Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ şanên veşartî bikar tîne di demekê de ku samanên wê kêm dibin

Xalid Taî û Welîd Ebû Xêr

Endamine şaneke veşartî ya "Dewleta Îslamî" li bakurê Sûriyê hatin girtin. Berî pêkanîna êrîşên çaverêkirî, endamên DAIŞ dizekirinê bo nav devera armanckirî dikin daku xwe tevlî xelkê deverê bikin ji bo amadekirinê ji êrîşa xwe re bikin. [Wêne ji Rêbar Nebo hatiye wergirtin]

Endamine şaneke veşartî ya "Dewleta Îslamî" li bakurê Sûriyê hatin girtin. Berî pêkanîna êrîşên çaverêkirî, endamên DAIŞ dizekirinê bo nav devera armanckirî dikin daku xwe tevlî xelkê deverê bikin ji bo amadekirinê ji êrîşa xwe re bikin. [Wêne ji Rêbar Nebo hatiye wergirtin]

Di demekê de ku li çend mîhweran erdê ji dest dide, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berê xwe daye tektîkên nehênî ji bo çandina tirsê û xurtkirina hebûna xwe li deverên ku nema di bin kontrola wê de ne, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Vê dawiyê şanên veşartî bikar tîne -- rêxistine veşartî ku xwe di nav xelkê de vedişêrin heta ku biryara pêkanînê ji wan re were dayîn -- ji bo pêkanîna êrîşên xwekujî.

Ji bo jihevxistina şanên veşartî berî ku bikaribin êrîşan pêk bînin pêwîstî bi hevahengiya tam a xelkê sivîl heye, Berpirsan got, tekezî li ser girîngiya hişyariya zêde ya xelkê û pêwîstiya bo agahdarkirin ji tevgera biguman kir.

Di 9ê Nîsanê de, şêniyekî deverê hêzên Iraqî ji şaneke veşartî agahdar kirin ku li malekê li taxa Zuhûr a rojhilatê Mûsilê bû.

Weke bersivdanê li ser agahdariyê, hêzên ewlekariyê avêtin ser malê -- ku têde çek, teqemenî û nivîsên tundrew dîtin -- û du endamên DAIŞ girtin.

Hejmareke ji êrîşên wisa li Mûsilê hatin pêkanîn bi alîkariya xelkê deverê, endamê komîteya xizmetê ya encumena parêzgeha Nînewa Husam Ebbar ji Diyaruna re got.

Xelkê Mûsilê "gelekî zehmetî kişandin dema ku DAIŞ deverên wan dagir kirin", wî got. Ew naxwazin ku ev dubare bibe, wî got jî, ji ber vê yekê ew "bi dilê xwe li şanên terorîst rapor dikin".

Xebata li gorî agahiyan

Di nav Mûsilê de, ajansên ewlekariyê û istixbaratê û polîsên xwecihî raporên ku tên analîze dikin û li gorî çavkaniyên xwe yên taybet ji wan piştrast dibin, Ebar got.

Her dema ku lêkolîn temam bibin û fermanên dadgehê werin bidestxistin, kesên daxwazkirî yekser tên girtin, wî got.

Ji destpêka salê ve, "nêzîkî 1,200 terorîst ku beşek ji şanên veşartî bûn li deverên rizgarkirî li Mûsilê hatin girtin", Ebbar got, bi xêra agahiyên istixbaratî yên ku ji aliyê xelkê deverê ve hatin dayîn.

Berî pêkanîna êrîşên biarmanc, endamên DAIŞ bi mîsyonên veşartî dihatin erkdarkirin ku xwedizekirinê bo nav devera armanckirî bikin û hewl bidin ku xwe tevlî xelkê xwecihî bikin daku amadekariyê ji êrîşa xwe re bikin.

Êrîşa 7ê Gulanê li ser bingeheke serbazî li Kerkûkê ku hêzên ewlekariyê karîn pûç bikin wisa bû, rûbirûyî pênc êrîşkarên xwekuj ên ku kemberên bombekirî lixwe kiribûn û bi xwe de teqandin bûn.

Li gorî lêkolîneke destpêkê, xelkê xwecihî gotin, êrîşkar beşek ji şaneke veşartî ya DAIŞ bûn ku berî demekê dizekirin bo nav parêzgehê kiribûn.

Jinavbirina şanên veşartî

Şanên veşartî yên DAIŞ dikarin werin jinavbirin bi rêya bilezkirina rizgarkirina deverên dagirkirî li Kerkûkê, û Hewîca bi taybetî, û bi rêya aktîvkirina karê istixbaratî, Cîgirê Parêzgarê Kerûkê Rakan Cibûrî got.

"Her dema ku ev dever werin rizgarkirî, lîderên terorîstan karîna rêvebirin û aktîvkirina şanên veşartî jidest didin," wî ji Diyaruna re got.

