Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zewahirî dixwaze nêçîra tundrewên ji komên rikeber bike

Welîd Ebûl Xêr li Qahîra

Di peyameke dengî de ku roja 23ê Nîsanê hate weşandin, serokê Qaîda Eyman Zewahirî hewl dide ku berîtîdariya Qaîda vegerîne. [Wêne ji medya civakî hatiye wergirtin]

Di peyameke dengî de ku roja 23ê Nîsanê hate weşandin, serokê Qaîda Eyman Zewahirî hewl dide ku berîtîdariya Qaîda vegerîne. [Wêne ji medya civakî hatiye wergirtin]

Di peyama wî ya dengî ya herî dawîn de, xuya ye ku serokê Qaîda Eymen Zwwahirî hewl dide ku şanoyekê ji endamên bêpar ên rêxistinên din re ku li Iraq û Sûriyê şer dikin re saz bike, pisporan ji Diyaruna re got.

Beşê medya Qaîda, Dezgeha Sehab, dawîn peyama dengî ya Zewahirî di medya civakî de roja 23ê Nîsanê belav kir.

Di peyama xwe de, serokê Qaîda bang li cîhadiyan kir ku xwe yek bixin û şerê gerîla li dijî "dijminê Xaçperest û hevalbendên wî" lidar bixin, û ew hişyar kirin ku ew xwe ji şerekî dirêj re ji aliyê rojava ve "li dijî Islamê" amade bikin.

Pisporan ji Diyaruna re got ku peyama Zewahirî nişan dide ku ew hewl dide ku dîsan Qaîda ava bike bi rêya lihevcivandina çekdarên mayî yên wekî Eniya Nusra, "Dewleta Islamî" (DAIŞ) û hevalbendên wan ên ku rastî xesarên ku her diçe zêde dibin tên.

"Daxuyaniya nû ya Zewahirî bi tenê xwederxistineke medyayî ya bêhode ye di demekê de ku hukmê Qaîda lawaz dibe," şarezayê komên terorî Lîwa Waîl Ebdul Mutelib, ku efserekî serbazî yê Misrî yê xanenişîn e, got.

Ew hewleke ku nîşan dide ku Qaîda xwedan karîgerî li Sûriyê ye, wî ji Diyaruna re got, bi hewla eşkere ya Zewahirî ku şopedarên araste bike û korsê şer li gorî xwe bajo.

Hewldaneke qîrdar a kontrolkirinê

Daxuyanî bi xuyayî ji paşmahiyên tundrew ên ligel Qaîda elaqedar in re bû, weke Eniya Nusra û DAIŞ, "di hewlekê de daku qazancê ji rewşa aniha bike û dewleta cîhadiyan li Sûriyê lawaz bike", Ebdul Mutelib got.

Bi vê yekê, Zewahirî armanc dike ku fişarê li çekdarên ji rêxistinên tundrew ên din bike ku vegerin rêzên Qaîda û dest ji serokên aniha berdin, wî got jî.

Banga Zewahirî ya bo şerê gerîla "bi tenê şanoyeke biteşwîq e ji civaka terorê re", Ebdul Mutelib got.

Şerê gerîla yê ku wî qala wî kir dê negengaz be ku bi karayî li ser zemînê pêk bê ji ber xwezayiya şerên ku aniha tên lidarxistin, wî got.

Ew jî ji ber ku belavbûneke berfireh a şervanên miyanrew ên ku kordînekirinê bi balafirên şer ên hevpeymaniyê re dikin heye , hevpeymaniya ku her tevgereke gumanlêkirî li ser zemînê çavdêrî dike, wî şirove kir.

"Ew deverên ku ji DAIŞ hatin rizgarkirin pêşî bi temamî hatin asêkirin û dorpêçkirin û piştre ji hemû aliyan ve êrîşî wan hate kirin bi awayekî ku rê neda ti berxwedanekê û êrîşeke intîqamî," Ebdul Mutelib got.

Zewahirî girîngiya girtina zemînê bi nizim nirxand di hewlekê de bo "rewakirina xesarên ku komên terorî ji ber wan dinalin û ferman da wan ku xwevekişînên tektîkî bikar bînin li şûna xwevekişînên ji ber şikestinan", wî got.

Reşbîniya di nav tundrewan de

Dibe ku daxuyaniya Zewahirî zemînxweşker ji serokê Eniya Nusra Ebû Muhemed Colanî re be ku ji parçebûna ji Qaîda bipaşde vegereû vegera xwe bo kon rabigihîne, profesorê li Zanîngeha Ezher û lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar, got.

Di peyama xwe de, Zewahirî da zanîn ku ew parçebûn "tu mifa negihande hêzên çekdar ên Islamî", wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku dibe ku ew bihêle ku Colanî ji hêzên din ênTehrîr el-Şambixwaze ku tevlî Eniya Nusra yan Qaîda bibin.

"Navûdengiya Eniya Nusra derizî ji ber rêkeftinên [Colanî] bi rejîma Sûrî re ku li gorî wan hin dever hatin rasdestkirin û şêniyên wan bo herêma Idlibê hatin veguhestin; ew gava ku Sûrî wê weke têketina di şikeftekê de dibîne ku sedema wê Colanî bû û derewbariya sozên ku wî di rabihûrî de dabûn isbat dike," wî got.

Çekdarên tundrew, bi taybetî yên biyanî, ji vê gavê çokşikestî bûn, wî got, "lewra ev peyam û yên hevşêweyên wan vexwendinên kêsebaz in bo wan daku ew vegerin bin konê Qaîda".

Di peyama xwe de, Zewahirî hewl dide ku nîşan bide Qaîda rêxistina dayik a ku tu saziş nekiriye, Bekar got.

Qaîda "îsrara xwe a şewhandina wêneya Islamê û fêrdariyên Islamê dewam dike", Şêx Racih Sebrî ji Wezareta Ewqafan a Misrî ji Diyaruna re got.

"Bangên Zewahirî dê xwînrijandin û şerê bêhtir ji Musilmanan re bînin holê," wî got.

Ew dê zehmetiyên zêdetir ji Sûriyan re çêbikin, "ên ku çavên wan li mafên wan ên medenî yên herî serekî ne û bi navê olê ji aliyê rêxistinên terorîst ve tên bikaranîn", wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Royê islamê hate reşkirin bi destê van tundrewa

BERSIV BIDE