Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendekarên Iraqî destêwerdana Îranî protesto dikin

Xalid Taî

Xwendekarên Zanîngeha Qadisiya di Sibatê de ji bo baştirkirina xizmetguzariyên li kampusa zanîngehê protesto dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Zanîngeha Qadisiya hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Qadisiya di Sibatê de ji bo baştirkirina xizmetguzariyên li kampusa zanîngehê protesto dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Zanîngeha Qadisiya hatiye wergirtin]

Bûyerên vê dawiyê li parêzgeha Dîwaniyê ya li başûrê Iraqê bêhedariya zêde di nav xelkê Iraqê de jidestêwerdana Îranî di karûbarên welatê wan de nîşan dide, analîzeran ji Diyaruna re got.

Protestoyek roja 10ê Nîsanê di dema birêveçşna merasîmekê de li Zanîngeha Qadisiyî li ser gotina lîderê milîsa Esayib Ehl el-Heq a ser bi Îranê ve hate pêş.

Di demekê de ku Qeys Xezelî destêwerdana welatên cîran û ya cîhanî di karûbarên Iraqê de şermezar kir, û qala rola Îranê nekir, bi sedên xwendekaran bang kirin "Îran derve, derve, Bexdad azad e, azad".

Vê yekê pasevanên Xezelî aciz kirin, û ligel xwendekaran pev çûn û piştre gule berdan asman daku wan berbelav bikin.

"Aloziya navbera herdu aliyan bi gotinan destpê kir û piştre bû pevçûnên bi destan di hundirê hola merasîman de," cîgirê serokê encumena parêzgeha Dîwaniyê Heyder Şemerî ji Diyaruna re got.

Hola zanîngehê ji aliyê hêzên heşda şaebî ji zanîngehê hatibû kirêkirin, û destûr ji bo lidarxistina karnevalekê wergirtibû.

Ev "şaştiyek" bû, Şemerî got, "ji ber ku rê ji çekdaran re hat dayîn ku derbasî kampusa zanîngehê bibin, ku bi tu awayî destûr nayê dayîn".

"Piştî rûbirûbûnan, xwendekar ji hola merasîman derketin û xwepêşandanek organîze kirin ku tê de navbera 200 heta bi 300 xwendekaran bi berdewamî çend slogan gotin, hinek ji wan li dijî Îranê bûn, û gulebarandinên ber bi asman ve ku armanca wan belavkirina xwepêşanderan hatin bihîstin," wî got.

Tîmek ji ofîsa Serokwezîr niha lêkolînan derbarê van bûyeran û pêşhatinên wan dike, wî got, anî ziman jî ku nîşan hene ku rewş bi berhevkirin ligel rewşa aloz a destpêkê aramtir bûye.

Bêhedariya berferehtir ji Îranê

Piştre di heman roja protestoya zanîngehê de, baregeha Partiya Komunîst a Iraqî li Dîwaniyê rastî êrîşeke bi du bombeyan hat ku ji encamê ziyaneke madî giha avahiyê.

Di daxuyaniyekê de, partiyê êrîş xiste stûyê kesên ku wê ew weke "diberiyên zagonê" binav kirin, bang li hêzên ewlekariyê kir ku "li dûv wan kesên ku destê wan tê de hebû bikevin û can û milkan ji tadeyîkaran biparêzin".

Hinek medyayan êrîş bi Esayib Ehl Heq ve girêdan, ragihandin jî ku kurê berpirsekî partiya komunîst handerekî protestoya zanîngehê bû.

Bûyerên li Zanîngeha Qadisiyê nîşaneke bêhedariya cemawerî ya zêde li Iraqê ji destêwerdana Îranî ye, lêkolînerê Navenda Iraqî bo Lêkolînên Stratejîk Yehya Kubeysî got.

"Pirsa Îranî li Iraqê gelekî cihê nakokiyê ye, bi taybetî ji aliyê siyasî ve," wî ji Diyaruna re got.

"Xuyayî ye ku hedara hinek aliyan ji civaka Şîe ji destêwerdana Îranî ya zêde di nava Iraqê de qediyaye," Kubeysî got.

Divê zanîngeh bêalî bimînin

Kişandina zanîngehan bo nav nakokiya siyasî û rêdayîna ku ew bibin cihek ji kampanyayên hilnijartinan û yên partîtî anjî ji nîşandanên çekdar re pirsgirêkeke cidî ye, şîrovekarê siyasî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

"Tiştê ku li Zanîngeha Qadisiyê çêbû tekez dike ku binketineke mezin heye, ya ku me hertim hişyarî jê dida dema me digot ku zanîngeh enstîtuyeke perwerdahiyê ye û gerek wisa bimîne û ji hemû karîgeriyan bi dûr bimînin," wî got.

"Avêtina enstîtuyên akademîk di nav alozî û nakokiyan û serbazîkirina wan pirseke rêzgirtin û strektura hemû dezgehên dewletê dixe jêr metirsiyê, ligel karîgeriyên wê yên nerênî li ser ewlehiya giştî û rewşa perwerdehiyê li welat," wî got jî.

Şerîfî tekezî li ser giringiya "kontrolkirina rîtma tevgera siyasî û dûrxistina pirsgirêkan ji kampusên zanîngehan kir".

Di daxuyaniyekê de, Zanîngeha Qadisiyê mixabiniya xwe ji bûyerên 10ê Nîsanê nîşan da û tekez kir ku ew "dê weke platformeke zanistî, ya ku xwe ji rikeberiyên siyasî diparêze, berdewam be di xizmeta civak û dewletê de".

"Zanîngeh dê ne beşek ji hesabên siyasî bin," Wezîrê Xwendina Bilind ê Iraqî Ebdilrezaq Îsa di daxuyaniyekê de got. "Rê nayê dayîn ku li ser hesabê berjewendiya giştî werin bikaranîn."

Serokatiya zanîngehê ya ku "serxwebûna zanîngehê neparêze" dê rewşa wê di ber çav re bê derbaskirin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500