Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Şêniyên Xûteya Rojhilatî di bin dorpêçê de dinalin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Keçeke Sûrî rahiştiye birayê xwe yê biçûk li derveyî çadirekî li kampa Merc a awareyan a li herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê. [Wêne ji çalakvanê medyayî Edhem Şerîf hatiye wergirtin]

Keçeke Sûrî rahiştiye birayê xwe yê biçûk li derveyî çadirekî li kampa Merc a awareyan a li herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê. [Wêne ji çalakvanê medyayî Edhem Şerîf hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûriyê li herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê ji Diyaruna re dibêjin ku ew diçin kûderê rastî zehmetiyan tên, ji ber ku ji ber dorpêça rejîmê asê mane û li jêr metirsiyê jî ne ji ber şerê navxweyî yê navbera komên rikeber ên opozîsyonê de.

Xwarin û derman bi awayekî sînordar digihin xelkê, Stîfan Dujarîk, berdevkê Sekreteriya Giştî ya NY, got û pevçûnên dijwar bûne encama "kuştin û birîndarbûn di nav sivîlan de ligel wêrankirina jêrxaneya medenî".

"Em gelekî nîgeran in derbarê selametî û parastina bêtirî 400,000 kesî yên ku hîn di bin dorpêçê de ne li Xûteya Rojhilatî," wî îsal di demeke berî niha de gotibû.

"Rewşa tendirustî li herêma Xûteya Rojhilatî karesat e bi hemû wateya peyvê," rêveberê ofîsa bijîşkî ya Merc Dr. Enes Ebû Yasîn ji Diyaruna re got.

Kêmbûn di vaksînan de heye, wî got, û rewş zehmet e bi taybetî ji nexweşên ku nexweşiyên wan giran in an jî bêçare ne.

"Bêtirî 50 nexweşên gurçikan li Xûteya Rojhilatî hene û ew tenê bi çar makîneyan [yên şiştina gurçikan] tên dermankirin, ku du ji wan jî ne hertim kar dikin ji ber jikarketina wan a berdewam," wî got.

Wecbeya dawî ya alavên bijîşkî ji bo çareseriya nexweşiya gurçikan par hat anîn, wî got, û du kes ji ber nexweşiya gurçikan di Sibatê de mirin.

Vaksîn ji zarokên kêmî temenê pênc salî re jî nemaye, wî got jî.

Kêmbûyîna di dermanan, xwarin, kar de

"Xelkê Xûteya Rojhilatî rastî kêmbûna dermanan û xwarinê tên," Muhsin Kebkeb, cotkarekî ji Kefer Betna li Xûteya Rojhilat, got.

Bi rastî xwarin li bazaran nemaye, wî ji Diyaruna re got, û tişta kêm a mayî gelekî buha ye ji ber ku ji derveyî herêmê tê anîn.

Vê yekê xelk neçar kirin ku pişta xwe bixwe girê bidin, wî got, û li ser tiştê ku dikarin biçînin an jî xwedîkirina sewal û balindeyên ji bo goşt debara jiyana xwe bikin.

Ji ber nirxê buha yê sewalan li bazarê, wî got, girûpek ji malbatan dê piraniya caran bi hev re bikirin û wan xwedî bikin, û goştê wan bi wekhevî navbera hev belav bikin.

Ji bilî kêmbûna xwarinê, piraniya xelkê kêmpere ne jî.

Karmendên hikûmetê mûçeyên xwe wernagrin ji ber ku divê herin deverên bin destê rejîmê de daku wan werbigrin, ku ev yek jî negengaz e, Kebab got.

Derbarê karkerên bi rojan, wî got jî, "di dema niha de ti kar ji wan re tune ye, û eger karîn karekî bibînin jî, wê weke pevguhertinê be li beramberî berheman be, weke şînkahî an jî dexlûdan beramberî karê ku bikin".

Muhyedîn Hedad, ku xwediyê dikaneke şênkatiyê li taxa Hoş Nesrî ya Xûteya Rojhilat e, ji Diyaruna re got ku ew neçar bû dikana xwe bigre ji ber kêmbûna pereyên berdest.

"Hejmareke mezin ji bazirganên li herêma Xûteya Rojhilat jî wisa kirin, ji bilî hinekên ku pêwendiyên wan ên nêzîk ligel endamên girûpên çekdar hene yên ku destê wan di qaçaxiyê yan jî di asankirina wê de heye," wî got.

Hedad got ku wî nikarîbû bêtir bazirganiyê bike "ji ber nirxên buha yên nemaqûl ku pê hinek made dihatin firotin û hêza kiryarî ya qels a xelkê" yên ku nikarîbûn pereyên kirîna wan bidin.

Şerê navxwe navbera girûpên çekdar

"Weke ku zehmetiya ku xelk ji encama dorpêçê dikşînin ne bes be, komên çekdar li Xûta niha şerê hev dikin," çalakvan Mihemed Bêk ji komîteya hevahengiyê ya Xûteya Rojhilat, got.

Komên rikeber -- bi awayekî sereke Feyleq Rehman û Ceyş el-Islam -- ketine pevçûnên giran de yên ku karîgerî li ser xelkê sivîl ê deverê kiriye, wî ji Diyaruna re got.

Girûpên çekdar sivîlên ku dijatiya wan dikin digrin ligel çalakvanên ku hewl didin bi azadî tevbigerin û binivîsin, Bêk got.

Wan hejmarek ji ofîsên hejmarek ji komên mafên mirov û yên medyayî li Xûta girtin, "weke rojnameya Telaana Huriya, ofîsa Tora Huras (Tora Parastina Zarokan), ofîsa kovara Tora Huras, Ofîsa Pêşxistinê û Navenda Belgekirina Binpêkirinan", wî got.

Tevî agirbesta ku di warê bicîkirinê de ye, hêzên rejîmê êrîşên asmanî li ser herêmê zêde kirine, wî got, ku giraniya agirê xwe berdidin ser bajarokên Heresta, Irbin û Dûma.

"Awarebûna bi hezarên malbatan ji herêma Xûteya Rojava rewşa li Xûteya Rojhilat xirabtir kiriye," Beyik got.

Wî got ku rewşa li hinek kampan, bi taybetî ya Merc, karesat e.

Kamp alîkariya herî kêm werdigre, wî got, ji ber ku rêxistinên NY ji demeke dûr ve nikarin derbasî herêmê bibin, û piraniya rêxistinên taybet karê xwe sekinandin ji ber karên komên çekdar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500