Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kolanên Mûsilê nîşanên jiyana nû piştî DAIŞ nîşan didin

Xalid Taî

Werzişvanek bi medaliyekê tê xelatkirin di dema pêşbirkeke futbolê ya yek-hefteyî ku li stadiyûma taxa Bekir li Mûsilê di 17ê Nîanê de hat destpêkirin. Şazdeh tîm di pêşbirkê de beşdar bûn, ku ya yekem bû piştî rizgarkirina Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya rêxistina Elfaf]

Werzişvanek bi medaliyekê tê xelatkirin di dema pêşbirkeke futbolê ya yek-hefteyî ku li stadiyûma taxa Bekir li Mûsilê di 17ê Nîanê de hat destpêkirin. Şazdeh tîm di pêşbirkê de beşdar bûn, ku ya yekem bû piştî rizgarkirina Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya rêxistina Elfaf]

Xelkê deverên nû-rizgarkirî yên Mûsilê bilez tayên jiyana xwe ya berê kom dikin û vedigerînin weke berê.

Ji dema derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji piraniya bajar ji aliyê hêzên Iraqî ve, kafê û dikanên berberan ji muşteriyan re hatin vekirin û xelkê ku cihên modern lixwe dikin li kolanan tên dîtin.

Girûpê ev çalakî û cil di dema desthilata xwe de qedexe kiribûn.

Şêniyê rojhilatê Mûsilê Ebû Nûr vê dawiyê dîsa kafêya xwe vekir piştî ku DAIŞ ew neçar kiribû ku bigre ji berî bêtirî du salan ve.

"Kafê careke din gencan dikşîne, yên ku tên daku demeke xweş derbas bikin bi lîstina domîno û bilyardo yan jî temaşekirina lîstikên futbolê û kişandina nargîleyê," wî ji Diyaruna re got.

"Ev hemû tişt di bin desthilata DAIŞ de qedexe bûn, û herkesê ku bi vê yekê pêbend nebana dihat celdkirin an jî dihat kuştin," wî got jî. "Şikir ji Xwedê re li ser ni'meta azadiyê."

Hemû ruxsarên jiyanê yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn qedexekirin li taxên rizgarkirî bilez hatin vegerandin, rojnamevan û blogerê ji Mûsilê Omer Selahedîn Heyalî got.

"Kafê û navendên lîstinê hatin vekirin, û genc careke din diçin wir piştî demeke dirêj ji qutbûna tevgera wan," wî ji Diyaruna re got.

Bazar kelûpel û berhemên ku di dema DAIŞ de qedexekirî bûn nîşan didin, weke çixare, nargîle û lîstikên elektironîk, wî got.

Dikanên cilan cihên nû nîşan didin, û salon û dikanên berberan careke din pêşwaziya zibûnan dikin, Heyalî got.

Pêşbirka futbolê bala cemaweran dikşîne

Weke nîşaneke din a vejiyana bajar, Heyalî got, pêşbirkeke sporê ya yek-hefteyî li stadiyûma taxa Bekir di 17ê Nîsanê de bi beşdarbûna 16 tîmên futbolê destpê kir.

Wê hejmareke mezin ji cemaweran kişand, wî got.

"DAIŞ ev çalakî qedexe kiribûn, ew weke binpêkirin ji olê re dihesibandin, û gelek genc celd kirin tenê ji ber ku temaşeyî lîstikên futbolê dikirin an jî gumlekên tîmên sporê yên navdewletî lixwe dikirin," Heyalî got.

"Xelk, bi taybetî genc, ji hertiştî mehrûm bûn, di demekê de ku terorîstan zewq ji hertiştî werdigirtin û tiştên ku li kesên din qedexe dikin ji xwe re helal dikirin," Ehmed Xusûb ji Yekîtiya Rojnamevanên Genc li Mûsilê, got.

Lîsteya tiştên qedexe bêdawî bû, wî ji Diyaruna re got.

"Em ji cîhanê û ji hemû awayên jiyana asayî îzolekirî bûn," wî got. "Paşketin û çaverêkirina mirinê di her demî de herdu rastiyên bêguman bûn."

Xelk jiyana nû himbêz dikin

"Niha êdî jiyan vedigere rewşa asayî," Xusûb got. "Xelkê deverê tiştên ku berê dikirin bêyî ti tirs an jî cezakirinê dikin".

Xelkê rizgarkirî yên Mûsilê jiyaneke nû himbêz dikin ku têde ti cih ji terorîzmê, tadeyî yan jî inkarkirina maf û azadiyên giştî re nîne, endamê komîteya xizmetguzariyê ya encumena parêzgeha Nînewa Husameddîn Ebbar got.

"Tevgera kirryaran vegeriyaye û xelk tişta ku dixwazin dikrin û hobî û çalakiyên xwe yên rojane bi awayekî azad û ewle didomînin," wî ji Diyaruna re got.

Ofîsên hikûmetê dîsa dest bi dayîna mûçeyên mayî yên fermanberên xwe kiriye, Ebbar got.

"Vê mehê nêzîkî 1,760 fermanberên Rêveberiya Tendirustî û 2,700 fermanberên Wezareta Perwerdeyê mûçeyên xwe yên paşxistî wergirtin," wî got.

Xizmetguzariyên giştî pêşketineke cihgir dibînin, wî got jî, û "asta pêşketina jiyanê rojane çalaktir û jîndartir dibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500