Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tora nepenî ya tunêlên DAIŞ li Mûsilê

Xalid Ta'i

Leşkerên Iraqî yek ji mezintirîn torên tunêlên " Dewleta Îslamî" pişkinîn dikin, ku li Rojhilatê Mûsilê di dawiya 2016an hate dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Firqeya Îstixbaratên serbazî hatiye wergirtin]

Leşkerên Iraqî yek ji mezintirîn torên tunêlên " Dewleta Îslamî" pişkinîn dikin, ku li Rojhilatê Mûsilê di dawiya 2016an hate dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Firqeya Îstixbaratên serbazî hatiye wergirtin]

Torên tunêlan yek ji alavên xweparastinê ne yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikar tîne, bitaybetî hatine sazkirin ji bo pêkanîna manoveran û veşartina ji çavdêrîkirina asmanî û weke rêçikên revên tên bikaranîn dema ku şikestin nêz dibe.

Bêhtirî caran tunêl gelek rêçikên kompleks li jêr zemînê himbêz dike û bi roniyan tên zêdekirin û bi xwarinê tên miştkirin daku ew weke vehewangeheke demkî bên bikaranîn.

Daku hebûna wan nepenî bimîne, dergehên wan li nuqtenan tê çêkirin ku guman jê neyê kirin, mîna xaniyan û avahiyên giştî, û ew veşartîne û bombekirîne daku tirsê di nava dilê kesê ku derbasî wan bibe çêbike.

Di dema pêşketina wan de daku Mûsilê rizgar bikin, hêzên Iraqî bi dehan ji tunêlên mîna van wêran kirin, yên herî dawî jî li gundê Helîla li rojavajê bajêr.

Di heyama dagirkirina rêxistinê ji gund re, endamên DAIŞ toreke tunêlan û fermandariyek û navendeke kontrolê li wir ava kirin, sûd ji çendîn giran û kaşan û rêyên neqîrkirî li deverê digirtin.

Di daxuyaniya roja 21 Nisanê de, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî eşkere kir ku DAIŞ ew tunêl bikar dianîn daku "ji deverekê biçe devereke din û ji êrîşên asmanî bireve".

DAIŞ xwe amade dikir daku rê li ber pêşveçûna hêzên Iraqî bigire bi dora 14 otombîlên bombekirî û pêkanîna kemînên ji nişka ve ji van tunêlan, daxuyaniyê got.

Firqeya 9emîn a Zirxî ya Artêşa Iraqî êrîşên pêşwext pêkanîn, lê, berevaniyên rêxistinê têk birin û tevahiya gund ewle kirin.

DAIŞ di jêrzemînê re diçe

DAIŞ pişta xwe bi sê stratîjiyên sereke yên jengaweriyê girê dide -- otombîlên bombekirî, xwekuj û torên tunêlan -- Serokerkanê Fermandariya Operasyonên Nînewayê emîd Raed Mehmûd got.

"Di pêvajoya şerên me de, me çend tor vedîtin, piranî li rojhilat û rojavayê Mûsilê," wî got. "Yên herî komplêks ji wan toran li bajarokê Geyara û deverên Nînewayê hatin dîtin."

Rêxistinê sûd ji "himbizbûna niştecihî û xwezaya xaknîgarî" li hinek deveran wergirtin di destnîşankirina cihan ji tunêlên xwe yên asê de, Mehmûd got.

Roja 27ê Kanûna Yekem, hêzên serbazî "mezintirîn tora tunêlan" vedîtin li rojhilatê Mûsilê, ku çend kîlometran dirêj bû û bêhtirî 10 metran kûr bû.

Ew weke vehewangeh dihat bikaranîn û bi elekitrîk, sarker, xwarin, û avê hatibû zêdekirin, sarinc, xwarin û av û cihên razanê û jiyankirinê himbêz dikrin.

Mehmûd got ku DAIŞ ew tunêl yan bi destan, bi bikaranîna alavên sade, yan jî bi bikaranîna bagir û buldozeran kolandine.

Eger ev tunêl bi destan hatibin kolandin, wî got, "ne dûr e ku wan girtî bikar anîbin daku vî karê dijwar ji wan re bike".

Metoda mîkanîkî, bi bikaranîna alavên giran, ku bêhtir ji bo avakirina tunêlên kûr ên bi dûrahiyên dirêj in hatine bikaranîn, wî got.

Tunêlên nepenî dawîn vehewangeh in

Avakirina tunêlan ne bêserûber bû, ji ber ku faktorên corê axê, andazyariya rêyan, qulên ku beriya aniha hatine vekirin û merema sereke ya her tunêlêkê li ber çav hatine girtin.

Hinek ji wan ji bo xweveşartinê yan jî weke rêyên revê hatin bikaranîn, lê hineke din jî weke komgehên cebilxane, çekan û teqemeniyên pêşxistî hatin bikarannîn, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewayê Muhemed Brahîm got.

Ev core ji tunêlan li rojavayê Mûsilê hate vadîtin, li taxa Wadî Hejer li nêzî serbazgeha Xuzlanî li girên li derdora gundê Ebû Sêf, wî ji Diyaruna re got.

Brahîm got ku rêxistinê maşîn û alavên şaredariyê yên ku di karên danîna xetên avê de û sazkirina karîzan de bikar tên di kolandina tunêlan de bikar anîn.

DAIŞ, a ku hîna jî sektoreke biçûk li nava Mûsilê kontrol dike, hewl dide ku jêrzemînên xaniyan weke tunêlên nepenî bikar bîne, wî got jî.

"Agahiyên me yên hewalgirî piştrast dikin ku DAIŞ toran û korîdorên ku sikakekê li ser a din divekin li Bajarê Kevin û taxa 17 Temûzê ava kirine weke beşek ji hewlên wê yên dirêjkirina şer li dawîn asêgeha wê li Mûsilê," wî got.

Û heta niha, Tunêlan nikariye ku DAIŞ ji binketinê bi dûr bike, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Benyan Cerba got, da zanîn jî ku hêzên Iraqî "ezmûndarî û skîlên bes bi dest xistine daku şer terorîstan li ser zemînê û li jêr wê wê bikin".

"Vê stratîjiyê dawiya dawîn îsbat kir ku ew binketineke mezin e, ji ber ku tevahiya tunêlên ku dijmin avakirin li Mûsilê, û qumar li ser karbûna wan dikin, aniha tên wêrankirin û gelek ji wan bûn gor ji endamên dijmin re," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500