Hevahengiyeke gelekî baş navbera xelkê Kerkûkê û hêzên ewlekariyê heye, wî got, anî ziman jî ku "hefteyek derbas nabe bêyî ku şaneke veşartî were girtin bi rêya piştgiriya rasterast ji xelkê".

Xelkê aware ji deverên di destê DAIŞ de çavkaniyeke zengîn a agahiyan in, wî got jî, û alîkarî kirine di eşkerekirina gelek şanên veşartî yên ku xwedizekirin bo nav parêzgehê kirin ligel pêlên awareyan.

Di 18ê Nîsanê de, xelkê xwecihî ajansên istixbaratê yên Iraqî gihandin veşargeheke DAIŞ li devera Termiya ya çandinî, li bakurê Bexdayê, ku 10 çekdar girtin ku qebareyên mezin ji teqemeniyan di destê wan de hebûn.

Deverên dûr û biyabanî "kunên sirûştî yên şanên terorîst û metirsiyeke mezin in", endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbar Racih Berekat Eyfan got.

Divê hêzên taybet werin pêkanîn ji bo girtina şandeyên veşartî li deverên dûr, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku şanên veşartî penaya dawî ya rêxistinên tundrew in.

"Welatiyên me ji planên terorîstan baş hişyar bûne û hemû agahiyên ku li ba wan hene didin daku metirsiyên terorîstî jinav bibin," wî got jî.

Armancgirtina şanan li Sûriyê

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girîngiyê didin jinavbirina şanên veşartî yên DAIŞ, ku xwedizekirinê di nav karwanên k awareyan dibin deverên ewle dikin weke hewlekê ji bo çekdarkirina gencan, berpirsên QSD got.

"Ji bo jinavbirina metirsiya ji aliyê şanên veşartî yên DAIŞ ve, QSD, bi hevahengiyê ligel encumenên xwecihî li deverên rizgarkirî û ajansên girêdayî wan, pişkinîn û çavdêriya berdewam pêk tîne ji bo nehiştina metirsiyê," şêniyê kampa penaberan a Eyn Îsa Ebdulla Heyder ji Diyaruna re got.

Ewlekarî li deverên ku pêlên awareyan li wan hene hatiye xurtkirin, wî got, ji ber ku DAIŞ nearamiyê ji bo avakirina şanên veşartî istixlal dike.

"Di dema niha de, tedbîrên tund hatine standin bi taybetî di mamelekirina ligel kesên ku ji deverên Reqa direvin," Heyder got. "Ew li kampeke nêzîkî Eyn Îsa tên komkirin, û hemû rastî pişkinînên ewlekarî tên ji bo nehiştina ti xwedizekeran."

Sivîl ji vê proseyê hatine agahdarkirin, û bi temamî hevahengiyê ligel hêzên ewlekariyê dikin, wî got.

"Xelk bi temamî piştgiriyê dikin û biya ferman û tedbîrên hêzên ewlekariyê dikin, bi taybetî ji aliyê pêbendî bi qedexekirina derketinê û mayîna li kampê heta ku operasyonên maliştinê temam bibin," wî got.

Bi dehên şanan hatine eşkerekirin

"Helbet şanên veşartî yên DAIŞ çeka herî kujer ji çekên rêxistinê ye," Rêbar Nebo, lîderekî tîma Asayişê li Qamişlo got.

Hemû herêmên Sûriyê ziyaneke mezin ji şanên berbelav li deverên bin destê DAIŞ û li deverên ku ji rêxistinê hatin rizgarkirin jî dîtin, wî ji Diyaruna re got.

"Di wê dema piştî rizgarkirina deverên li bakurê Sûriyê de, bi dehên şanên veşartî yên ku ji [DAIŞ] re kar dikirin hatin eşkerekirin," wî got.

Ev şan bi gelek erkan hatibûn erkdarkirin, Nebo got.

Hinek pispor bûn di çandina mayîn û bombeyên bidestçêkirî yên ku sivîlan dikin armanc, hevdem hinekên din bi sîxuriyê ji rêxistinê re bi rêya çavdêriya tevgerên serbazî yên komên dijber hatibûn erkdarkirin.

"Hêzên taybet ên Asayişê hejmarek ji şanên veşartî yên ku li devera Tel Hemîs aktîv bûn û bombeyên bidestçêkirî çandibûn ji bo xistina tirsê di dilên welatiyan de girtin," Nebo got.

Ev girtin encama çavdêriya nêzîk a xelkê deverê bûn ligel agahiyên girîng ên ku ji aliyê xelkê ve hatin pêşkêşkirin, wî got.

"Xelkê deverên rizgarkirî ji DAIŞ rojane raporê li kesên gumanlêkirî dikin," wî got jî. "Yan bi awayekî rasterast li navendên ewlekarî yan jî ji nobedariyên li deverê, yan jî bi rêya pêwendiyê bi hejmarên telefonê yên ku ji bo vê armancê hatine belavkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500