Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraqî banga qedexekirina çekan dikin piştî vîdyoyeke belavbûyî ya hin nûciwanan

Xalid Taî

Ev zilam li Besra hatin girtin bi tohmeta milkdariya neyasayî ya çekan. Hikûmeta Iraqî lidûvçûnê derbarê milkdariya neyasayî ya çekan dike. [Wêne ji Rêveberiya Polîsê Besra hatiye wergirtin]

Ev zilam li Besra hatin girtin bi tohmeta milkdariya neyasayî ya çekan. Hikûmeta Iraqî lidûvçûnê derbarê milkdariya neyasayî ya çekan dike. [Wêne ji Rêveberiya Polîsê Besra hatiye wergirtin]

Di vîdyoyeke kurt de ku zêde di medyaya civakî de hat parvekirin piştî ku di Sibatê de hatibû belavkirin, xeteke dirêj ji nûciwanên Iraqî yên ku cilên reş li wan in çekên xwe li pêş kamîreyê nîşan didin.

Gencên di vîdyoyê de, ku li Bexdayê hatiye girtin, îdia dikin ku ew girêdayî komeke çekdar a bi navê Heşd el-Ewra ne. Di wê tomarê de, ew bi çekên xwe gefan li pêşiya kamîreyê dixwin, bi dorê, berî ku weke grûpekê xuya bikin.

Her dema ku vîdyoyê destpê kir ku were belavkirin, rêveberiya hêzên heşda Şaebî daxuyaniyek derxist ku têde her pêwendiya bi komê re red kir û bang li "ajansên ewlekariyê kir ku endamên wê bigrin û ceza bikin".

Bûyera, ku ronî danî ser bikaranîna neyasayî ya çekan ji aliyê kes û girûpên çekdar li Iraqê, haydarbûn derbarê metirsiya vê yekê li ser ewlehî û aramiya welat zêde kir, berpirs û sivîlan ji Diyaruna re got.

Wê bangên ji bo helwesteke xurt derbarê qedexekirina komên çekdar li pey xwe anîn.

Organîzekirina milkdariya çekan

Iraqê gelek yasa derbarê sînordarkirina milkiyet û bikaranîna çekan derxistin, Parlementerê Iraqî Hakim Zamilî, serokê komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parleman, wî got.

Di 28ê Kanûna Duyem de, parleman yasayeke ku milkiyet, hilgirtin, firoştin û çakirina hemû awayên çekan bêyî ruxset qedexe dike pesend kir.

Ev qedexe herwiha hinardekirin û hawirdekirina çek û cebilxaneyê jî lixwe digre, ji bilî hêzên ewlekarî û yên artêşê.

Parlemento li ser projeyasa û rêsayên din kar dike yên ku tevgera komên çekdar sînordar dike û ji wan dixwaze ku cihên xwe û nasnameyên endamên xwe destnîşan bikin, Zamilî ji Diyaruna re got.

"Piştî girtina rûpela terorîzmê, dewlet dê bêtir giraniyê bide pirsa [tundkirina] qedexeya li ser çekan, û pişkinînan pêk bîne û dest deyne ser wan çekan li gorî yasayê," wî got.

Gelek yasayên di warê bicihkirinê de hene ku hatine danîn ji bo organîzekirina hilgirtina çekan, "lê bi giştî bicihkirina wan sist e", Saed Metlebî ji komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Bexdayê ji Diyaruna re got.

Gerek dewlet tundtir be di bêçekirin û rûbirûbûna komên çekdar de, wî got, "ên ku dibe loyalîteyê ji hikûmetê re nîşan bidin, lê destê wan di şantajkirin û tirsandina sivîlan bi awayekî terorî heye".

"Girûpên ku rêza dezgehên dewletê negrin divê weke derqanûnî mamele bi wan re were kirin," wî got jî.

Metirsî li ser aştî û ewlehiyê

Zêdebûna çek û çekdarên neyasayî "ne tenê aştî û ewlehiya di nav civakê de têxe li jêr metirsiyê lê herwiha metirsiyekê li ser sîstema siyasî û dewletê bi giştî çêdike", pisporê stratejîk û efserê serbazî yê Iraqî yê berê Ehmed Şerîfî got.

"Ev diyarde nameyeke diyarkirî dişîne û wê hestî dide ku ajansa ewlekarî qels û xwenegirtî ye û nikare yasayê bicih bike," wî ji Diyaruna re got.

Ev halet bi taybetî "li deverên ku aliyên siyasî xwedî hêzeke zêde lê ne ne li ser hesabê dewletê", wî got.

"Nebûna yasayê û nebûna ewlekariya tund ji aliyê kontrolkirina tevger û veguhestina çekan ve rê xweş dikin ji bo derketina çeteyên tawanbar ên organîzekirî yên din, ên ku dibe ruxsetê bidin xwe ku bi azadî tevbigerin bêyî ti rêgir," Şerîfî got.

Derkirina yasayan ne bes e

Şerîfî tekez kir ku hebûna yasayan bi tenê ne bes e ji bo xistina rewşê li jêr kontrolê.

"Divê em rola dezgehên[dewletê] xurt bikin, bi taybetî hêzên ewlekarî û artêşê, dema ku mesele were li ser bicihkirina yasayê li ser erdê, nehiştina loyalîteya partîtî û bijartina lîderên jêhatî û serbixwe ji bo desthilatê," wî got.

Divê hikûmet ajansên xwe yên istixbaratî bi awayekî kûrtir bikar bîne ji bo eşkerekirin û rûbirûbûna bikaranîna neyasayî ya çekan, wî got jî.

Vîdyoya "Heşd Ewra" li alarmê dide derbarê pêwîstiya çarserkirina pirsa grûpên çekdar li welat bi awayekî ciddî, wî got.

"Çek niha berbelav in û herkes dikare wan bidest bixe," Ebû Zên, şêniyekî taxa Emîn a Bexdayê, ku nexwest navê xwe yê rastî bikar bîne ji ber sedemên ewlehî, got.

"Herkes îdia dike ku ew girêdayî hikûmetê ye lê em nema dizanin ji kê bawer bikin," wî ji Diyaruna re got. "em bi hewceyî çareseriyeke yekser in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500