Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya Erebî-Kurdî Reqaya di destê DAIŞ de dorpêç dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Du endamên Hêzên Sûriya Demokratîk li dergehê Tebqa ne. Di 24ê Nîsanê de, QSD bo yekemîn car derbasî bajarokê Sûrî bûn piştî dorpêçkirina wî ji hemû aliyan ve. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Du endamên Hêzên Sûriya Demokratîk li dergehê Tebqa ne. Di 24ê Nîsanê de, QSD bo yekemîn car derbasî bajarokê Sûrî bûn piştî dorpêçkirina wî ji hemû aliyan ve. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bêtir nêzîkî bajarê Reqa dibin, bi armanca dorpêçkirina wî bi temamî û derxistina wî ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Di daxuyaniyeke 13ê Nîsanê de, QSD dawîhatina qonaxa sêyem ji Operasyona Xezeba Firat ragihand, got jî ku ew bi awayekî serkeftî gihişte armanca xwe bi rizgarkirina gundewarên bakurî yên Reqa.

Di dema ku QSD destpêkirina qonaxa çarem ji operasyonê ragihand de, hêzên wê "karîn balafirgeha Tebqa kontrol bikin", fermandarê yekîneyeke şerker a QSD Ebdilfetah Nesredîn ji Diyaruna re got.

Piştî wê jî pêşketineke kûr di nav deverên DAIŞ de hebû, wî got, ku QSD karî gundewarên bajarê Tebqa kontrol kirin.

Ew derbasî navçeya Iskenderiya li rojhilatê bajar û navçeya Ayid Sexîr li rojava bûn û kontrol kirin, wî got. Wan herwiha dergehê bakurî ji bajar kontrol kirin.

Şer herwiha li beşê başûrî ji bajar qewimî, herwiha ber bi bakurê rojava ve, ji bo qutkirina rêya navbera Tebqa û Reqa, wî got.

Endamên DAIŞ tenê piştî demeke kurt ji destpêkirina şer ji deverê reviyan, wî got jî, hejmareke mezin ji kuştî û birîndaran li pey xwe hiştin.

Di 24ê Nîsanê de, "QSD bo yekemîn car derbasî Tebqa bû piştî dorpêçkirina wê ji hemû aliyan", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Armanca operasyonên niha herwiha kontrolkirina tam a bendava Firat û deverên derdora wê ye ji bo ewlekirina wan bi temamî," Nesredîn got.

Gundên ku ji dema destpêka qonaxa çarem ji operasyonê hatine rizgarkirin her yek ji Mezraa Hukûmiya, Kebiş Kebîr û Reyan, ligel Mezraet Ayid, Cebel Ayid û Muşreyrifa Bakurî pêk tên, wî got.

Şervanên QSD Wadî Cellab û gundên derdorê kontrol kirin, di nav de Um Tenek, Bîr Cerba, Cerwa û Reyal û Kebiş Xerbî, ligel hinekên din.

Pûçkirina êrîşên xwekujî

Di demekê de ku hêzên rizgarker di nav Tebqa de bûn, DAIŞ bikaranîna êrîşkarên xwe yên xwekuj zêde kir, şêniyê Reqa û şervanê QSD Enes Mezher ji Diyaruna re got.

Wê çekdarên xwe veşartî dişandin cihên QSD daku xwe biteqînin "ne tenê bi rêya otombîl û erebeyên zirxî yên barkirî bi teqemeniyan lê belê bi çekdarên ku êlekên teqîner li xwe dikirin", wî got.

QSD heta niha kariye bi dehên êrîşên xwekujî pûç bike û nehêle ku hejmareke mezin ji qurbaniyan hebin, wî got, anî ziman ku girûpê herwiha dronên bikar tîne ji bo avêtina bombeyên destî.

Dronên, ku li gundewarên rojhilatî yên bajarê Reqa aktîv in, berê ji bo çavdêrî û sîxuriyê dihatin bikaranîn, Mezher got.

DAIŞ herwiha bi sedên mayînan çandin ji bo rêgirtin li QSD ku li bajar û gundewarên wî pêş bikeve û hejmareke mezin ji nîşangiran bicih kirine.

Tîmên pispor ên QSD rêyek di nav zeviyên mayînan de paqij kirine ji bo çêkirina rêyeke ewle ji şervanan re, û nîşangirên girûpê armanc digrin, wî got.

DAIŞ nahêle sivîl ji Tebqa derkevin û bi dehên wan li cihên xwe yên sereke hiştine, wî got, wisa operasyonên serbazî asteng dike û pêşketina QSD hêdî dike, QSDa ku bi haydariyeke mezin tevdigere ji bo parastina jiyana sivîlan.

"Hevahengiya navbera girûpên di bin siya odeya operasyonên Xezeba Firat de gelekî baş e, û her gavek li ser erdê bi hevahengiyê ligel hevpeymaniya navdewletî ye," wî got.

"Gelek ji xelkê herêmê bi hejmareke mezin tevlî rêzên QSD bûne daku di rizgarkirina bajarê Reqa de beşdar bin, ligel gelekên din ji komên din weke Hêzên Bijare û Encumena Serbazî ya Dêrezorê," Mezher got.

Piraniya şervanên nû ciwanên êlên Ereb in "yên ku bi xurtî piştgiriya operasyona niha dikin û bi temamî li dijî hebûna girûpê ne", wî got jî.

Piştrastkirina selametiya awareyan

Bi hezarên sivîlan rojane ji deverên bin destê DAIŞ de direvin û li kampên demkî tên bicihkirin, Ocalan Şêxî, karmendekî hawarçûnê li sînorê Tirkiyê-Sûriyê, got.

Ev xelk dê vegerin zevî û gundên xwe her dema ku werin rizgarkirin û paqijkirin ji mayînan, wî ji Diyaruna re got.

"QSD her tişta ku jê tê li gorî alavên berdest dike daku pêdiviyên xwarinê bigihîne awareyan," wî got.

Ji ber şerê niha, rêxistinên hawarçûnê û yên mirovî li herêmê kar nakin, wî got, ji ber vê yekê şervanên QSD bi xwe xwarinê belav dikin.

"Di destpêka qonaxa çarem de, QSD Wadî Cellab rizgar kir ji ber cihê wî yê stratejîk, ku bi rêya wî re sivîl dikarin birevin deverên ewle, û newal bi rastî bûye rêya revê ya sereke," Şêxî got.

Bi sedên sivîlan rojane têre dibihûrin, wî got.

Kampên sereke yên ku awareyan vedihewînin a Eyn Îsa lixwe digrin, li bakurê Reqa, ku komîteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk çadir, betanî û madeyên xwarinê yên pêwîst peyda dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500