Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî molgehên mayî yên DAIŞ li Selahedîn têk dibin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî yên hevbeş operasyoneke serbazî bo heyama hefteyekê pêk anîn, ku di 26ê Nîsanê de hat destpêkirin, ji bo wêrankirina hemû molgehên mayî yên "Dewleta Îslamî" li Muteybica û deverên derdorê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî yên hevbeş operasyoneke serbazî bo heyama hefteyekê pêk anîn, ku di 26ê Nîsanê de hat destpêkirin, ji bo wêrankirina hemû molgehên mayî yên "Dewleta Îslamî" li Muteybica û deverên derdorê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Di operasyoneke serbazî ya berfireh de bi piştgiriya hêzên heşda eşîretan, artêşa Iraqî molgehên dawî yên "Dewleta Îslamî" li parêzgeha Selahedînê ji nav birin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Operasyona serbazî ya yek-hefteyî, ku di 26ê Nîsanê de hat despêkirin, tevahiya molgehên DAIŞ yên mayî li Muteybica, li rojhilatê Tikrîta paytexta parêzgehê, û deverên derdorê armanc girtin.

Ev dever ji aliyê DAIŞ ve weke bingehekê ji bo destpêkirina êrîşan li ser parêzgehê dihatin bikaranîn.

Endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Selahedînê Xalid Xezrecî ji Diyaruna re got ku operasyona serbazî ji sê deverên sereke ve hat destpêkirin bi hebûna piştgiriyê ji hêzên fermandariya operasyonên Selahedînê, Samera û Dîcla, polîsê Selahedîn û Diyala û bi piştgiriya Hêza Asmanî ya Iraqî.

Ji encama operasyonê bêtirî 70 endamên DAIŞ hatin kuştin, çekên sivik û navînce hatin desteserkirin, û çendîn otombîlên bombekirî bi awayekî kontrolkirî hatin teqandin, wî got.

"Tiştê girîngtir ew bû, ku hêzên hevbeş karîn Muteybica bi temamî ewle bikin, wê ji şanên terorîstî paqij bikin, rêyên wan ên piştgiriyê qut bikin û rêyên diçin nava dilê parêzgeha Selahedînê bigirin," wî got jî.

"Tevahiya parêzgehê niha ewle ye û ji molgehên terorîstan paqij e ji bilî aliyê rojavayî ji Şerqat li bakurê Selahedîn," yek ji dergehên sereke bo bajarê Mûsilê, Xezrecî got.

Her dema ku Mûsil bi temamî were rizgarkirin, wî got, hêzên Iraqî dê çavê xwe deynin ser vegerandina Şerqat ji DAIŞ.

Hewalgirî nîvê şer e

Di encama operasyonê de belgeyên girîng û agahî hatin bidestxistin, fermandarê operasyonên Samera lîwa Îmad Zuheyrî got.

Ev yek dê nerîneke giştî derbarê karê girûpên terorî bide hêzên ewlekariyê û dê rê bide wan ku şanên veşartî li deverên karkirina wan kifş bikin, wî ji Diyaruna re got.

Rêveberiya istixbarat û dije-terora Selahedînê gurzên giran li DAIŞ xistin, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf, got.

Di Adarê de, hêzên ewlekariyê pîlaneke terorî ya mezin ku dixwest ziyaretgeheke pîroz a Şîeyan li Samera bi rêya bikaranîna 15 endamên DAIŞ ku çar otombîlên bombekirî diajotin bike armanc pûç kirin, wî got.

"Hişyariya hêzên ewlekariyê, yên ku agahiyên îstixbaratî yên xurt li ba wan hebûn, rê da wan ku hemû terorîstan bikujin û otombîlên wan biteqînin berî ku bigihin armancên xwe li Samerayê," wî ji Diyaruna re got.

"Desthilatên îstixbaratî li parêzgehê herwiha agahiyên nirxdar didin hêzên ewlekarî ji bo armancgirtin û êrîşkirina ser malên vehewana DAIŞ, ên ku rêxistin çekdar û êrîşkarên xwe yên xwekuj li wan kom dike," wî got.

Selahedîn ji aliyê ewlehî ve bê hampe ye, Ebû Rexîf got, anî ser ziman jî ku pênc parêzgeh li dora wê ne -- Kerkûk, Nînewa, Enbar, Bexdad û Diyala -- ku hebûna terorîstan li wan hebû, û hinek ji wan hîn ji ber molgehên terorîstan ne aram in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500