Nûçeyên Iraqê
Tolerans

Nînewa kêfa Êzîdîyan a bi dubare vekirina ziyaretgehekê parve dike

Ala Husên li Bexdadê

Êzîdî û xêrxwazên ji olên din şahî ji bo ji nû ve vekirina ziyaretgeha Şêx Babek li dar xistin, ziyaretgeha ku ji nû ve hatibû avakirin piştî ku ew ji alîyê DAIŞê ve hatibû hilweşandin. [Azad Derwîş/Diyaruna]

Êzîdî û xêrxwazên ji olên din şahî ji bo ji nû ve vekirina ziyaretgeha Şêx Babek li dar xistin, ziyaretgeha ku ji nû ve hatibû avakirin piştî ku ew ji alîyê DAIŞê ve hatibû hilweşandin. [Azad Derwîş/Diyaruna]

Di nav qêrînîyên kêfê de û dengê daholê de, bi dehan kesên Êzîdî rahiştin nexşandinên Helîl û li ser qubeya herî bilind ya ziyaretgeka Şêx Babik li devera Başîqayê li parêzgeha Nînewayê danî.

Şahîya roja 12ê Nîsanê nîşanderê temambûyîna avakirina ziyaretgehê bû, ziyaretgeha ku berî du salan ji alîyê "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatibû hilweşandin.

Ziyaretgeh, wekî dizayna wê ya berê ji nû ve hat avakirin, qubeyeke qoçî tê de hebû ya ku li gor şêwaza ziyaretgehên Êzîdî yên nerîtî bû, ji nû ve bi berhemînanên ji alîyê xelkên bajar, bi alîkarîya oldarên Êzîdî û malbatên dewlemend hatibû avakirin.

Îraqî ji hemû mezheb û netweyan, di nav de Xiristyan û Misilman jî, di şahîya ji nû ve vekirina ziyaretgehê de beşdar bûn.

"Êzîdiyan, dema ku ew vegerîyan bajarên xwe û ji nû ve ziyaretgehên xwe bi destên xwe ava kirin, wan serfirazî li dijî terorîzmê cîbecî kir ," Parlementê Îraqî Hac Kender, yê ku nûnertiya civaka Êzîdî dike, got.

"Tevî tê naskirin ku Êzîdî di welat û dewleta xwe de mirov in aram in, ew dê tu carî ji bo daxwaza terorîstan netewin,ew kî bin yan ji çi îstîqametê bin, " wî got.

sedsalên ji jiyana hevjiyanê

Hevparbûna Xiristyan, Misilman û Êzîdiyan di kêfa ji nû ve vekirina ziyaretgeha Şêx Babik rast nîşan dide ku careke dî rihê hevjiyana ku li Başîqayê serdest bû ji serdemên kevnar ve, serokê bajêrvaniya Başîqayê Sanûn Yûsiv ji Diyaruna re got.

"[Başîqa devereke nimûne ye li Îraqê her ku pêkhatîyên etnîk, olî yên têvil tê de hene, hemû li deverê bi aramî û harmonî jiyane û tu buyerên tundîyê di nav wan de neqewimîne," wî got.

Vê hevjiyana aram berdewam kir heta ku DAIŞ di sala 2014an hate meydanê, wî got.

Tevî ku DAIŞ bajar bêrêz kir, niştecîyên wê yên Îzîdî û Xiristyan koçber kirin û namûsa jinên wî binpê kir, piştî rizgarkirina bajar niştecîyên wî careke dî bûne yek û tu tişt nikare bikeve navbera wan de, Yûsiv got.

"Berî pênc mehan, Xiristyan û Êzîdî tev li Şahîya rojbûna pêxember Mihemed bûn, piştre Misilman û Êzîdî tev li birayên xwe yên Xiristyan bûn di merasîma pîrozkirina qurbanekê de li dêra Behzanî û niha ew hemû di ji nû ve vekirina ziyaretgeha Şêx Babik de beşdar dibin," wî got.

"Serdema hukmê DAIŞ tu kînewerî di navbera pêkhatîyên olî û etnî yên têvil de li bajar nehişt " wî got, anî ziman jî "di pêşerojê de, ji ber ku ew ji hevjiyaneke aram re amade ne tu kînewerî dê di navbera wan de tune be".

Em dikarin minasebetên wekî ji nû ve vekirina ziyaretgeha Şêx Babik bikar bînin ji bo ku em xelkê li hev ragirin daku hevgirtina civakî li parêzgehê qayim bikin, parêzgarê Nînewa Nofel Hemed ji Diyaruna re got.

Di axeftinekê de di perawêza merasîma qurbana pîroz a xiristyana de ya ku Bartilayê, nêzîkî Başîqayê, hatibû lidarxistin, Hemîd got ku divê hemû ol hev hembêz bikin daku alikariya Nînewayê di paristina şîrazê civakî de bikin, ew şîrazê civakî yê ku demeke dirêj ew ji parêzgehên din cuda dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500