Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tîmên Iraqî Remadî ji mînên DAIŞ yên mayî xelas dikin

Xalid Taî

Du berpirsên Iraqî teqemeniyên li Nexweşxaneya Remadî ya Giştî pişkinîn dikin. [Wêne ji Birêveberiya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin]

Du berpirsên Iraqî teqemeniyên li Nexweşxaneya Remadî ya Giştî pişkinîn dikin. [Wêne ji Birêveberiya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin]

Tîmên Iraqî vê heftiyê ragihandin ku wan hewlên paqijkirina mîn û bombeyên bidest çêkirî yên ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatibûn çandin li kolanên Remadî qedandin.

Zêdetirî 10,000 mîn û bombeyên bidest çêkirî ji bajar hatine hilgirtin di heyama keda ku salekê dirêj kir de ku ji aliyê hevkariyeke federal-xwecihî pêkhatibû, berpirsên Iraqî roja 16ê Nîsanê ji Diyaruna re gotin.

Hilgirtina teqemeniyên DAIŞ gaveke gelek mezin e ji bajar re, wan got, ji ber ku van tirseke gelek mezin li ser niştecihan pêk tanî û astengî li ber nûjenkirin û vegerandina xizmetguzariyan çêdikirin.

Yek ji kompaniyên ku ji aliyê Wezareta Iraqî ya Tenduristî û Jîngehê ji bo paqijkirina Remadî ji cebilxane û mînan hatibûn spartin Kompaniya Fehed bû.

Ji Nîsana borî ve, tîmên kompanyayê "zêdetirî 6,000 mîn û bombeyên bidest çêkirî hilgirtine", birêveberê giştî Mihemed Etiya ji Diyaruna re got.

"Ew bi hemû karên ku pê hatibûn spartin rabûne," wî got, bal jî kişand ku hewlên wan li ser rakirina teqemeniyan ji avahiyên fermî û xizmetguzariyan bû, ligel ji kolanên bajar.

"Piraniya wan ji dibistan, nexweşxane û saziyên giştî hatin hilgirtin, mîna saziyên av û kehrebê, ligel Zanîngeha Enbarê, ku demeke dirêj xwest heta hat paqijkirin," wî got.

Dora 2,000 ji van 6,000 mînan ji kolanên bajar bi hevahengiya tîmên endaziyarî yên Wezareta Berevanî hatin hilgirtin, Etiya got.

"Tevahiya deverên paqijkirî dora du melyon metrên ducar e," wî anî ziman. "Niha bajar ji teqemeniyan paqij e, ji sedema karên hevbeş."

Tîm derbasî gundewarên Remadî dibin

Tîmên Kompanyaya Fehed niha bi giranî li gundewarên Remadî dixebitin, Etiya got, û ev yek hewilên zêdetir dixwaze ji ber ku biyabanên berfireh di nav deverên bi teqemeniyan pîsbûyî de hene.

Piraniya deveran li gundewarên Remadî ne, bi taybetî ew ên ku ligel rêhesinan diçin devera Kêlo 18 li rojavayê bajar, ku weke hêlên berevaniyê ji DAIŞ re bûn piştî ku wê bajar di sala 2015an kontrol kiribû, wî got.

Di wê heyamê de, DAIŞ hejmareke gelek mezin ji bombeyên bidest çêkirî çandin daku rê li pêşketina yekîneyên serbazî bigre, wî got, bal jî kişand ku rakirina serketî ya van mînan "hewlên mezintir û alîkariya saziyên navdewletî dixwaze".

Piraniya karên hilgirtina teqemeniyan li Remadî bi $5 melyon dolar ji aliyê Amerîka ve hatine fînanskirin daku piştgiriya Iraqê bike daku deverê ji madeyên bitirs xelas bike û alîkariya nûjenkirina jêrxaniyê û vegerana awareyan bike.

Wezaretên Iraqî yên jîngeh, berevanî û karê hundir ligel hêzên êlan û xêrxwazan bi hevparî hatibûn berpirsyarkirin bi Karê paqijkirina Remdadî, parêzgarê Remadî brahîm Ehmed Awsec ji Diyaruna re got.

"Piştgiriya Amerîka û hevkariya Programê Pêşveçûnê yê NY roleke girîng lîstibû di piştgirîkirina hewilên me di mamelekirina bermahiyên DAIŞ de," wî got.

Amadekirina rêyê ji nûkirinê re

Remadî weke yek ji zêdetirîn bajarên pîsbûyî bi mîman li cîhanê bû, Awsec got, anî ziman jî ku ev tirs hat hilgirtin.

Deh hezar mîn û bombeyên bidest çêkirî ji Remadî hatine rakirin, wî got, û bajar bê bûyer bû ye, ku serketina lêgerîn û karê hilgirtinê nîşan dike.

"Lê belê, hîna jî bermahiyên teqemeniyan li gundewarên bajar hene," wî got. "Diyarkirina cihê tekez yê mînan zehmet e ji ber ku ew li deverên berfireh li biyabanê bela bûne."

Paqijkirina teqemeniyan ji bajar "leza vegerandina xelkên awarebûyê zêde kiriye", wî got, bal jî kişand ku "îroj, zêdetirî 90% ji niştecihên Remadî, an jî dora 500,000 malbat, vegeriyane malên xwe".

Temamkirina karê hilgirtina mînan gaveke gelek girîng e ber bi vegerandina jiyana normal li bajar û dê destpêkirina planên nûjenkirinê gengaz bike, endamê encumena parêzgeha Enbarê Azal Fehdawî got.

"Aniha bajar ji derbasbûna kompanyayên nûjenkirinê re amade ye," wî ji Diyaruna re got. "Ew bi temamî ji madeyên teqîner hatine paqijkirin."

Rêveberiya jîngehî ya bajar herwiha hejmareke pişkinînan ji bo zanîna bandora şer li ser ba, av û erdê pêk anîne.

Encam diyar dike ku aniha Remadî ji "pîsbûyînên radyoaktîv anjî kîmyawî paqij e", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê birayên min ên Îraqî yên ku mayînan radikin bilez bike.

BERSIV BIDE