https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/05/02/feature-02?di_exp_001=true

×
×
Terorîzm |

Xelkê Mûsilê belgeyên ku DAIŞ derkiribûn bi yên yasayî diguherin

Xalid Taî

image

Xelkê aware yên Mûsilê diçin ofîsên hikûmî daku daxwaza belgeyên nasnameyê yên yasayî bikin, û belgeyên neyasayî yên ku "Dewleta Îslamî" di dema kontrolkirina wê ji bajar re ew neçar kiribûn ku werbigrin diguerin. [Rêveberiya Regeznameya Nînewa]

Ligel derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji rojhilatê Mûsilê, xelk niha dikarin Kartên Nasnameya Sivîl ên yasayî û nû ligel belgeyên din jî werbigrin.

Di dema desthilata DAIŞ de li bajar, rêxistinê dest danî ser belgeyên fermî yên welatiyan û ew bi belge û belgenameyên xwe yên neyasayî guhertin.

Desthilatên Iraqî îro kar li ser derbaskirina tevlîheviya ku DAIŞ di qeydên medenî yên welatiyan çêkiriye dikin û ji bo ji nû ve tomarkirina belgenameyên jidayikbûn û mirinê û girêbestên zewacê.

Rojane bi dehên xelkê Mûsilê li pêşiya ofîsa Rêveberiya Regeznameyê li bajarokê Bertela, li rojhilatê Mûsilê tên dîtin, ku li benda dora xwe ne ji bo wergirtina belgeyên xwe yên nasnameyê.

Mihemed Selah, yê 37 salî, şêniyekî ji taxa Musena ye, got ku berî salekê Xwedê keçek da wî û wî navê wê kire Henîn, lê wî qet jidayikbûna wê di Rêveberiya Tendirustiya bajar de, ku DAIŞ navê wê kiribû Dîwana Tendirustiyê tomar nekir, daku ew "belgeyeke derkirî ji rêxistina terorîst wernegire".

"Min dizanîbû ku rizgarkirina tekez ya bajarê me dê pêk were [û] min bi tu awayî qebûl nedikir ku keça min tu karteke nasnameyê ji bilî ya fermî hilbigre, eger bihayê vê yekê jiyana min jî baya," wî ji Diyaruna re got.

"Piştî pêdaçûnê, keça min di qeyda medenî ya malbata min de hat qeydkirin û min Karteke Nasnameya Sivîl û belgenameyeke regeznameyê [jê re] wergirt," wî got.

Çaksazirina tevlîhevî û wêrankirina DAIŞ

DAIŞ tevlîhevî û wêranî gihandin hemû warên jiyanê, di nav de belgeyên fermî yên welatiyan, zagonsaza Iraqî Intisar Cibûrî, endameke komîteya jinan, malbat û zarokan a parleman, got.

Dema ku rizgarkirin destpê kir û xelk ji desthilata çekdaran hatin rizgarkirin, "hewlên niştîmanî giranî dan piştgiriya mafên welatiyan û derbaskirina zehmetiyên girêdayî bi vê pirsê", wê ji Diyaruna re got.

Ji dêbavan re hêsan e ku kartên nasnameyê yên fermî yan jî qeydekî medenî bibin daku zarokên xwe yên ku di bin desthilata DAIŞ de jidayik bibûn tomar bikin, wê got.

Dêbav tenê bi hewceyî fermaneke dadgehê ne ya ku xweberiyê bi rêya du şahidan piştrast dike ligel tomarkirina belgenameyeke jidayikbûnê li Rêveberiya Tendirustiyê daku belgeyên nasnameyê werin derxistin.

Eger dê û bav bi rêya girêbesteke neyasayî ya ku ji aliyê DAIŞ ve hatibû derxistin zewicîne û zarokên wan hene, gerek destpêkê zewaca xwe li dadgehê tomar bikin, li gorî Cibûrî.

"Eger jinek di dema desthilata DAIŞ de zewicî Iraqiyekî û zilamê wê mir, winda bû yan jî ew berda, mafê wê ye ku dozeke qanûnî veke, û mafê xwe li dadgehê bibe, û zarokên xwe bi navê dêbavên xwe tomar bike," wê got.

Mafê jinê herwiha heye ku "bi fermî zewacê betal bike eger li ser wê hatibû ferzkirin û ne bi vîna wê hatibû kirin, weke zewacên bi zorê bi çekdarên DAIŞ re", Cibûrî got.

"Em hewl didin ku hemû astengiyên ku dibe karîgeriyê li vegera xelkê bo jiyana normal bikin derbas bikin," wê got.

Desthilata Dadwerî ya Iraqî dixwaze tiştê ku DAIŞ di sîstema hala medenî de xirab kiriye çak bike, pisporê qanûnî Tariq Herb, serokê Komeleya Kultûra Qanûnî, got.

Rêxistina terorîst gelek pirsgirêk li Mûsilê li pişt xwe hiştin, wî got.

Ev pirsgirêk "herwiha, ne nû ne, ji ber ku berî niha li Enbarê, Diyala û Selahedîn hebûn," wî ji Diyaruna re got. "Îro dadgeh û rêveberiyên Nînewa mameleyê ligel wan dikin weke çawa hevtayên wan li parêzgehên rizgarbûyî yên din kirin."

Desthilata dadwerî hemû pirs çareser kirin, heta di haletên kêmpeyda û kompleks jî, daku piştrast bibe ku kaxezên fermî ji welatiyan re hatine derxistin û ku mafên xwe yên ku destûr ji wan re garantî dike werdigrin, Herb got.

Karîgeriyên derûnî yên desthilata DAIŞ

Dadgehan gelek pirsên yasayî yên girêdayî tomarkirina jidayikbûn, mirin û zewacan çareser kirin, çalakvana mafên mirovan Hena Edwer, seroka Komeleya Emel, got.

Lê belê, wê got, aspekteke girîng a din di dema desthilata DAIŞ de a ku divê neyê paxguhxistin nexweşiya derûnî yeya ku giha jinên ku hatin neçarkirin ku bizewicin an jî rastî destdirêjiyê ji aliyê endamên DAIŞ ve hatin û zarok ji wan çêbûn.

Gelek ji van jinan di rewşeke derûnî ya zehmet de dijîn û naxwazin ku berê xwe bidin dadgeh û ofîsên fermî, yan jî heta zarokên xwe, yên ku tu guneh nekirine, qebûl bikin, Edwer ji Diyaruna re got.

Di van haletan de, "gerek dadgeh destêwerdanê û [kar bikin] ligel rêxistinên din daku van nexweşiyan çareser bikin û alîkariya jinan bikin ku krîza xwe derbas bikin û bibin beşek ji civakê", wê got.

"Em bi hewceyî pisporên tendirustiya derûnî ne ligel hewleke bêhempa û dirêj ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê," wê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?
3
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha