Agahiyên ji xelkê xwecihî, ligel hewlên istixbaratên serbazî, hejmareke mezin ji endam û hevahengîkarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê yê rizgarbûyî dan girtin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.
Ji dema ku rojhilatê Mûsilê vegeriyaye bin kontrola Iraqî di destpêka îsal de, hêzên Iraqî bêtirî 250 endamên daxwazkirî girtine, li gorî Rêveberiya Istixbaratê û Rûbirûbûyîna Terorê ya Nînewa.
Tenê di Adarê de, nêzîkî 70 endamên DAIŞ li gorî madeya 4ê ya yasaya dije-terorê ya Iraqî hatin girtin, cîgirê rêveber eqîd Taha Ebdula Ebd got.
"Gelek ji wan şanên veşartî pêk anîbûn û destê wan di kiryarên kuştin û diziyê de hebû," wî ji Diyaruna re got.
"Fermanên girtinê di derheqê wan de hene li gorî şehadetên ji qurbaniyên wan û dîdvanên ku ew nas kirine û li îxbarî li wan kirine," wî got.
Jihevxistina şanên veşartî
Xelkê xwecihî vê dawiyê alîkariya hêzên ewlekariyê kirin ku veşargeheke DAIŞ li taxa Zuhûr destnîşan bikin, û hişt ku operasyonek di 20ê Adarê de pêk were bibe sedema girtina pênc endamên ku şaneke veşartî ya DAIŞ pêk anîbûn.
Rêveberiyê "raport ji welatiyan wergirtin derbarê endamên malbata wan yan kesûkarên wan ên ku tevlî DAIŞ bûbûn, û agahiyên ku dayîn alîkariya me kirin ku em wan bigrin", Ebd got.
Agahiyên ji xelkê xwecihî herwiha alîkariya hêzên ewlekarî kirin di destnîşankirina xelkê ku hevahengî bi DAIŞ re kirine yan jî operasyonên wê fînanse kirine bi rêya kirîna xanûberan an jî milkên din ji girûpê, Ebdula got.
Ajansên istixbaratê bi awayekî aktîv li dûv şanên veşartî yên DAIŞ li Mûsilê diçin ji bo bidawîanîna metirsiya ku ew pêk tînin, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.
"Van ajansan, bi hevahengiyê ligel welatiyên Iraqî, karîn ku gelek operasyonên bikalîte pêk bînin ku bûn sedema girtina terorîstên mezin," wî got.
Di nav wan de "endamekî metirsîdar ê DAIŞ heye ku weke 'sindoqa reş' ji raz, çalakî, û semyana girûpê re li Iraqê û derdora wê tê hejmartin", wî got.
Ebû Rexîf navê wî girtiyî "ji ber sedemên ewlekarî" eşkere nekir, lê got ku ew girtî niha li ba yekîneya Bazan a istixbaratê ye.
Raportkirin derbarê kesûkaran
Di 23ê Adarê de, welatiyekî xwecihî berê hêzên ewlekarî da birayê xwe, yên ku girêdayî DAIŞ bû, Ebû Rexîf got.
"Dema ku jê hat pirskirin ji ber çi derbarê birayê xwe raport kiriye, wî got ku birayî wî ew ji ber kişandina çigareyan celd kiribû û ku ew ji tirsandina gelek welatiyan bi awayekî terorî berpirsyar bû," wî got.
Hinek girtî li wê yekê mukir hatin ku endamekî malbata xwe kuştine -- heta bavên xwe jî -- li gorî fermanên DAIŞ, Ebû Rexîf got.
"Îro, xelkê Mûsilê naxwazin ti terorîstekî ku tawan li dijî wan pêk anîne û azadiya wan wêran kirine bibînin," wî got, anî ziman jî ku ew bi temamî hevahengiyê dikin ji bo rakirina hemû şûnên girûpê ji deverên xwe.
"Xelkê Mûsilê ketin di agirê terorê de û gelekî jê êşiyan," endamê encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şubeyb Sebawî ji Diyaruna re got.
"Ev e ya ku wan niha han dide ku derbarê endamên terorîst rapor bikin, heta ku endamên malbata wan an jî kesûkarên wan bin," wî got, lê belê tekezî li ser pêwsîtiya hişyarbûnê derbarê girtina xelkê bêsûc tenê ji ber "raporên kîndar" kir.
Divê ajansên ewlekariyê bi hişyarî lêkolînê derbarê hemû raportkirinan bikin, wî got, ji ber ku "dibe hinek ji wan ji ber dijminahî an jî berjewendiyên kesayetî bin, wisa neheqî li xelkê bêsûc tê kirin".
"Di beramber de, em daxwazê ji welatiyan dikin ku her tişta ku dikarin bikin daku alîkariyê di berqerarkirina aştî û aramiyê li deverên xwe bikin," wî got.