Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Parçebûnên etnîkî û dijminahî rewşa DAIŞ li Reqayê kambax dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li endamekî girûpê dinerin dema ku ew cezayê hed derheqê şêniyekî Reqayê de sala 2016an bicih dike. Nakokî di navbera çekdarên DAIŞ ên ji neteweyên cuda derdikevin piştî ku toq li dora girûpê li bajar teng dibe. [Wêne ji Reqa bi Bêdengî tê Gurandin hatiye wergirtin]

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li endamekî girûpê dinerin dema ku ew cezayê hed derheqê şêniyekî Reqayê de sala 2016an bicih dike. Nakokî di navbera çekdarên DAIŞ ên ji neteweyên cuda derdikevin piştî ku toq li dora girûpê li bajar teng dibe. [Wêne ji Reqa bi Bêdengî tê Gurandin hatiye wergirtin]

Li nava bajarê Reqa yê Sûriyê, yê ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) wî weke paytexta "xîlafeta" xwe binav dike, dijminahiyên kûr di nav çekdarên ji nateweyên cuda de derdikevin.

Di dawiyê de pirsgirêk gihiştin asta kelanê, bi taybetî di navbera çekdarên Sûrî û Tunisî de, dîdvanan ji Diyaruna re got, û ew weke derketina şer û pevçûnan hatine pêş.

Tûnisiyan destê hev girt, malên ku wan destê xwe danîbûn ser wan li nava bajar vala kirin û li devereke din vehewiyan, bazirganekî ji Reqayê bi navê Wail Mustefa got.

Ew li dûrî çavan dimînin û nema di kolanên Reqayê re digerin, wî got, û diyar kir ku "şêniyan têbînî kiriye ku Tûnisî nema di dewriyên hisbayê ("polîsên şerîetê") de tên dîtin".

Aniha endamên Tûnisî ji nişka ve bi komên 10 kesî yan jî zêdetir ji bo kirîna xwarinê li bazarê tên dîtin, Mustefa got, diyar jî kir ku dema ku hinek ji wan kiryariyê dikin ên din li derve dimînin û parastina kesên mayî dikin.

"Ew nema bi demjimêran li bazarê digerin wekî ku berê hinek caran diman," wî got, û da zanîn ku aniha derketinên wan ên kirînê pir kurt in.

Hinek Tûnisî carê li navenda bajêr dijiyan, lê wan xaniyên ku wan dagir kiribûn vala kirine û çûne deverên ku hevalên wan li wir bi kom dimînin, wî got.

Tê texmînkirin ku gundewarên Raqa bin li nêzî kolana Rumêla, cihê ku vê dawiyê bildozeran tevahiya rêyên ku diçin wê deverê girtin, wî got.

Bilindbûna nakokiyên hundirîn

Bazirganên li bazarê dîdevanên derketina çendîn şer û pevçûnan di navbera endamên DAIŞ yê ji Reqayê û endamên Tûnisî de bûn.

"Ew jî heta radeyekê vedigerin sepandina bacên giran li ser kesên ku zêdegaviyan li rêbazên girûpê dikin," Mustefa got, da zanîn jî ku Tunisiyan ew bac ferz dikirin daku pereyan kom bikin, û endamên xwecihî daxwaz dikin ku ew jî heman kiryaran bikin.

Li gorî endamine DAIŞ ên Sûrî, wî got, sedema li pişt nakokiyan ew e ku Tûnisî qebûl nakin ku li eniyên pêşîn şer bikin an jî biçin Dêrezorê ji ber xeteriya ku ew dê rastî bên.

Aniha çavên van li derketina ji deverê ye, wî got, bi mebesta vegera bo Tûnisê yan jî reva bo welatekî Ewropî.

"Vê yekê endamên xwecihî hêrs kirin, yên ku tên neçarkirin ku li eniyên pêşîn şer bikin û di encamê de wan goriyên giran dane," wî got.

Mustefa got ku hinek şêniyan ji wî re gotiye ku pevçûn di navbera endamên Tûnisî û dewriyên hesba de li kolaneke ku diçe çariya Nayim derketin, û hejmarek ji xelkê têde birîndar bûn û hatin kuştin.

Girûpê bûyer veşart, şêniyan ji wî re got, bi gotina ku mirî û birîndar di şerên li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ketin.

Îsyana li dijî serkirdatiyê

Ev ne cara yekemîn e ku komên Tûnisiyan tên dîtin ku îsyanê li dijî serkirdayetiya DAIŞ dikin, parêzerê Sûrî Muhemed Ebdula, yê ku şerê Sûriyê û tawanên ku DAIŞ dike bibelge dike, got.

"Di 2015an de, kêşe di navbera komên Tûnisî û Kendavê de gihiştin lutkeya xwe ji ber nakokiyên li ser serokatî û mîrtiyê," wî ji Diyaruna re got.

Rewş di navbera endamên Tûnisî û Ereb de aloz e, di nav de Iraqî û Siûdî, Ebdula got, û anî ziman ku çendîn nakokî di navbera endamên Sûrî û Tûnisî de derketin.

Hin bi hin nakokî eşkere dibin weke encamekê ji hevrikiya li ser serdestiyê, wî got, û şirove kir ku Tûnisî dixwazin ku dest deynin li ser postên bilind û ew bawer dikin ku ew ji mafên wan in, ji ber ku wan welatê xwe li pey xwe hiştiye daku tevlî girûpê bibin.

"Heman tişt ji kesên ji Kendavê û Iraqiyan re jî rast e, ji ber ku ew rijd in ku ew pileyên bilind di serkirdatiyê de bigrin destê xwe ji ber rewşa li Iraqê," wî got, da zanîn jî ku endamên Iraqî nikarin vegerin ji ber kugirûpê gelek deverên ku beriya aniha kontrol dikirin jidest dane.

Hinek raporên medyayî dibêjin ku nakokiyên hundirîn vê dawiyê zêde bûne, ji ber neraziyên ji hilbijartina Encumena Sûrayê ya girûpê ji Ebû Hefsa Mûsillî re di cihê Ebû Bekir Bexdadî de.

Loyaletî li jêr guvaşê jinav diçe

"Her çiqas guvaşa serbazî li ser girûpê zêde dibe, her çiqas nakokî serî hildidin, bi taybetî di navbera komên ji nateweyên cuda de," şarezayê komên terorîst Lîwa Yehya Muhemed Elî, efserekî serbazî yê Misîrî yê xanenişîn, got.

Ev jî nîşana loyaletiya lawaz e di nava çekdarên DAIŞ de, lê girûp îdia dike ku ew xurt e û li ser rêbazên olî û îdyolojî yên xurt hatiye avakirin, wî ji Diyaruna re got.

"Tevahiya girûpên çekdar û heta bi artêşan jî rastî fişaran di şeran de tên, û ew zehmetirîn ezmûn in ji serkirdatiyê re," wî got.

Eger bunyadê rêxistinî asê bana, dê pêwendiyên hundirîn weke berê mabana, wî anî ziman.

"Lê belê, dema ku prosesa tejnîdkirin li ser esasê pere, xaniyan û hevjînkirinê gelek be, rewş dê kambax bibe heta bigihe vê astê," Elî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500