî biçûk ku di nav zuxuran de rûniştiye û getek plastîk dicût, xuya ye ku ne agahdarî toza spî ye ku li ser pantolê wî yê sor e.

Nêzîkî wî, du kur bi hêlînokê dilîzin, li ser bazinên bendikê zer ê girêdayî bi çarçoveyeke hesinîn ve.

Û di çadirekê de, malbatek hewl dide ku mijokeke pembeyî bikar bîne ji bo sekinandina giriyê bebekekî pêçayî bi çend betaniyên di dergûşekê de.

Lê tevî hemû zehmetiyan, kamp ewle ye, û ji tirsên ku xelkê dibêjin ku di bin desthilata DAIŞ de û di dema reva xwe de dîtine dûr e.

Ebû Ehmed, yê 47 salî, yê nûgihiştî yê ku ji devera Çandinî ya Reşîd li bakurê bajarê Reqa reviya û behsa geşteke bizdêner dike.

"Wan teqe li otombîlên me kirin û fîşek berdane çadirên me dema em direviyan," wî got.

"Wan pir bomberêj kirin, û dever mayîn dikin berî ku ji wan vekişin," wî ji AFP re got.

Xalid, niştecihê navçeya Sebahiya li Reqa, berî du rojan gihiştiye kampê û hîn betilî ye.

"Me nikarîbû bawer bikin ku em gihiştibûn vê derê," wî got.

"DAIŞ rê li kesên ku dixwazin werin vir digre -- ew ziyanê digihîne otombîlên wan daku reva wan bisekinîne," wî got jî.

"Lêgerîna bo selametiyê"

"Wan çendîn xelkê ku hewl dan birevin berî çend rojan îdam kirin," Xalid got.

Şêniyekî din ê Reqa, bi navê Telal, got ku çekdarên DAIŞ çavdêriya xelkê bi çadir dikir ên ku dibe ku bi dirêjahiya rêyeke revê çadirên xwe danîbin.

"Rewş gelek xirab e," yê 36 salî, got.

"Herkesê li bajar li selametiyê digere."

Çekdarên QSD tenê hin kîlometran ji bajarê Reqa li aliyê bakur û rojhilat dûr in, lê hîn li ser dorpêçkirina wî ji aliyê rojava û başûr ve kar dikin.

Wan got ku dibe êrîşeke dawî meha bê destpê bike, û Amerîka soza alîkariyeke zêdetir daye ji bo piştgiriya hêzan berî wê demê.

Hemza Husên, şêniyekî ji taxa Deriya ya Reqa, got ku çekdarên DAIŞ ji bo şerekî xwe bicih dikin.

"Wan dever bi mînan dorpêç kiriye û çarçevekî depî yê ku ji Iraqê anîne danîne," wî got.

Ew çarçev li ser kolanan hatine danîn û bi caw hatine nuximandin ji bo şaşkirina dîtina hêza asmanî ya hevpeymaniyê ji banî ve.

"Wan herwiha kolan bi çeperên ji ax û çementoyê girtine," wî got jî.

Wî got ku biraziyê wî bi teqîna mînekê de di dema ku ji bajar direviyan hat kuştin.

"Me wî bi xwe re anî û me wî li vir veşart."

Xalid got ku piştgiriya xwecihî ji DAIŞ re nemaye, û xelk li benda rizgarkirina bajar in.

"Tu kes nema dikare wan tehmûl bike," wî got.

"Herkes li rêyekê digere daku ji wan xilas bibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500